• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Hunermendên Kurd: Divê gelê Kurd li dijî qirkirinê bêdeng nemîne

Navenda Nûçeyan / AW

8 ÇILE 2026 - 20:13
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hunermendên endamên TEV-ÇANDa Ewropayê têkildarî êrişên li dijî Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê bang li hemû gelê Kurd kir ku li dijî qirkirinê bêdeng nemînin û destkeftiyên xwe biparêzin.

Hunermendên endamên TEV-ÇAND Ewropayê têkildarî êrişên çeteyên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê û Tirkiyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêdê yên Helebê û berxwedana li Rojhilat û Îranê daxuyanî dan û banga xwedîderketina li Rojava û Rojhilat kirin.

Hunermend Xelîl Xemgîn ewilî li ser navê TEV-ÇANDa Ewropayê axivî. Hunermend Hozan Şemdîn, Cewad Merwanî û Hekîm Sefkan jî yek bi yek axivîn û bal kişandin ser girîngiya Rojava.

‘Divê hemû çalakî biplankirî bên meşandin’

Xelîl Xemgîn diyar kir ku bi taybetî Kurdên li Ewropayê bang li hemû partî û rêxistinên gelê Kurd kir û wiha got: “Divê hemû çalaki bi plankirî bên meşandin. Her kes ji ber xwe çalakiyan neke. Pêdivî bi komîsyoneke ku hemû partî û rêxistinên Kurd werin cem hevdu heye. Divê ji bo çalakiyên sivîl komîsyonek were lidarxistin. Em vê ji bo yekitiyê ji bo çalaki encam bistînin ji bo ku em berxwedana gelê xwe bi rêk û pêk bi pêş ve bibin bangeke pêwîst e. Divê hemû sazî û dezgeh alî di vê komîsyonê de bi cih bigire. Wê demê em dikarin bêjin bi taybetî civaka Kurd di berxwedanê de bi rengekî resen cihê xwe bigire. Hêviya me ew e ku her kes vî dengê me bibihîze bi taybetî jî siyaseta Kurd.”

‘Em dengê xwe bikin yek’

Xelîl Xemgîn di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Bi taybetî gelê me yê li her çar aliyê Kurdistanê û Ewropayê gelê me yê li her derê em li ku bin bila bibin divê li dijî qirkirina li ser gelê me yê li Helebê dengê xwe bilind bikin, em dengê xwe bikin yek. Gelê me li ser lingan e û wê tu caran destûra qirkirinê nede. Bijî berxwedana gelê me ya li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.”

‘Em ji bo destkeftiyên xwe dengê xwe bigihînin cîhanê’

Hozan Şemdîn jî diyar kir ku êrişên niha tên kirin ji bo destkeftiyên gelê Kurd ên li Başûr, Rojava û Rojhilat çênebin dikin û wiha got: “Niha li Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û li Rojhilat gelê me li ser pêyan e. Ji bo ku em van destkeftiyên xwe biparêzin, biserbixin em jî weke hunermendên Kurd bang li gelê xwe yê li Ewropayê û li her çar aliyê Kurdistanê dikin ku em di vê deme de serbikevin ku nav û dengê gelê Kurd û Kurdistanê bigihije dinyayê. Gelê Kurd jî di nava demokrasiyê de di nava aştiyê de bijî. Her bijî berxwedana Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û rojhilatê Kurdistanê.”

‘Li dijî qirkirinê bêdeng nemînin’

Hunermend Cewad Merwanî jî destnîşan kir ku îro li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê qirkirina li dijî gelê Kurd berdewam dike. Ev şer şerê dewleta Tirk û destkeftiyên Kurdan e. Naxwazin gelê Kurd bi tu awayî destkeftiyên xwe biparêze. Em dibînin ku careke din li Parîsê li ser masê Kurd firotin. Divê em li her derê rabin ser piyan. Çi hunermend dibe çi nivîskar dibe çi mirovên pêşketî û mirovên gelê Kurd dibin. Divê îro em li dijî vê qirkirinê û dewleta Tirk û leyîstokên wan bêdeng nemînin li her derê çalakiyên xwe bidomînin.”

‘Kordîneya vî şerî dewleta Tirk dike’

Hunermend Hekîm Sefkan jî wiha got: “Bi rojane êrişeke bêhempa li ser taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê heye. Her wiha li aliyê din li rojhilatê Kurdistanê weke berdewama şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ gelê me li ser pêyan e. Êrişên li dijî Helebê weke êrişên li dijî Sûrê, Hezexê û Cizîrê ne. Ji vir jî tê fêmkirin ku kordîneya vî şerî dewleta Tirk a dagirker dike. Ji ber vê yekê divê gelê bi taybet li Ewropayê li hemû deverên dinyayê dengê xwe bilind bikin û piştgiriya gelê xwe yê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê bikin. Her wiha em ji bo azadiya gelê xwe yê li Rojhilat dengê xwe bigihînin cîhanê. Roj roja ku em destê xwe bidin hevdû û tariyê parçe parçe bikin e. Bijî berxwedana Rojhilat. Bijî berxwedana Rojava. Bijî berxwedana Eşrefiyê û Şêxmeqsûd.”

Etîket: Cewad MerwanîHekîm SefkanHelebHozan ŞemdînHunermendên KurdRojavaRojhilatê KurdistanêTEV-ÇANDXelîl Xemgîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

17 TEBAX 2026
Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 3  Cewad Merwanî: Ji 45 hezar stranan 4 hezarê wan hatin rizgarkirin

Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 3
Cewad Merwanî: Ji 45 hezar stranan 4 hezarê wan hatin rizgarkirin

15 TEBAX 2026
Rejîma Îranê bi mûşekan êrîşî baregeha Komele kir

Rejîma Îranê bi mûşekan êrîşî baregeha Komele kir

11 TEBAX 2026
Li Bokanê du Kurd ji ber amûrên Starlinkê bi cezayê girtîgehê hatin cezakirin

Li Bokanê du Kurd ji ber amûrên Starlinkê bi cezayê girtîgehê hatin cezakirin

11 TEBAX 2026
Rejîma Îranê êrîşî baregehên partiyên Rojhilat kir

Rejîma Îranê êrîşî baregehên partiyên Rojhilat kir

8 TEBAX 2026
Korkmaz: Em ê êrişên li ser Başûr ti carî qebûl nekin

Korkmaz: Em ê êrişên li ser Başûr ti carî qebûl nekin

25 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne