• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Êrişên li dijî taxên Kurdan ji holêrakirina destkeftiyên Rojava ye”

Amed / AW

10 ÇILE 2026 - 14:37
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
PDK-Bakur, PSK, PWK û HAK-PARê bi daxuyaniyekê êrişên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê şermezar kir û destnîşan kirin ku ev êriş rê li ber komkujiya gelê Kurd vedikin û ceribandina ji holêrakirina destkeftiyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê ye.

 

Çeteyên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û Tirkiyeyê, ji 6ê Çileyê ve êrişên dijwar dibin ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêdê yên Helebê û jin û zarok di nav de gelek sivîl qetil kirin. Bertekên li dijî êrişan berdewam dikin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), Partiya Maf û Azadîyan (HAK-PAR), têkildarî êrişên li dijî taxên Helebê û serhildana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê li avahiya Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat a li navçeya Yenîşehîr a Amedê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Em êrişên li ser taxên Kurdan ên li Helebê şermezar dikin. Em piştgiriya serîhildana gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dikin” û ala Herêma Kurdistana Federe hate daliqandin. Endam û rêveberên partiyan tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya bi zaravayê kurmancî yê Kurdî Cîgirê Serokê PWKê yê Giştî Mehmet Can Azbay xwend. Daxuyaniya bi Tirkî jî Serokê HAK-PARê yê Amedê Mûstafa Okûmûş xwend.

Mehmet Can Azbay diyar kir ku çeteyên girêdayî Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefîyê ku piranîya wan Kurd in êrîşên dijminane pêk tînin û wiha got: “Di encama van êrîşan de gelek kuştî û birîndar hene. Rêvebirîya Şamê bi hişmendîya nîjadperestî, şowenî ya erebî, bi van êrîşan dixwaze demografîya Helebê biguherîne û rê li komkujîya gelê Kurd vedike. Êrîşên Rêvebirîya Şamê yên li ser taxên Kurdan ên Helebê, ceribandina ji holê rakirina destkeftîyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê û pêk anîna sîyaseta dewleteke unîter, totaliter, erebî ye.”

‘Êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê erişen terorî ne’

Mehmet Can Azbay destnîşan kir ku êrişên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê yên li ser taxên Kurdan destpêka rê li ber girtina, statuyeke Rojavayê Kurdistanê ye û wiha domand: “Destpêka rê li ber girtina azadî, demokrasî, edalet, pir rengî û wekhevîya hemû pêkhateyên etnîkî, dînî, mezhebî, civakî yê li Sûrîyeyê ye. Êrîşên komên çekdar yên girêdayî Rêvebirîya Şamê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ku piranîya wan kurd in, êrişên terorî ne, em van êrîşan şermezar dikin. Em bangî Hevpeymanîya Navdewletî, saziyên navdewletî, bi taybetî Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê dikin da ku demildest rê li ber van êrîşên Rêvebirîya Şamê bigirin.”

‘Divê Tirkiye dest ji piştgiriya hêzên nijadperest ên li Sûriyeyê berde’

Mehmet Can Azbay bang li dewleta Tirkiyeyê kir ku dest ji piştgiriya hêzên nijadperest û tundrew yên li Sûriyeyê berde, siyaseta li dijî Kurd biterikîne û wiha pê de çû: “Hemû Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê divê van êrîşên hêzên tundrew yên li ser taxên Kurdan ên li Helebê bi helwesteke yekgirtî şermezar bikin, divê li doza gelê me yê Rojavayê Kurdistanê xwedî derkevin, piştgirîya wan bigrin. Weke HAK-PAR, PDK-BAKUR, PSK, PWK, em bi hemû hêza xwe piştgirîya têkoşîna gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ya ji bo sîstemeke federalî, demokratik, wekhev, azad û dadwer û têkoşîna hemû pêkhateyên neteweyî, etnîkî, dînî, mezhebî, civakî ya hemû gelên Sûrîyeyê dikin.”

‘Ev pêvajo dê bidawîhatina Rejîma Îranê bileztir bike’

Mehmet Can Azbay bi lêv kir ku piştgirîya serîhildana gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî dikin û destnîşan kir ku serîhildan û berxwedana gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dê pêvajoya bidawîhatina Rejîma Îslamî ya Dewleta Îranê bileztir bike.

Mehmet Can Azbay ku êrişên Dewleta Îranê yên li dijî gelê sivîl şermezar kirin, xwest ev êriş demildest bên rawestandin û ev bang kir: “Em bang li saziyên navdewletî, bi taybetî li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê dikin ku ji bo rawestandina van zext û komkujiyên Dewleta Îranê, helwesteke bi bandor nîşan bidin.

Li dijî zext û komkujiyên Îranê dengê xwe bilind bikin

Em bang li hemû kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê û li dîasporayê dikin ku bi şêweyekî hevbeş û bi bandor piştgirîya serhildana azadiyê ya gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bikin. Her wiha em bang li hemû sazî û dezgehên siyasî, sivîl û demokratîk ên cîhanê yên ku alîgirê aştî, azadî, demokrasi, mafê mirovan û dadperweriyê ne dikin ku li dijî van zext û komkujîyên Dewleta Îranê dengê xwe bilind bikin û helwesteke xurt nîşan bidin.

Azadiya gelê me di tifaqa neteweyî re derbas dibe

Bêgûman xala destpêkê ya azadîya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê di yekrêzîya gelê me û tifaqa neteweyî, demokratîk ya partiyên siyasî de re derbas dibe. Em Navenda Dîyalogê ya ji bo Hevkarîya Partîyên Kurdistana Îranê ku ji 7 partiyên siyasî pêk tê, bi rêzdarî silav dikin. Em bi hemû hêza xwe piştgirîya têkoşîna hemû gelên Îranê û gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê ya li dijî zilmê û zordarîyê dikin.”

 

Etîket: EşrefiyeHelebPartiya Maf û Azadîyan (HAK-PAR)Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)PDK-BakurPSKRojavaŞêxmeqsûd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026
Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne