• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Salih Muslim: Heke şer belav bibe hemû kes dê winda bike

Mahmût Altintaş / AW

17 ÇILE 2026 - 10:16
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Endamê Konseya Hevserokatiya PYDê Salih Muslim diyar kir ku êrişan piştî civîna Parîsê li ser planên Tirkiyeyê dest pê kiriyê û got: “Heke şer belav bibe hemû kes dê winda bike. Li Sûriyeyê dê carek din şerê navxweyî derkeve. Ji bo wê jî em dixwazin vegerin ser peymana 10ê Adarê û pirsgirêkan çareser bikin.”

Çeteyên HTŞê û SMOyê ango girêdayî Tirkiyeyê di 6ê Çileyê de li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dest bi êrişan kirin. Niştecihên van taxan ku hemû Kurd in, bi komkujiyan re rû bi rû man. Di êrişên çeteyan de jin û zarok jî di nav de gelek kes hatin kuştin û bi sedhezaran kes jî koçî bajarên din ên Rojava kirin. Komên çetê piştî êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê vê care berê xwe dan Dêr Hafir û Bendava Tişrînê. Tirkiye jî bi êrişên dronan piştgiriya êrişên çeteyan kir. Êrişên li ser herêmê ranewestiyane û hêzên koalîsyonê jî duh derbasî Dêr Hafirê bûn û li wir bi Hezên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re hevdîtinek pêk anîn.

Metirsî û xetereyên êriş û komkujiyan li ser gelên li Rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Tevî hemû nerazîbûn û hêrs û banga gelê Kurd û dostên wan jî êriş nasekinin û li her derê Kurd li ser pêya ne. Li aliyê din jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û HSD dixwaze bi rêya muzakere û diyalogê pirsgirêkan çareser bike.

Endamê Konseya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim geşedanên li herêmê ji Ajansa Welat re nirxand.

‘Agir berdidin mal û milkê xelkê’

Salih Muslim anî ziman ku êrişên li herêmê pêk tên encama hişmendiya HTŞê ya li dijî netew û baweriyên cuda ye û got ku ji ber wê jî hemû komên çete li ser vê hişmendiyê digihîjin hevdu. Salih Muslim diyar kir ku ji ber vê hişmendiyê hevpeymanên hatine îmzekirin jî tên binpêkirin û HTŞê yekîtiya Sûriyeyê naparêze. Salih Muslim bi lêv kir ku ketina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatiye qedexekirin û wiha got: “Ji bilî ragihandina xwe destûr nadin tu kes bikeve taxan. Dengê guleyan û şer ji her du taxan tê. Tax hê jî dorpeçkirî ne. Agir berdidin xaniyên welatiyan û kiryarên xwe didomînin. Niha jî berê xwe dane Dêr Hafirê. Heta niha rû bi rû şer çênebûyê lê bi dronan topbaran dikin. Armanca êrişên li ser Dêr Hafirê ew e ku gel ji wir koçber bike. Welatiyên li wir derdikevin jî ber bi herêmên me ve tên. Lê weke ku yên ji wir derdikevin ber bi wan ve diçin, bi vî awayî propagandayê dikin. Dronên Tirkiyê jî bomberan dikin. Koalîsyona navneteweyî jî navbenkariyê dike ji bo êriş rawestin û li hev hatinek bibe.”

‘Başurê Sûriyê dan Îsraîl û Heleb jî dan Tirkiyeyê’

Salih Muslim bal kişand ser civîna Parîse ku HTŞê, Îsraîl û Tirkiyeyê civiyabû û têkiliya wê civînê û êrişan wiha nirxand: “Di 4ê Çileyê de şandeyeke Rêveberiya Xweser li Şamê bi HTŞê re civiya. Di dawiya civînê de Wezîrê Karên Derve Şeybanî dikeve hundir û nahêle şandeya HTŞê lihevkirinê îmze bike û dibêje çend roj şûnve îmze bikin. Lê her tişt amade bû. Di 6ê Çileyê de li Parîsê civînek çêbû. Di heman wextê de êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest pê kirin. Em wisa dinirxînin ku di wê civînê de aliyekî Sûriyê dan Îsraîlê û ji bo Îsraîl jî mudaxileyî êrişan neke xwe garantî kirin û dest bi êrişan kirin. Hakan Fîdan jî li wir bû. Diyare ji berê ve plansaziya xwe kiribûn. Ji bo wê jî diyare têkiliya êrişan û civîna Parîsê bi hev re heye. Li wir Îsraîlê garantî daye ku mudaxile nakin. Ji ber wê jî hêzên navneteweyî li dijî van êrişan bêdeng man. Yanî Başûrê Sûriyê dan Îsraîl û Heleb jî dan Tirkiyeyê.”

‘Planeke mezin li ser Kurdan tê meşandin’

Salih Muslim destnîşan kir ku ji îmzakirina Peymana 10ê Adarê vir ve Tirkiyeyê hewl daye peymanê hilweşîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema Peymana 10ê Adarê hat îmzekirin Tirkiyeyê di nav de tune bû. Tirkiye wê demê ji peymanê re ne amade bû. Hikumeta Şamê û HSDê bi çavdêriya Amerîkayê îmze kir. Tirkiye ji meseleyê dûr xistin. Tirkiye li dijî hevpeymanê bû. Hevpeymana 1ê Nîsanê ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî wisa bû. Ji ber ku Amerîka di nav de heye nikarin bêjin em Peymana 10ê Adarê qebûl nakin lê dibêjin bila li gorî şertên me be. Ji ber wê jî çi êriş li vir bibin haya Tirkiyeyê jê heye û di nav de ye. Di êrişên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de jî hem leşkerên wan hebûn û hem jî komên giredayî wan hebûn. Dronên wan jî nesekinîne. Tangên êriş kirin jî yên Tirkiyeyê bûn. Her wiha çekên giran jî yên Tirkiyeyê bûn. Yanî ew êriş di bin kontrola Tirkiyeyê de bû. Êrişên Dêr Hafirê jî her wiha wisa. Bi dronên xwe êriş dikin. Lê ev yek dê li ser Tirkiyeyê jî xetere çêbike. Hinek dixwazin pêvajoya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatiye destpêkirin xira bikin û hem jî pêvajoya li vir xirab bikin. Planeke mezin li ser Kurdan tê meşandin.”

‘Destdirêjayiyê bikin şer dê li tevahiya Sûriyeyê belav bibe’

Salih Muslim diyar kir ku Tirkiye dixwaze şer belavî herêmê bibe û wiha axivî: “Plana wan ne Dêr Hafir e, Dixwazin Bendava Tişrînê derbas bikin û heta Rêveberiya Xweser werin û destkêftiyan ji holê rakin. Helbet destê me jî ne giredayî ye. Em aramiyê dixwazin lê destdirêjayiyê bikin şer dê li tevahî Sûriyeyê belav bibe. Dê li ku biqede ne diyar e. Em naxwazin şer belav bibe. Heza HSDê heye ku şer bike û herêma xwe biparêze. Lê em naxwazin şer berfireh bikin. Ji ber wê em li çareseriyê digerin. Heke şer belav bibe hemû kes dê winda bike. Li Sûriyeyê dê carek din şerê navxweyî derkeve. Ji bo wê jî em dixwazin vegerin ser Peymana 10ê Adarê û pirsgirêkan çareser bikin.”

Bêdengiya hêzên garantor

Salih Muslim derbarê bêdengiya hezên garantor ên li herêmê de jî ev yek anî ziman: “Dibêjin divê welatiyên sivîl bên parastin lê heta niha ji Tirkiyeyê re negotine bisekine. Ev jî dide xuya kirin rê dane Tirkiyeyê. Ev jî nayê qebûlkirin. Duh konvoyeke Amerîka çû Dêr Hafirê. Dê çi bikin ne diyar e. Lê wisa xuyaye dê navbenkariyê bikin. Dibe ku agirbesteke bikin. Lê heta niha di pratîkê de tiştek nekirine. Hemû jî li gorî berjewendiyên xwe bi Tirkiyeyê re ne. Yanî çi dike Tirkiye dike, li gorî planên wan pêk tê. Êdî çi berjewendiyên bazirganiyê bi Tirkiyeyê re hebin ew jî deng nakin.”

 

Etîket: çeteyên HTŞê û SMOyêEndamê Konseya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih MuslimHelebHSDÎsraîlRêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê SûriyeyêSalih MuslimŞamSûriyeTirkiye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îsraîl bi êrişan dixwaze Tirkiyeyê ji Sûriyeyê derxe

Îsraîl bi êrişan dixwaze Tirkiyeyê ji Sûriyeyê derxe

20 TEBAX 2026
Amerîka mekanîzmaya astengkirina şerê navbera Îsraîl-Tirkiye-Sûriyeyê ava dike!

Amerîka mekanîzmaya astengkirina şerê navbera Îsraîl-Tirkiye-Sûriyeyê ava dike!

19 TEBAX 2026
Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Pakîstan dê parastina xwe hevpar bikin

Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Pakîstan dê parastina xwe hevpar bikin

7 TEBAX 2026
Netanyahu plana Trump red kir

Netanyahu plana Trump red kir

5 TEBAX 2026
Trump: Bi Hamasê re lihevkirinek çêbû

Trump: Bi Hamasê re lihevkirinek çêbû

31 TÎRMEH 2026
Di 24 saetan de li Sûriyeyê 11 kes hatin kuştin

Di 24 saetan de li Sûriyeyê 11 kes hatin kuştin

29 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne