• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Fermandarek Şîe hate kuştin

Navenda Nûçeyan / AW

3 ÇILE 2026 - 15:25
Kategorî: CÎHAN
A A
Li bajarê Mîsanê ya Iraqê yek ji fermandarên hêzên Seraye Selam a girêdayî Tevgera Neteweyî ya Şîe, Huseyîn El Elaq di êrişa çekdarî de hate kuştin

Li bajarê Mîsan a Iraqê, yek ji fermandarên hêzên Seraye Selam a girêdayî Tevgera Neteweyî ya Şîe, Huseyîn El Elaq di êrişa çekdarî de hate kuştin. Piştî sûîqestê, li bajêr di navbera komên Şîe de şer qewimî. Muqteda Sedir li ser bûyerê ragihand ku bêxemiya milîsên bêrûmet gihîştiye wê astê ku xwîna Iraqiyan bêyî tu tolhildan û rêzgirtina ji bo pîroziyê, bi taybetî li bajarê Mîsanê, dirijînin.

Hate ragihandin ku li Mîsanê yek ji fermandarên hêzên Seraye Selam a girêdayî Tevgera Neteweyî ya Şîe a dibin serokatiya Muqteda Sedir de, Huseyîn El Elaq di êrişek çekdarî de hate kuştin.

Li gorî çavkaniyên herêmî piştî êrişê, hêzên Seraye Selam êrişî nuqteyên Asaib Ehilî Heq kirin. Hat ragihandin ku li Mîsanê baregeha Asaib Ehilî Heq a di bin lîdertiya Qeys Xezelî de bi çekên giran hatiye hedefgirtin. Hat diyarkirin ku şer di nava demek kurt de belavî herêmên cuda yên bajêr bûye.

Qedexeya derketina derve

Piştî ku tundî zêde bû, hêzên ewlehiyê yên Iraqê li seranserî Mîsanê qedexeya derketina derve ragihand. Li gelek nuqteyên wîlayetê wesayîtên zirxî û yekîneyên taybet hatin sewqkirin, tedbîrên ewlehiyê di asta herî jor de hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya Seraye Selam, hate piştrastkirin ku fermandar Huseyîn El Elaq hatiye kuştin. Hîna rayedarên fermî têkildarî faîlên bûyerê, ti daxuyanî nedan. Tê ragihandin ku li herêmê tengasî didome.

Sedir: Divê yasa rêya xwe ya rastî bigire

Serokê Tevgera Neteweyî ya Şîe Muqteda Sedir têkildarî kuştina yek ji fermandarên tevgera xwe, peyamek ji xelkê bajarê Mîsanê re belav kir.

Muqteda Sedir ragihand ku bêxemiya milîsên bêrûmet gihîştiye wê astê ku xwîna Iraqiyan bêyî tu tolhildan û rêzgirtina ji bo pîroziyê, bi taybetî li bajarê Mîsanê, dirijînin.

Her wiha Muqteda Sedir diyar kir ku pêwîste yasa rêya xwe ya rastîn bigire da ku sûcdarên kuştina Huseyîn El Elaq eşkere bike û xwînrijandinê rawestîne.

Sedir daxwaz ji alîgirên xwe kir ku nekevin nav komployên ku gendelkar hewl didin pêk bînin û got: “Her pêşveçûn an kiryarek ji bilî kiryareke qanûnî qedexe ye. Divê em heman kiryar û kiryarên wan ên kirêt nekin.”

Etîket: IraqTevgera Neteweyî ya Şîe
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Serokwezîrê Iraqê: Hêzên Hevpeymaniyê dawî li erka xwe anîn

Serokwezîrê Iraqê: Hêzên Hevpeymaniyê dawî li erka xwe anîn

30 ÎLON 2026
Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

Pentagon: Me dawî li ‘Operasyona Biryardariya Xwezayî’ ya li Iraqê anî

30 ÎLON 2026
Cenazeyê 153 qurbaniyên dê li Silêmaniyê veşêrin

Cenazeyê 153 qurbaniyên dê li Silêmaniyê veşêrin

26 ÎLON 2026
Doç. Dr. Yilmaz: Polîtîkaya Amerîkayê ya derbarê Kurdan de tune ye

Doç. Dr. Yilmaz: Polîtîkaya Amerîkayê ya derbarê Kurdan de tune ye

8 ÎLON 2026
Rêveberê Ofîsa Wezareta Veguhestinê ya Iraqê hate binçavkirin

Rêveberê Ofîsa Wezareta Veguhestinê ya Iraqê hate binçavkirin

18 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne