• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
19 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Omer Ocalan: Aştî jî çareserî jî ji girtîgehan derbas dibe

    Omer Ocalan: Aştî jî çareserî jî ji girtîgehan derbas dibe

    Betalkirina dîplomaya Îmamoglû teqez bû

    Betalkirina dîplomaya Îmamoglû teqez bû

    Çalakiya nobedê di roja 3yan de ye: Ger pêvajo hebe çima girtiyên nexweş nayên berdan?

    Çalakiya nobedê di roja 3yan de ye: Ger pêvajo hebe çima girtiyên nexweş nayên berdan?

    Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê dê biçe Îmraliyê

    Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê dê biçe Îmraliyê

    Li Stenbolê karkerekî jiyana xwe ji dest da

    Li Stenbolê karkerekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Omer Ocalan: Aştî jî çareserî jî ji girtîgehan derbas dibe

    Omer Ocalan: Aştî jî çareserî jî ji girtîgehan derbas dibe

    Betalkirina dîplomaya Îmamoglû teqez bû

    Betalkirina dîplomaya Îmamoglû teqez bû

    Çalakiya nobedê di roja 3yan de ye: Ger pêvajo hebe çima girtiyên nexweş nayên berdan?

    Çalakiya nobedê di roja 3yan de ye: Ger pêvajo hebe çima girtiyên nexweş nayên berdan?

    Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê dê biçe Îmraliyê

    Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê dê biçe Îmraliyê

    Li Stenbolê karkerekî jiyana xwe ji dest da

    Li Stenbolê karkerekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Walîtî û Edliyeya Dersimê salek e Zanîngeha Mûnzûrê dagir kirine!

Heval Onkol / AW

19 MIJDAR 2026 - 11:34
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Dersim – Walîtiya Dersimê zêdetirî salekî ye di avahiyên Zanîngeha Mûnzûrê de dimîne û li gel ku hatibû gotin ev rewş wê salekî berdewam bike jî heya niha walîtiyê nekariye avahiyek nû ji bo xwe çêbike.

Di 12î Îlona 2025an de Walîtî û Edliyeya Dersimê barkiribûn avahiyên Zanîngeha Mûnzûrê û piştî vê biryarê xwendekar û gelek derdoran bertek nîşanî vê yekê dabûn. Her çiqas wê demê hatibe gotin ku ev rewş tenê ji bo salekî dê bidome jî, heya niha guhertinek pêk nehatiye. Hê jî Walîtî û Edliyeya Dersimê di kampûsa nava zanîngehê de ne û xwendekar her roj bi hemû van karmendên dewletê re rû bi rû dimînin.

20 meh cezayê girtîgehê li 2 xwendekaran hat birîn

Piştî vê biryarê xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê ev biryar protesto kiribûn. Ji ber vê protestoyê li dijî gelek xwendekaran lêpirsîn hatibû destpêkirin. Ji xwendekarên ku lêpirsîn li dijî wan hatibû vekirin, li 2 kesan 20 meh cezayê hepsê hate birîn û ev biryar ji bo îstînafê hate şandin.

Rektor gotibû ev rewş dê tenê salekê berdewam bike lê hê jî didome

Piştî ku xwendekaran protesto kir, rektoriyê ji xwendekaran û raya giştî re daxuyaniyek dabû û gotibû ku ev rewş dê tenê salekê berdewam bike. Lê tevî ku di ser re salek derbas bûye jî, walîtî û edliye hê jî di kampusa zanîngehê de ne û derbarê derketina wan de agahiyek nû an jî amadekariyek tune ye.

Xwendekarên ku ji roja yekem ve nerazîbûna xwe tînin ziman, careke din ji Ajansa Welat re diyar kirin ku ew vê rewşê qebûl nakin û ji bo ku perwerdeya wan bi awayekî baş berdewam bike, xwestin ku her du sazî demildest ji kampusê werin derxistin.

Xwendekaran da zanîn ku rektor perwerdeya xwendekaran nade ber çavan û anîn ziman ku mafê wan ê herî xwezayî protesto ye lê rektor li dijî vî mafî darazê wekî amûrekê li dijî wan bi kar tîne. Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Dêrsimê Mehmet Aşkin jî bertek nîşanê vê rewşê da û got ku ev yek li dijî mafê perwerdeyê ya xwendekaran e.

‘Cara yekem e ku di nav kampusekê de avahiyên edliye û walîtiyê cih digirin!’

Mehmet Aşkin bal kişand ser veguhastina avahiyên walîtî û edliyeyê ya li nav kampûsa Zanîngeha Mûnzûrê û wiha got: “Ev rewş li tu welatî nehatiye dîtin; bi temamî rewşeke xerîb e û nayê fêmkirin. Ji ber ku cara yekem e ku di nav kampusekê de avahiyên edliye û walîtiyê cih digirin. Vê rewşê bandoreke xirab li ser jiyana rojane ya xwendekaran kir. Di heman demê de kedkarên perwerde û zanistê jî ji vê rewşê bandor bûn. Ji ber ku her du saziyan li kampusê trafîkeke giran a mirov û wesayîtan bi xwe re anî. Ji ber vê yekê kedkarên perwerde û zanistê jî di jiyana xwe ya kampusê de bi awayekî neyînî bandor bûn.”

Mehmet Aşkin

‘Rektoriyê daxuyaniyeke nerast da’

Mehmet Aşkin diyar kir ku rektoriyê daxuyaniyek dabû û gotibû dê ji cihên cuda derî werin dayîn û wiha domand: “Lê ev gotineke nerast bû; ji ber ku li kampusê tu cih tune ye ku ji cihekî cuda derî were vekirin û tiştekî wiha qet ne pêkan e. Rektor bi xwe jî ev tişt dizanibû lê dîsa jî raya giştî xapand û îdia kir ku dê ji cihekî cuda derî were vekirin û xwendekar, kedkarên perwerde û zanistê, yanî kesên ku li kampusê ne, dê ji vê rewşê bandor nebin. Lê ev tişt qet rast nebû; ji ber ku ji bo wan cihan û van avahiyan tenê deriyek heye û astengkirina wî qet nabe. Vê rewşê jî her kes dizane.”

‘Pirtûkxane veguheriye avahiya edliyeyê’

Mehmet Aşkin bal kişand ser dirûşmeya bingehîn a Zanîngeha Mûnzûrê “Di zanistê de li pêş, di ramanê de azad” û wiha berdewam kir: “Lê ev îfade bi sepanên ku tên kirin re bi eşkereyî li dij hev e. Zanîngeha ku îdia dike di zanistê de pêş e, pirtûkxaneya wê bi xwe têrê nake û ev pirtûkxane jî bi avahiya edliyeyê re tê parvekirin.”

‘Divê demildest ev pirsgirêk were çareserkirin’

Mehmet Aşkin diyar kir ku divê demildest ev pirsgirêk were çareserkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em her cure pirsgirêk û pêdiviyên xwendekaran û kedkarên perwerde û zanistê dişopînin. Ji roja ku biryara veguhastinê hat girtin ve me îtîrazên xwe yên mafdar anîn ziman. Em dixwazin ku kedkarên perwerde û zanistê û xwendekar li kampusê bi awayekî herî azad bijîn û ji bo vî tiştî jî em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Eşkere ye ku saziyên dewletê li gorî daxwaza sendîkayekê biryara xwe naguherin; em tiştekî wiha zêde li bendê nînin. Lê ev rewş nabe asteng ku em têbikoşin û derbarê vê mijarê de raya giştî agahdar bikin. Mixabin sîstem ne demokratîk e, ji ber vê yekê nêrînên pêkhateyên zanîngehê, kedkarên perwerde û zanistê, xwendekaran û sendîkayan nayên girtin. Ji ber ku biryar ji jor ve tên girtin û eşkere ye ku ji jor ve jî tên bicihanîn.”

Etîket: DêrsimEgîtîm Sena DersimêZanîngeha Mûnzûrê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Komeleya Çand û Hunerê ya Mamekî hate vekirin

Komeleya Çand û Hunerê ya Mamekî hate vekirin

20 COTMEH 2026
Îdiaya Tuncay Sonelî bi belgeyan ameye puçkerdene

Di lêpirsîna Gulistan Dokû de 18 kes hatin binçavkirin

27 TÎRMEH 2026
Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

29 HEZÎRAN 2026
Jinan tora îstîsmara zayendî ya polîs-leşker û rêveberiya zanîngehê aşker kir

Jinan tora îstîsmara zayendî ya polîs-leşker û rêveberiya zanîngehê aşker kir

7 HEZÎRAN 2026
Ji Gimgimê heta Dêrsimê: Li dijî talana xwezayê nobetên berxwedanê didomin

Ji Gimgimê heta Dêrsimê: Li dijî talana xwezayê nobetên berxwedanê didomin

31 GULAN 2026
Li Dêrsimê çalakiya li dijî talana xweza û banga têkoşînê

Li Dêrsimê çalakiya li dijî talana xweza û banga têkoşînê

29 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • 89 sal derbas bû, çima cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Tayîp Temel: Di demek nêz de rojnameger dê bikarin bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne