• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DBP: Êrişên li Helebê plankirî û siyasî ne

Amed / AW

7 ÇILE 2026 - 15:24
Kategorî: POLÎTÎKA
A A
DBPê nerazîbûn nîşanî êrişên li dijî taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê da û diyar kir ku taxên Kurdan bi zanebûn dikin cihê şer, êriş plankirî û siyasî ne û dixwazin bi van êrişan îhtîmala çareseriyê were sabotekirin.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li ser êrişên ku ji duh ve li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê têne domandin, daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev êrişên pêk tên dekûdolabên kesên li dijî çareseriyê ne, divê mirov van dekûdolaban baş bibîne li tevahiya Sûriyeyê nebe sedema şer û pevçûnên bêveger.

Daxuyaniya DBPê bi vî rengî ye:

“Êrişên ku ji duh ve li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên bi serê Helebê ve berdewam dikin, ji ber ku rasterast sîvîlan dike hedef, sûcên li dijî mirovahiyê ne.

Ev êrişên ku ji aliyê komên çekdar ên ser bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve bi tankan û bombebaraneke giran têne meşandin, bûne sedema windahiyên sivîl ku di nav wan de zarok jî hene.

Taxên Kurdan bi zanebûn dikin cihê şer

Bi awayekî sîstematîk hedefgirtina qadên niştecîhan nîşan dide ku mafê jiyanê yê sivîlan bi zanebûn tê binpêkirin û taxên Kurdan bi zanebûn dikin warê şer û pevçûnan. Ev tablo nabe ku tenê wekî ‘şerekî leşkerî’ bê dîtin.

Tiştên diqewimin ne tesadufî ne

Tiştên diqewimin, binpêkirina hiqûqa navneteweyî ya mirovî ye. Bi êrişên ku di saetên şevê de jî berdewam kirin, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi awayekî fîîlî hatine dorpêçkirin û zemîna operasyoneke berfirehtir û wêrankertir tê amadekirin. Ev ne tesaduf e; tercîheke bi zanebûn, plankirî û siyasî ye.

Îhtîmala çareseriyê tê sabotekirin

Ji aliyê din ve di pêvajoyeke ku entegrasyona Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bo artêşa Sûriyeyê tê nîqaşkirin û têkilî û lêgerînên çareseriyê di navbera aliyan de di rojevê de ne, pêkhatina van êrişan ne tişteke ji rêzê ye.

Ev rewş nîşaneyên xurt dihewîne ku tiştên diqewimin ji aliyê kesên li dijî çareseriyê bi armanca sabotekirina îhtîmala çareseriyê hatine plankirin. Ev êrişên ku Kurdan dikin hedef, ne tenê îro, di siberojê de jî îhtîmala lihevkirineke siyasî siberoja Sûriyeyê jî dînamît dikin. Ev êrişên ku Kurdan dikin hedef, ne tenê binê zemîna îro ya lihevhatinê her wiha binê zemînên lihevkirinên siberojê jî dînamît dike.

Hêzên êrişkar divê bêne sekinandin

Hêzên navneteweyî û hemû aktorên peywendîdar êdî divê ji pozîsyona temaşevan derkevin. Divê ji bo parastina sivîlan demildest berpirsiyarî bê girtin, êriş bi lez bên rawestandin û hêzên êrişkar bi eşkereyî bên teşhîrkirin. Nexwe, tiştên li Helebê diqewimin dê bibin sedema wêraniyên mezin û şikestinên bêveger li seranserê Sûriyeyê.”

Etîket: DBPEşrefiyeHelebŞêxmeqsûd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Ji DBPê ji bo meşa 1ê Îlonê bangawazî

Ji DBPê ji bo meşa 1ê Îlonê bangawazî

29 TEBAX 2026
DBPê ferdên malbata Dedeogûllari bi bîr anî

DBPê ferdên malbata Dedeogûllari bi bîr anî

30 TÎRMEH 2026
Li taxa Duzyolê li dijî hişbirê civîn

Li taxa Duzyolê li dijî hişbirê civîn

26 TÎRMEH 2026
Ûzûnay: Armanca civînên me rêxistinkirin û sazkirina hişmendiya komûnal e

Ûzûnay: Armanca civînên me rêxistinkirin û sazkirina hişmendiya komûnal e

21 TÎRMEH 2026
DBP: Destkeftiyên Rojava, xwedîderketina israra ya aştî û civaka demokratîk e

DBP: Destkeftiyên Rojava, xwedîderketina israra ya aştî û civaka demokratîk e

19 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne