Li Herêma Behdînanê ji aliyên leşkerên tirk ve daristan tên birîn lê li hember vê yekê rayedarên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bêdeng e.
Li Bakur û Başûrê Kurdistanê bi salan e ji aliyê leşkerên Artêşa Tirk û cerdevanan ve daristan tên birîn û talaneke zêde li ser herêmên dikevin ser sînor heye. Di rojên dawiyê de leşlerên Tirk ketine nav daristanên Herêma Behdînan û bê navber daran dibirin. Li gor nûçeya Ajansa Rojnewsê derbas kiribû jî êzingên ku li herêmê ji aliyê leşkerêk Tirk ve hatine birîn bi kamyonan li nav navçeya Amêdiyê re derbasî Bakurê Kurdistanê hatine kirin.
Piştî parvekirin û belavbûna nûçeyên birîna daran a ji hêla leşkerên tirk ve, wek ajans me xwe gihand hîn çavkaniyên li herêmê. Li gor agahiyên çavkaniyên ku xwe gihandine, leşkerên tirk û cerdevan van êzingan dibin qeleqolên ser sînor û ji bo zivistanê bişewitînin kom dikin.
Ji aliyê din ve li gel ku ev talana xwezayê li ber çavên rayedarên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê tê kirin jî derbarê rawestandina talanê de heya niha tu gav nehatine avêtin.













