• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Divê her kes li dijî êrişan berpirsyartiya xwe bi cih bîne’

Fexredîn Kiliç - Esra Polat / AW

20 ÇILE 2026 - 09:43
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Hevberdevkên Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyigit û Mehmet Kamaç ên têkildarî êrişên li dijî Rojava axivîn destnîşan kirin ku divê her kes di vê pêvajoyê de berpirsyariya xwe bi cih bîne û diyar kirin ku ji bo pêşiyê li êrişan bigirin divê gelê Kurd demildest yekîtiya xwe ava bike.

Platforma Saziyên Demokratîk, Însiyatifa Yekîtiya Demokratîk, Platforma Yekitiya Jinên Kurd û Partiyên Kurdîstanî têkildarî êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh li Amedê daxuyanî dan û bang kirin ku her kes bi ruhê Kobanê rabe li ser pêyan. Hevberdevkên Înîsiyatîfa ulcan Kaçmaz Sayyigit û Hevberdevkê Inîsiyatîfa Yekîtiyê ya Demokratik û Parlementera DEM Partiyê ya Amedê Mehmet Kamaç têkildarî êrişên li ser Rojava pêktên bertek nişandan û ajans a me re axivîn.

‘Rojava ronahiya çavê gelê Kurd e’

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku divê siyasetmedar, saziyên sivîl ên demokratîk, parazvanê mafên mirovan, çapemenî herkes li gorî berpirsyartiya xwe tevbigere û wiha got: “Rojava xeta me ya sor e; ji ber ku Rojava ronahiya çavê gelê Kurd e. Berxwedana li Rojava derkete holê, ji bo hemû cîhanê bû mînak. Îro li Rojhilata Navîn, şerê Cîhanê yê Sêyemîn diqewime; ew netew-dewlet bixwazin jî nexwazin jî Kurd hene. Ew netew-dewlet bixwazin jî nexwazin jî, Kurd li ber xwe didin. Heta îro çawa li berxwedane dê ji îro şûnda jî li ber xwe bidin.”

‘Gotina herî dawî ya gelê Rojavayê Kurdistanê ye’

Gulcan Kaçmaz Sayyigit anî ziman ku weke Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, hewce ye ku xebata yekîtiyê bimeşînin û xurttir bikin. Gulcan Sayyîgît destnîşankir ku ew dê li dijî hişmendiya tarî ya DAÎŞê bisekinin û wiha domane: “Em ê li gel yekîtiya gelan, jiyaneke nû ya bi hev re hatiye afirandin li gel ronahiya wê derê bin, li gel berxwedana Rojava bin û got: “Êdî ew ezmûn pêşiya me tevan e. Pêşiya netew-dewletan e jî. Divê her kes îro li gorî wê aliyê xwe nîşan bide, zelal bike. Gotina herî dawî ya gelê Rojavayê Kurdistanê yê li wê derê li ber xwe dide ye.”

‘Êdî zagonên Trump di dinya yê de derbas dar in’

Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratik Mehmet Kamaç jî êriş şermezar kirin û anî ziman ku Rojhilata Navîn, dinya di rewşeke girîng re derbas dibe. Mehmet Kamaç bi lêv kir ku pergala dinyayê têk çûye û wiha bilêv kir: “Dibêjin êdî zagonên Trump di dinyayê de derbasdar in. Tu yasayên hiqûqî û siyasî êdî nayên bikaranîn. Rojhilata Navîn di rojên girîng re derbas dibe. Ji bo vê Rojhilata Navîn ji bo sedsala 21emîn ji nû ve tê dîzaynkirin, tê sererastkirin. Rewşa Rojava, em hemû dibînin. Rojava, di rojên dîrokî re derbas dibe. Dixwazin li wir êrîşên hovane bikin û destkeftiyên Kurdan ji holê rakin. Mijar ne mijara partiyekê an îdeolojiyekî ye yan nêrînekî ye; êriş li ser tevahî gelê Kurd tên kirin. Her wiha li Bakurê Kurdistanê, pêvajoyekê destpêkiriye û berdewam dike. Heta ku milletê Kurd yekîtiya xwe ava neke, yekhelwestiya xwe ava neke, yekrêziya xwe ava neke; mixabin parçe parçe Kurdan tune dikin. Dixwazin Kurdan ji holê rakin.”

‘Divê Kurd yekitiyê mezintir bikin’

Mehmet Kamaç bal kişand ser hevdîtinên di navbera rayedarên Rêveberiya Xweser a Rojava û Herêma Kurdistanê û wiha domand: “Ev yek cihê dilxweşiyê û kêfxweşiyê ye. Divê Kurd vî wêneyî mezintir bikin. Di asta jorîn de yekîtiya xwe, li ser rayedarên xwe ava bikin. Û ev daxwaza milletê Kurd a çar parçeyên Kurdistanê û Kurdên hemû dinyayê ye. Em divê vê rêxistin bikin. berî sed salan Lozan îmze kirin niha jî Peymana Parîsê. Gelê Kurd, divê van her du peymanên navnetewî, li gorî xwe binirxîne. Di 103 sal beriya niha di Lozanê de Kurd hatin parçekirin. Ji rojeva dinyayê hatin derxistin. Li ser peymana Parîsê, êrîşên hovane û pir-alî li ser Kurdan didomin. Gelê Kurd bila vê hişmendiyê bibîne. Peymana Lozanê li ser Kurdan çi ferz dike, Peymana Parîsê jî li ser Kurdan heman tiştî ferz dike. Sekna ku di Lozanê de gelê Kurd nîşan da, bila vê gavê nîşan nede. Bila vê gavê li ser vê hişmendiyê, helwesta xwe li hember vê peymanê pêk bîne. Ji bo vê em wekî Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, em bangewaziya li çar parçeyên Kurdistanê û hemû Kurdan dikin. Em bêjin partî û nêrîn û îdeolojî û baweriyên we çi dibin bla bibin; ev peymane li ser qirkirina milletê Kurd tên kirin. Em li dijî van peymana ne, em sekna xwe ya neteweyî diyar bikin.”

‘Paradigmaya piralî ditirsin’

Mehmet Kamaç destnîşan kir ku li hemberî paradîgmaya yekperest, paradîgmayekî pirolî, pirbawerî, pirnasnameyî heye û ev paradîgma, tirsê dixe dilê hemû netew-dewletan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Niha tirs ketiye dilê netew-dewletên ku demokrasiyê, azadiyê, wekheviyê naxwazin. Em Kurd jî li ser axa xwe hatine parçekirin. Aliyê fizîkî, sînorên me hatine parçekirin, ji aliyê hişmendî û ruhî ve em yek in. Em her tim bangawaziyê dikin, em naxwazin dema êrîş li ser gelê Kurd pêk tê, yekîtî bê avakirin. Bangawaziya me di serî de ji bo hemû Kurdên xwedî şeref, xwedî exlaq û xwedî wijdan e; ew tişta niha Rojava diqewime, divê her Kurd dengê xwe derxîne. Erê li Bakurê Kurdistanê, li Tirkiyê, li parçeyên din niha bertekek derketiye holê, lê mixabin ew têrê nake. Hem mafê xwe yê demokratîk em bikar bînin, çalakiyên xwe bikin, li kolanan çalakiyan bikin. Hem ser dîplomasiyê xebata xwe bimeşînin, hem jî demildest yekîtiya xwe ava bikin ku êdî êrişên li ser gelê Kurd û Kurdistanê neqewimin.”

Etîket: Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz SayyîgîtHevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet KamaçRojavaYekitiya Neteweyî ya Kurd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026
Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne