• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rêveberiya Xweser û PYD têkildarî êrîşan daxuyanî da

Navenda Nûçeyan / AW

6 ÇILE 2026 - 19:45
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û PYD ji ber êrîş û ambargoya li ser taxên Kurdan ên li Helebê hikûmeta demkî ya Şamê hişyar kirin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) der barê êrîşên ku komên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêdê de daxuyanî dan.

Berfirehiya daxuyaniya Rêveberiya Xweser wiha ye:

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, binpêkirin û êrişên li dijî welatiyan ku di encamê de şehîd çêbûn û hejmarek welatî birîndar bûn şermezar dike. Ev binpêkirina zelal a qanûnên navneteweyî û mirovî ye, bi awayekî rasterast ewlehî, rûmet û mafên welatiyan a jiyana ewle hedef digire.

Ev pêkanînên bêberpirsiyar dibin sedema parçebûna hêzên neteweyî yên Sûriyeyê û bi awayekî zelal nebûna cidîyetê ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve di hewldanên wê yên ragihandî de ji bo yekgirtina gelê Sûriyeyê û avakirina dewleteke demokratîk nîşan dide, ku hemû welatî bêyî cûdahî xwedî maf bin.

Em diyar dikin ku berdewamkirina dorpêçê û binpêkirinan, li kêlek wê rageşî û tundiya bêrewa û derqanûnî her hewldaneke rastîn a çareserkirina nakokî û pirsgirêkên asî di nava Sûriyeyiyan de asteng dike, dibe hêmaneke bingehîn a gihandina çareseriyên siyasî yên berfireh û mayînde ji bo krîza Sûriyeyê, bêîstîqrarî û parçebûnê zêde dike.”

Rêveberiya Xweser hişyarî li ser berdewamkirina vê metoda rageşiyê da ku, wê bi xwe re bandorên xerab li ser tevahî Sûriyeyê û xeteriyên berfirehkirina xelak tundiyê û parçebûnê di nava pêkhateyên civaka Sûriyeyê de bîne.

Rêveberiya Xweser hişyarî li ser berdewamkirina xîtaba kîndariyê û cûdahiyê da, ku bi xwe re bandorên wêranker li ser mozaîka civaka Sûriyeyê tîne. Ev siyaset û pêkanîn dikevin xizmetî projeyên parçebûnê, em vê bi giştî red dikin û weke gefekê li dijî yekkitiya Sûriyeyê dibînin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji kêliyên destpêkê yên krîza Sûriyeyê ve diyar kir ku Sûriye mozaîka Rojhilata Navîne, di nav de netewe, ol, mezheb û gelek çand hene û çi çareseriyeke rasteqîn li Sûriyeyê bêyî lihevkirina civaka Sûriyeyê bi tevahî pêkhateyên wê, pêk nayê.

Rêveberiya Xweser di dawiyê de bang kir ku tavilê dorpêçê, êrîş û binpêkirinan bi dawî bikin, berpirsên wan ceza bikin, vegerin mentiqê diyalog û lihevkirinan, xwe bispêrin çareseriyên siyasî yên demokratîk ku mafên tevahî Sûriyeyiyan misoger dike, rê li pêş avakirina Sûriyeyeke demokratîk a nenavendî vedike ku tê de edalet, wekhevî û jiyana hevbeş heye.

PYDê diyar kir ku ew bi fikareke mezin binpêkirinên berdewam ên li dijî şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, kiryarên bêberpirsiyarî û rêbazên hovane yên komên girêdayî hikûmeta demkî pêk tînin, dişopîne.

Armanca van êrişan guhertina demografîk e

Di daxuyaniya PYDê de hat diyarkirin ku siyaseta qetilkirin û koçberkirinê ya sîstematîk ku ev kom pêk tînin berdewama metoda hedefgirtin û guhertina demografîk a li dijî gelê Kurd nîşan dide.

PYDê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku berdewama dorpêçê û girankirina wê ji hêla hikûmeta demkî ve rasterast krîzên mirovî zêde dike, nexasim li gel kêmbûna giran a sotemeniyê, xurdemenî û madeyên bingehîn. Ev hişyariyê li ser pêkanîna karesateke mirovî ya rastîn nîşan dide, bi taybet bandorê li ser zarok, jin û pîran dike.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê tevahî rêxistinên hiqûqî, qanûnî û mirovî berpirsiyariyên xwe yên elxaqî û qanûnî li hember binpêkirinên li dijî şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tên kirin, rabin û wan taxan biparêzin. Her wiha hikûmeta demkî li ser nepêkanîna rakirina dorpêçê hat şermezarkirin.

PYDê di dawiya daxuyaniyê de da zanîn ku diyalog û berdewama wê bijarteya bingehîn û çareseriya guncaw a rizgarkirina peymana 10ê Adarê ye, her wiha banga pabendbûna bi peymana 1ê Nîsanê hat kirin.

Etîket: daxuyanîêrîşPYDRêveberiya Xweser
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Îran êrişî Hewlêrê kir

Îran êrişî Hewlêrê kir

24 ÎLON 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne