• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rêveberiya Xweser: Li berxwedana Rojava xwedî derkevin

Navenda Nûçeyan / AW

20 ÇILE 2026 - 16:01
Kategorî: ROJANE
A A
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî li Hesekê bi beşdariya bi sedan şêniyên bajêr daxuyanî da. Di daxuyaniyê de plana navneteweyî ya li dijî herêmê hate vegotin û banga xwedîderketina li berxwedana Rojava hate kirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî di derbarê êriş û planên li ser Rojava li bajarê Hesekê daxuyanî da. Daxuyanî bi beşdarbûna bi sedan welatiyên tevlî banga seferberiyê bûne pêk hat. Daxuyanî ji aliyê Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Hesen Koçer ve hate xwendin.

Hêzên navnetewî şirîkên komkujiyan in

Hesen Koçer diyar kir êrişên ji 6ê Çileyê ve her ku diçe zêdetir dibin û ev tişt anî ziman: “Ev êriş bi armanca tunekirina gelê Kurd û hêzên demokratîk e. Armanca wan ew e ku Rêveberiya Xweser tune bikin. Îro dixwazin DAIŞê vejînin û bi wan gelê herêmê tune bikin. Berxwedana îro li girtîgeha El Eqtan a li bajarê Reqayê ku bi sedan çeteyên DAIŞê tê de girtî ne, mînak e. Hîn li wir şervanên HSDê bi hemû hêza xwe berxwedaneke bêhempa dikin. Tevî êrişan jî hêzên li dijî DAIŞê destwerdanê nakin. Ev tê wateya hêzên navneteweyî şirîkên komkujiyan in.”

Divê em hemû ji bo parastinê amade bin

Hesen Koçer di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku gelê Kurd li dijî şerê tunekirinê derketiye û ji tevahî gelê Kurd xwest parastina destkeftî û rûmeta xwe bikin. Koçer wiha pê de çû: “Îro rûmeta gelê Kurd dikin hedef. Neteweya Kurd di bin êrişan de ye. Lewma divê em hemû ji bo parastinê amade bin.”
Hesen koçer got, “Maskeyên rûyê hêzên navneteweyî aşkera bûne û rastiya wan di ne destwerdana girtîgehên DAIŞê de diyar bû” û wiha dewam kir: “Diyar bû ew dixwazin dewleteke terorîst li ser desthilatdariya Sûriyeyê be. Wê jî li dijî Heşdî Şebî ya li Iraqê bidin şerkirin. Divê gelê me ji bo parastinê amade be. Em ê hemû destkeftiyên gelê xwe biparêzin. Divê gelê Kurd dest ji malên xwe bernede.”

Em ê tu carî dest ji xaka xwe bernadin

Hesen Koçer her wiha bang li hêzên demokratîk ên cîhanê kir ku xwedî li berxwedana Rojava derkevin û wiha axivî: “Bila gelê Kurd li hemû welatên cîhanê çalakiyan li dar bixe û bi taybet li welatên Ewropayê. Divê em bibin xwedî biryar.”

Hesen Koçer di dawiya axaftina xwe de got: “Em ê tu carî dest ji xaka xwe bernadin, me aştî xwest lê wan xwest teslîmiyetê li ser me ferz bikin. Di civîna dawîn de dibêjin çekên xwe deynin û teslîm bibin.”

 

Etîket: Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê SûriyeyêRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026
Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne