• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Sakîne Cansiz li Dêrsimê hat bibîranîn: Ev têkoşîn wê tu carî bi dawî nebe

Dêrsim / AW

9 ÇILE 2025 - 13:47
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Dêrsim – Ji bo Sakîne Cansiz li Dêrsimê bernameya bi bîr anînê hat lidarxistin. Parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît ku di bîranînê de axivî, wiha got: “Em soz didin ku ev têkoşîn wê tu carî bi dawî nebe.”

Ji damezirînerên PKKê Sakîne Cansiz (Sara), Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) û Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn), di 9ê Çileya sala 2013yan de li paytexta Fransayê Parîsê hatin qetilkirin. Sakîne Cansiz, di 12emîn salvegera qetilkirina xwe de li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya li Dêrsimê hat bibîranîn.

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî, parlamenterên DEM Partiyê Ayten Kordu û Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, nûnerên partiyên siyasî û saziyan tev li bîranînê bûn. Di bîranînê de wêneyên jinên hatine qetilkirin hatin hilgirtin û sînevîzyon hate nîşandan.

‘Têkoşîna azadiyê xwedî cihekî girîng e’

 

Piştre jî di bîranînê de axaftin hatin kirin. Parlamentera Dêrsimê Ayten Kordu di bîranînê de axivî, jinên hatin qetilkirin bi bîr anî. Ayten Kordu gotina Abdullah Ocalan a “Ev komkujiya Dêrsimê ya duyemîn e” bi bîr xist û wiha got: “Têkoşîna azadiyê ya hevala Sakîne xwedî cih û hewldaneke pir girîng e. Heval Sakîne di gihandina vê têkoşînê de gelek ked daye. Heval Sakîne digot ‘Jiyana min her tim şer bû’. Li dijî zîhniyeta ku Gelê Kurd înkar û tune dike têkoşîn kir. Bi tevayî canê xwe da. Têkoşîna her 6 hevalên me di têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd de xwedî cihekî girîng e.”

‘Li dijî jinên Kurd şerekî taybet tê meşandin’

 

Parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî anî ziman ku têkoşîna jinan bi gotinan nayê ravekirin, hedefgirtina jinên kurd ên li navenda Parîsê konsepteke nû ketiye meriyetê û wiha axivî: “Ji wê demê ve li dijî jinên Kurd şerekî taybet tê meşandin. Hevalên me yên weke Hevrîn Xelef hatin qetilkirin.” Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bal kişand ser qetilkirina rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan jî û wiha domand: “Jinên Kurd bi felsefeya Jin, jiyan, azadî modelek ava kir û em têkoşîna xwe bi wê didomînin. Em li hemberî her hevrêyekî xwe bi rêzdarî serê xwe ditewînin, em ji hevalê xwe yê ku dibêje ‘Jiyana min her tim şer bû’ re soz didin ku ev têkoşîn wê tu carî bi dawî nebe.”

‘Em tu carî alên wan li erdê nahêlin’

 

Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî, diyar kir ku têkoşîna jinê li her qadê didome û wiha got: “Aqilê dewletê dixwaze pêşengiya jinan a li her qadê tune bike. Naxwaze jin xwe bi rêxistin bikin. Komkujiya hevalên me yên jin li Parîsê, li navenda Ewropayê berdewama vê zîhniyetê ye. Hevalên me yên weke Nagîhan Akarsel, Hêro Bahadîn, Gulîstan Tara jî bi taybet hatin hedefgirtin û qetilkirin. Ger em ewqas behsa têkoşîna jinan dikin û dibêjin ‘Jin Jiyan Azadî’ ev bi saya keda wan e. Em tu carî alên wan li erdê nahêlin. Em ê têkoşîna wan mezin bikin. Kes nikare dawî li vê têkoşînê bîne. Em hemû hevalên xwe yên di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Cîhan Bîlgîn jî di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest da, ji ber şerê qirêj ê li Rojava aşkera kir bû hedef û qetil kirin. Em ê tu carî dest ji têkoşîna wan bernedin. Em ê têkoşîna Sakîne Cansiz a ku got ‘Jiyana min her tim şer bû’ li her derê bidomînin.”

Piştî bîranînê dê gel biçin ser gora Sakîne Cansiz a li Goristana Asrî ya li navenda Dêrsimê.

Etîket: BîranînDBPDEM PartîDêrsimSakîne Cansiz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

3 COTMEH 2026
‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

3 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

25 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne