• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Gelê Kurd bi yekîtiyê dikare pêşiyê li êrişan bigire’

Fexredîn Kiliç / AW

10 ÇILE 2026 - 09:03
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya DBPê Elîf Tîrenç Îpek têkildarî êrişên li dijî Taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyeyê destnîşan kir ku gelê Kurd bi avakirina yekîtiyê dikare pêşiyê li êrişan bigire û got: “Heke em nebin yek û weke gel bi hev re ji van êrişan re nebin bersiv dê gelê Kurd bi qirkirinê re rû bi rû bimîne.”

Komên paramîlîter ên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û Tirkiyeyê, ji 6ê Çileyê ve êrişên dijwar dibin ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêdê yê Helebê. Li Kurdistan, Tirkiye û welatên Ewropayê gelek kes daketin kolanan û ev êriş şermezar kirin. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Elîf Tîrenç Îpek têkildarî êrişan ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku gelê Kurd bi avakirina yekîtiyê dikare pêşiyê li êrişan bigire.

‘Tirkiye bi feraseta mêtîngeriyê tevdigere’

Elîf Tîrenç Îpek qala polîtîkayên dewletên emperyalîst ên li ser Rojhilata Navîn kir û bal kişand ser hesabên Amerîka, Îsraîl û Ingilîstanê yên li ser Sûriyeyê. Elîf Îpek Tîrenç diyar kir ku Tirkiye jî hêzeke emperyal e û got: “Tirkiye bi feraseta mêtîngeriyê tevdigere. Tirkiye dixwaze li Sûriyeyê para xwe bigire, li wir bibe xwedî gotinek û bibe şirîka desthilata li wê derê. Tirkiye îhtîmala ku gelê Kurd li Sûriyeyê destkeftiyan bidest bixe dike hinceta mayîna li Sûriyeyê. Ji ber vê yekê mudaxileyî Sûriyeyê dike. Tirkiye ji bo tevliheviya li wir bidome bi hêzên emperyal re tevdigere.”

‘Çete ji aliyê Tirkiyeyê ve tên xwedîkirin’

Elîf Îpek Tîrenç diyar kir ku bêdengiya sazî û dezgehên navneteweyî û dewletan girêdayî polîtîkayên emperyalîst in û wiha domand: “Di çarçoveya polîtîkayên ku dimeşîn in de bêdeng dimînin. Bêdengiya wan tercîheke polîtîk e. Ji ber şerê desthilatê yê li Sûriyeyê berdewam dike jî bêdengiyek heye. Îsraîl, Amerîka, Ingîlistan, Tirkiye parçeyê vê yekê ne.” Elîf Tîrenç Îpek, bal kişand ser çeteyên girêdayî Tirkiyeyê û wiha pê de çû: “Ew çete weke bingeh ji DAIŞê hatine û hêzên cîhadîst ên weke amûr tên bikaranînin. Ev çeteyên ku amûrên şer in ji aliyê Tirkiyeyê ve tên xwedîkirin. Ji ber ku tevliheviya li Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi kêrî gelek dewletan tê, bêdengiyek heye.”

‘Li Bakur pêvajoya aştiyê tê meşandin gef li Kurdên li Rojava tê xwarin’

Elîf Îpek Tîrenç qala polîtîkayên Tirkiyeyê yên di pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de kir û ev tişt gotin: “Ji aliyê Kurdan ve hûn nikarin li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bêjin aştî û li Rojava û Sûriyeyê piştevaniya şer bikin. Ev ji bo herkesê rîskeke. Tevî pêvajoya heyî Tirkiye mudaxile li destkeftiyên gelê Kurd ên li Sûriyeyê û Rojava dike. Bi vê nakokiyê ne li hundir ne jî li derve polîtîkayeke baş nikare were birêvebirin. Ji bo gelê Kurd li her çar parçeyan jî xetereya qirkirinê heye. Ji ber vê yekê nayê qebûlkirin ku di demeke li Bakur pêvajoya aştiyê tê meşandin de bi qirkirinê gef li Kurdên li Rojava bê xwarin. Kurdekî ku li ser rûyê dinê dijî vê yekê qebûl nake. Ev polîtîkayên Tirkiyeyê yên dudil hene. Ji van polîtîkayên Tirkiyeyê jî xuya dike ku pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ji bo wê çi îfade dike. Ji ber heta niha di pêvajoyê de her tim mijûl dikin. Hêj gaveke şênber neavêtin. Ji ber vê yekê jî bawerî jî neda gelê me yê li vir. Polîtîkayên qirkirinê ku Tirkiye li Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî Kurdan dimeşîne jî vê yekê piştrast dike.”

‘Divê berî her tiştî em bibin yek’

Elîf Tîrenç Îpek destnîşan kir ku ji bo pêşî li êrişên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê bê girtin divê gelê Kurd yekîtiya xwe pêk bîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Têkildarî yekîtiyê gelek xebat hatin kirin hêj jî tên meşandin. Gelê Kurd her çiqas hatibe parçekirin jî divê ruhê yekîtiyê di nava xwe de bihewîne. Di pêvajoya Kobanê de me ev bi awayekî zelal dît. Gelê Kurd ê li Rojava bi qirqirinekê re rû bi rû ma. Bi serhildanên li Bakur û Başûr, Kobanê karî bêhnê bistîne. Ji ber vê yekê jî divê ji bo pêvajoya niha jî xebateke sereke li ser yekîtiyê bê kirin. Gotineke mezinan heye; ‘Heke em nebin yek em ê herin yek bi yek.’ Heke em nebin yek û weke gel bi hev re ji van êrişan re nebin bersiv dê gelê Kurd bi qirkirinê re rû bi rû bimîne. Divê berî her tiştî em bibin yek.”

Etîket: Elîf Tîrenç ÎpekÊrişên çeteyanHelebSûriyeTaxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji bo vegera efrîniyan amadekariyên dawîn tên kirin

Li Efrînê desteserkirina erd û milkên Kurdan didome

1 TÎRMEH 2026
Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

25 HEZÎRAN 2026
Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

14 HEZÎRAN 2026
Îsraîl kontrola li ser başûrê Sûriyeyê zêde dike: Bi 30 wesayîtan kete Quneytrayê

Îsraîl kontrola li ser başûrê Sûriyeyê zêde dike: Bi 30 wesayîtan kete Quneytrayê

14 HEZÎRAN 2026
Li dijî Elewî û Durziyên li Sûriyeyê kampanyaya nefretê

Li dijî Elewî û Durziyên li Sûriyeyê kampanyaya nefretê

2 HEZÎRAN 2026
Îlham Ehmed serdana Şêxmeqsûdê kir

Îlham Ehmed serdana Şêxmeqsûdê kir

1 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (36)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne