• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Hevberdevka HDKê: Pêwîst e bi Mazlûm Abdî re jî bê axaftin

Îzmîr / AW

3 ÇILE 2026 - 21:06
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevberdevka HDKê û parlementera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş, di bernameya bîranînê ya Sirri Surreya Onder de axivî û got: “Nabe ku bi Colanî re biaxivin û bi Mazlûm Abdî re neaxivin. Pêwîst e bi Mazlûm Abdî re jî bê axaftin.”

Meclîsa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Îzmîrê li Navenda Çandê ya Narlidereyê bernameya “Bîranîna Sirri Sureyya Onder, aştî û hevdîtina bi ciwanan re” li dar xist. Tevî keça Sirri Sureya Onder Ceren Onder Kandemîr, pêkhateyên HDKê, Endezyarên û Avahîsazên azadîxwaz, Platforma Plansaziya Bajêr, Komeleya Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Şaxa Îzmîrê û gelek rêxistinên sivîl tevlî bîranînê bûn. Eywana ku bername lê hatî pêşkêşkirin, pankarta kampanyaya “Ji bo aştiyê milyonek îmze” û pankarta Barikat Egeyê ku li ser “Em sond dixwin birayê Sirri, wê aştî were vî welatî” dinivîse hat daliqandin. Li eywanê dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” olan dan. Bername piştî temaşekirina sînevîzyona ku ji bo Sirri Sureya Onder hatî amadekirin dest pê kir.

Destpêkê endamê meclîsa ciwan a HDKê Garip Sazci avivî û got: “Onder, bi berxwedêriya xwe bû pêşengeke enternasyonalîzmê û tim rê li ber xwişk-biratiya gelan vekir.” Di bernameyê de rojnameger û aktivîstê ekolojiyê Hakan Tosun ê ku 10ê Cotmeha 2025an li Esenyurta Stenbolê bi êrîşekê hatî kuştin jî hate bibîranîn. Xwişka wî Ozlem Tosun derbarê kuştina wî de axivî û got: “55 roj in hê îdîaname jî nehatiye amadekirin. Kujer sê kes bûn lê tenê du kes heta niha hatine girtin. Heta bûyera hatî serê birayê min bi temamî neyê zelalkirin, em ê dev ji doza xwe bernedin.”

Dûre Ceren Onder Kandemîr axivî û got: “Li vê derê em wekî rikdarên vî welatî civiyan e û heta li vî welatî aştî pêk neyê em ê ti carî dev ji rika xwe bernedin.”

Herî dawî Meral Daniş Beştaş axivî  ev tişt anî ziman: “Tekoşîna Sirri Sureya Onder wê tim rê nîşanî me bide. W tim ji bo hewl da, ji ber ku aştî ne bi diayan û hêviyan bi bedêl û tekoşînê pêk tê. Em di proseyeke krîtîk de ne, aştî ji xwe ve pêk nayê. Aştî şêweyeke jiyanê ye, wisa tenê bi peymanan pêk nayê. Lewma divê her kes fikra aştiyê di navenda jiyana xwe de bi cîh bike. “

“Em ne ji desthilatdariyê, ji xwe û Brêz Ocalan bawer in.”

Meral Daniş Beştaş got gelek kes ji me pirs dikin dibêjin: “Hûn çawa ji vê desthilatdariyê bawer dikin” û wiha lê zêde kir: “Em ne ji deshilatdariyê bawer in. Em ji Birêz Ocalan û ji xwe bawer in. Lewma jî ji bo pêkanîna aştiyê pêwîst e, deriyên girtîgeha Îmraliyê bên vekirin.”

‘Pêwîst e bi Mazlûm Abdî re jî bê axaftin’

 Meral Daniş Beştaş bal kişand ser rewşa Suriyeyê û behsa nakokiya desthilatdariya Tirkiyeyê kir û got: “Nabe ku em li Pirsûsê behsa aştiyê bikin lê li Kobanê şer bikin. Ji bo pêkanîna aştiyê divê li hemû herêmê siyaseteke aştiyane bê meşandin. Nabe ku bi Colanî re biaxivin û bi Mazlûm Abdî re neaxivin. Pêwîst e bi Mazlûm Abdî re jî bê axaftin.”

Di merasîma bîranînê de herî dawî stranbêj Mercan Argunaxa derket ser dikê û çend stran gotin.

Etîket: BîranînHDK.İzmirSirri Surreya Onder
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026
Otomatik taslak

Berîvan Meryem Uzkaş bi girseyî hat bîranîn

16 TEBAX 2026
Cangoriyên gundê Koço hatin bibiranîn

Cangoriyên gundê Koço hatin bibiranîn

15 TEBAX 2026
Li Şengalê komkujiya Koço hat şermezarkirin

Li Şengalê komkujiya Koço hat şermezarkirin

15 TEBAX 2026
Di salvegera pêngava 15ê Tebaxê de li Îzmîrê şahî

Di salvegera pêngava 15ê Tebaxê de li Îzmîrê şahî

14 TEBAX 2026
Li Îzmîrê bûn dengê Gimgim û Kanîreşê: Ji JESê re NA!

Li Îzmîrê bûn dengê Gimgim û Kanîreşê: Ji JESê re NA!

11 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne