• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Rojava seferberî: Gel li qadan şervan li sengeran berxwedanê didomîne

Navenda Nûçeyan / AW

24 ÇILE 2026 - 16:15
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya seferberiya neteweyî de amadekariyên berxwedanê û parastinê berdewam dikin.

Gelê Kurd li çar perçeyên Kurdistanê û li cîhanê xwedî li banga seferberiya neteweyî derket. Ligel mezinbûna berxwedana çar perçeyên Kurdistanê, li Rojava jî gel çek li mil bi hêzên ewlehiyê de hem amadekariyên parastinê dike û hem jiyana rojane rêxistin dike. Di roja şeşemîn de ji rojek ji rojên Rojave bi honandina berxwedanê berdewam dike.

Gel ji bo parastina Hesekê tevger bû

Bi sedan şêniyên bajarên Amûdê, Dirbêsiyê û Qamişlo bi armanca tevlîbûna berxwedana gelê Hesekê, bi konvoyek wesayitan derketin rê. Bi sedan şêniyên serê sibê bi sloganên, “Bijî Kurdistan” derketin piştî rêwitiyek bi seatan gihîştin Hesekê. Karwanê gel, li Çerxerêya Kevokê ya Taxa Til Hece, ji aliyê sedan şêniyên Hesekê ve hat pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de diruşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana Hesekê” hatin berzkirin. Girse piştre tevlî komên li bajar nobedariya parastinê dikin, bû.

Xwediyên keziyan gel silav kirin

Şervan YPJê Jinda Çiyager ku li bajarê Hesekê ji bo parastina Rojava bi hevalên xwe re di çeperên şer de ye, di dema peşwaziya gel de peyamek da. Jinda ji ber piştevaniyê spasî kir û wiha got: “Em hêza xwe ya berxwedanê ji we digirin, bila her kes berê xwe bide Rojava.”

Şervan li sengeran bersiv didin

Li hemberî êrişan parastina şervanên HSDê li eniyên şer berdewam dike. Çeteyên HTŞ û DAIŞê di seatên sibê de bi 2 ronan êrişî gundê Sefaya ya girêdayî bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê kir. Dronên çeteyan ji aliyê şervanên HSDê ve hatin îmhakirin.

‘Her keziyek nîşaneyek azadiyê ye’

Endamên Kongra Star a Tirbespiyê têkildarî êrişên çeteyan ên li hemberî şervanên jin. Di daxuyaniyê de hate bi bîrxistin ku li Şengalê hetanî Rojava li dijî şervanên jin ên azadiyê bêhurmetî tê kirin û wiha hate gotin: “Lê divê baş bê zanîn ku keziyên me nîşaneya serkeftinê ne, em ê bi keziyên xwe dawiya çeteyan bînin.” Di dawiya daxuyaniyê de jinan dan zanîn heke wan keziyek jêkirî be, li şûna wê bi hezaran kezî hatine honandin.

Hêzên ewlehiyê gel silav kir

Şervanên HSDê yên li eniyên berxwedanê çalakî û xwepêşandanên çar parçeyên Kurdistanê silav kirin. Şervanên li eniya gundê Til Barût peyamek şandin û ev bang li gel kirin: “Berxwedana we hêz dide me, em gelê xwe yê Başûr, Bakûr, Rojhilat û Ewropayê silav dikin. Em pişta xwe didin gelê xwe, me biryara serkeftinê daye.” Şervanan daxuyand ku berxwedana gel hêz dide wan û bi gotina, “Li eniyên şer ne zivistan, ne serma ji bo me nabe astengî, maneviyata gelê me têrî me dike” dan gel.

Gel çek bi dest çav li senger e

Yekitî û rêxistinên girêdayî TEV-DEMê jî endamên xwe li bendên parastinê belav kirin û tev li xebatên parastina bajaran bûn. Li bajarê Qamişlo yekitî û rêxistinên girêdayî TEV-DEMê endamên xwe li bendên parastinê belav kirin û tev li xebatên parastina taxan bûn. Bi hezaran welatiyên çek û rext hildan bi hêzên ewlehiyê re mil bi mil li sengeran nobetê digirin û amadekariyên berxwedanê dikin.

Ji Rêveberiya Xweser xizmeta koçberan

Bi hezaran malbatên koçber ji bajarên Tebqa Reqa û Şedadê ku ji ber êrişên çeteyan reviyane, gihaştine Qamişloyê. Rêveberiya Xweser jî ji bo peydakirina pêdiviyên koçberan hemû saziyên xwe seferber kirin. Rêveberiya Xweser ragihand ji dema ku çete ketine deverên Reqa, Tebqa û Şedadê, zêdetirî 5 hezar malbat ji wan deveran koçberî Qamişloyê bûne.
Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê hemû saziyên xwe seferber kirine da ku koçberan bi cih bike û pêdiviyên wan ên bingehîn peyda bike. Ji bo pêwazîkirina koçberan komîteyên taybet amade kirin. Komîteya têkildarî kar û barên koçberan diyar kir ku derfetên wan têra hejmara zêde ya koçberan nake û da zanîn ku pêdivî bi piştgiriya lezgîn heye û banga alîkariyê kir.

 

Etîket: Berxwedana RojavaRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026
Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne