• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Sê baskên civakê: Ekolojî, azadiya jinan û demokrasî

Besna Edîş / AW

6 ÇILE 2026 - 10:17
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Wan – Endamê Komeleya Ekolojiyê ya Wanê Sedat Alkan bal kişand ser esasên civakê û got: “Sê baskên civakê hene; yek demokrasî ye, yek azadiya jinan e û yek jî ekolojî ye. Lewma divê baskê ekolojiyê kêm nemîne.”

Di salên dawî de li Bakurê Kurdistanê gelek saziyên ekolojiyê hatin avakirin û dest bi çandina daran kirin. Komeleya Ekolojiyê ya Wanê jî di herêma Serhedê de bi komkirin û çandina tovên darên berûyê dest bi xebatên xwe kir. Komeleya Ekolojiyê hewl dide ku bihara bê, biçe li gundan û rê û rêbazên çandiniyê bi gel re parve bike. Komele û saziyên ekolojiyê dixwazin bi her awayî xwedî li xwezayê derkevin, biparêzin û ji bo siberojê her der şîn û şîndar bikin. Ev saziyên navborî bi taybetî li bakurê Kurdistanê bi çandina daran dixwazin dar û daristanan ji nû ve şîn bikin û rê li ber talanê bigirin.

2 hezar tovên berûyan çandin e

Endamê Komeleya Ekolojiyê ya Wanê Sedat Alkan derbarê xebatên komeleyê de diyar kir ku payiza çûyî li Xerzan û Botanê tovên berûyan hatine berhevkirin û got: “Me nêzî 2 hezar tov li geliyê Goşkar, Gimgimê, Zîlanê heta Bêgiriyê û Westanê çandin. Derveyî çandinê ji bo avakirina hişmendiyeke ekolojîk em tev li perwedehiya ekolojiyê ya OHD, Baroya Wanê û çend saziyên din bûn. Me xwest em li Wanê meclîseke ekolojiyê jî ava bikin.”

Li gund û navçeyan komîsyonên ekolojiyê

Sedat Alkan da zanîn ku gelek plansaziyên wan hebûn, lê ji ber ku derfet nebûn ev xebat pêk nehatin û wiha got: “Yek ji wan jî çûyîna gundên ku çandiniyê dikin bû. Armanc ew bû ku em li van gundan derbarê çandiniyê de civînan pêk binîn ku ka çandiniyek baş çawa pêk tê kirin. Ax çawa zerarê nebîne an jî kîjan berhem li kîjan axê de baş şîn dibin. Helbet van planên xwe em ê di pêşerojê de pêk bînin. Em dixwazin di sala nû de van planên xwe pêk bînin. Heta armanca me biçe serî em ê biçin hemû gundan. Em dixwazin hem li gundan hem li navçeyan komîsyonên ekolojiyê ava bikin.”

‘Berfa îsal dê biharê bi bereket bike’

Sedat Alkan destnîşan kir ku mezinên wan her dem behsa barîna berfê dikirin û digotin berf xêrûbera salê pirr dike û got: “Em dibînin ku di van bîst salên dawî de berf kêm dibare. Sedema vê jî bandora kapîtalîzm û endustriyalîzmê ye ku hevsengiya xwezayê diguherîne. Li Wanê jî berfa berê nemaye, wek berê nabare. Wekî tê gotin berf bereket e, cihê ku berf nebare çandinî kêm dibe û av û kanî jî ziwa dimînin. Berf bi her awayî bandorek erênî li ser xwezayê dike. Berfa îsal qet nebe jî dê ji bo bihara bê bibe bereket.”

Avakirina hişmendiyeke ekolojîk

Sedat Alkan da zanîn ku armanca wan a yekemîn avakirina civakeke ekolojîk e û ev tişt got: “Divê civak bi hişmendiyeke ekolojîk were avakirin. Sê baskên civakê hene; yek demokrasî ye, yek azadiya jinan e û yek jî ekolojî ye. Ev baskê ekolojiyê divê kêm nemîne. Bi halê heyî ji bo biharê jî me tovên berûyan berhev kirin e. Li Mêrdîn û Botanê nêzî sed hezar tov me di depoyan de hiştine. Wekî tê penasekirin dibêjin sînorê Kurdistanê bi darên berûyê tê diyarkirin. Avakirina daristanan li Serhedê wê berdewam bike. Ew daristanên me yên qala wan dihat kirin ku hatine birîn û talankirin, em ê careke din li Kurdistanê şîn bikin.”

Şer û ekolojî

Sedat Alkan diyar kir ku şer ji bo ekolojiyê qirkirina herî mezin e û axaftina xwe wiha bi dawi kir: “Dema şer bisekine em bawer dikin ku avakirina hişmendiya ekolojîk û çandina daristanên nû dê hêsantir be. Ev pêvajo bi ser bikeve û ser nekeve jî em ê xebatên xwe bimeşînin. Bes ku ser bikeve tiştên ku em dixwazin dê zûtir pêk bê.”

Etîket: çandina berûyanekolojîKomeleya Ekolojiyê ya Wanêparastina xwezayêtalankirina darantalankirina xwezayê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Leşkerên Tirk li Behdînanê daran dibirin lê hikûmeta Başûr bêdeng e

Leşkerên Tirk li Behdînanê daran dibirin lê hikûmeta Başûr bêdeng e

1 COTMEH 2026
Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Li gorî nirxên Amedsporê pîrozbahiyê li dar bixin

Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Li gorî nirxên Amedsporê pîrozbahiyê li dar bixin

25 ÎLON 2026
Li Pasûrê nerazîbûna madenê: Em ê xwedî li jingehê derkevin

Li Pasûrê nerazîbûna madenê: Em ê xwedî li jingehê derkevin

9 ÎLON 2026
Qereqola Makîtan herêm di bin dûkêla tekeran de hişt

Qereqola Makîtan herêm di bin dûkêla tekeran de hişt

12 TEBAX 2026
Li Kanîreşê berteka li dijî talana xwezayê: Em ê bêdeng nemînin

Li Kanîreşê berteka li dijî talana xwezayê: Em ê bêdeng nemînin

24 TÎRMEH 2026
Festîvala Kanîreşê: Dê hem aştiya civakî û hem jî eko-aştî pêk bê

Festîvala Kanîreşê: Dê hem aştiya civakî û hem jî eko-aştî pêk bê

23 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne