• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Sefkan Kobanê: Tirkiyeyê DAIŞ mezin kir

Fexredîn Kiliç / AW

31 KANÛN 2025 - 11:57
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Rojnameger û nivîskar Sefkan Kobanê têkildarî operasyona li dijî DAIŞê ya li bajarê Yalovayê hate kirin li ser têkiliya Tirkiyeyê û DAIŞê rawestiya û diyar kir ku Tirkiyeyê li ser sînor endamên DAIŞê perwerde û mezin kir.

Di 29ê Kanûnê de li Yalovayê li ser fermana Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê li dijî DAIŞê operasyonek hate destpêkirin û di operasyonê de şer derket. Di şer de 7 polîs û notirvanek birîndar bûn û 3 polîs hatin kuştin. Herî wiha di şer de 6 endamên DAIŞê ku hemwelatiyên Tirkiyeyê bûn jî hatin kuştin. Wezîrê Karên Navxwe Alî Yerlîkaya diyar kir ku di nava mehekê de 137 gumanberên DAIŞî hatine girtin û 97 gumanbarên DAIŞê bi şertê kontrola edlî hatine berdan. Yerlîkaya da zanîn ku di 29ê Kanûnê de li 15 bajaran bi awayekî hemwext di ser 108 navnîşanan de girtine û li Yalovayê şer derketiye. Yerlîkaya got ku di şer de 3 polîs mirin e. RTÛKê têkildarî bûyerê biryara qedexeya weşanê ya demkî da. 5 dibistanên li herêmê jî navber dan perwerdeyê. Li aliyê din Alî Yerlîkaya ragihand ku di 30ê Kanûnê de li 21 bajaran li dijî DAIŞê operasyon li dar xistine û di van operasyonan de 357 kes hatine binçavkirin. Rojnameya Yenî Şafakê ku girêdayî desthilatê ye bi serenavê “SDGê şandin Yalovayê: Rêxistina terorê DAIŞê 3 polîs şehîd xistin” nûçeyek weşand.

Rojnameger û nivîskar Sefkan Kobanê têkildarî operasyona Tirkiyeyê ya li Yalovayê li dijî DAIŞê pêk anî û hedef nîşandana HSDê ji ajansa me re axivî.

Sefkan Kobanê qala pêvajoya derketina DAIŞê kir û bal kişand ser geşedanên bi “Bihara Ereban” dest pê kirin û belavî Rojhilata Navîn bû. Sefkan Kobanê diyar kir ku Amerîkayê xwest bi vê yekê re projeyeke nû pêş bixe û da zanîn ku hêzên weke El Kaîdeyê anîn li Sûriyeyê bi cih kirin û perwerdekirin û biçekkirina wan bi destê Tirkiyeyê hate kirin.

Têkiliyên Tirkiyeyê û DAIŞê

Sefkan Kobanê diyar kir ku têkiliyên Tirkiyeyê yên bi rêxistinên weke DAIŞ û El Kaîdeyê li Sûriyeyê û Iraqê dest pê kir. Sefkan Kobanê bal kişand ser têkiliyên Tirkiyeyê û DAIŞê û wiha got: “Di konsolosiya Mûsûlê de hevkariya wan derket holê. Pişt re jî bere xwe dan Şengal, Sûriyeyê û sînorê bakurê Kurdistanê. Herî zêde Tirkiyeyê piştgiriya DAIŞê kir, hemû cîhadîstan Tirkiye weke rê bikaranî derbasî Reqayê bûn. Di êrişên li dijî Kobanê de jî ev yek aşkere bû. Di êrişên li dijî Kobanê yên sala 2014an de hevkariya wan, hevdîtinên wan ên li ser sînor rojnamegerên weke Nazim Daştan ji cîhanê re ragihandin. Wê demê ev yek cara ewil aşkere bû. Her wiha endamên DAIŞê di Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re derbasî Kobanê kirin û wan êrişî gelê Kobanê kir. Ji ber Tirkiyeyê xwest destkeftiyên gelê Kurd bi destê DAIŞê tune bike têkiliyên wê yên DAIŞê re berdewam kirin. Tirkiyeyê alîkariya wan kir, çek, cebilxane, îstîxbarat da wan. Piştî têkçûna DAIŞê ya di sala 2015an de gelek êrişên wan li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî tevgerên siyasî yên demokratîk çêbûn. Li Amedê, Pirsûsê, Dîlokê û Enqereyê êrişên DAIŞê çêbûn. Her wiha li Tirkiyeyê li Reyhanliyê, li Cadeya Îstîklalê, li Reynayê, li Santa Mariaya yên li Stenbolê êrişên DAIŞê çêbûn.”

‘Tirkiyeyê li gelek deveran hêzên paramîlîter bikar anîn’

Sefkan Kobanê destnîşan kir ku DAIŞ di bin kontrola gelek hêzan de ye û ev tişt gotin: “Li ser sînor DAIŞ perwerde kirin. Ji Dîlokê bigire heta gelek navendên din perwerde kirin. Bi taybetî SADATê ev perwerde dan. Gelek endamên DAIŞê û hêzên paramîlîter ên çûn li Ewropayê û welatên din çalakî li dar xistin bi ser rêya Tirkiyeyê çûn. Tirkiyeyê li gelek deveran ev hêzên paramîlîter bikaranîn. Tirkiyeyê DAIŞê mezin û xurt kir.”

Sefkan Kobanê bal kişand ser operasyona Tirkiyeyê ya li Yalovayê li dijî DAIŞê li dar xist û wiha pê de çû: “Demekê hêzeke DAIŞê ya ji Semsûrê hebû ew bikaranîn. Hucreyên li Yalovayê derketin jî dibêjin girêdayî navçeya Norşîn a Bedlîsê ne. Niha li 21 bajaran li dijî DAIŞê operasyon li dar xistine. Hin hucreyên wan ên veşartî hene. Berê jî digotin gelek kampên SADATê hene tevgerên cuda tên biçekkirin û amadekirin. Dixwazin van li Ewropayê, Kafkasyayê, Îranê û derdorê bikar bînin. Niha li Sûriyeyê jî têkiliya wan û HTŞê heye. Dixwazin DAIŞê û gelek hêzên din ên li Sûriyeyê kontrol bikin. Lê ji ber hêzên derveyî kontrola wan jî hene, di nava wan de nakokî derdikevin.”

‘Li qada navneteweyî de li dijî Tirkiyeyê bertekeke mezin heye’

Sefkan Kobanê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Niha jî bûyera li Yalovayê berovajî dikin dibêjin ‘ev DAIŞî ji Kampa Holê hatine birêkirin’. Weke bûyera Cadeya Îstîklalê digotin ji herêma Minbicê çûne. Ji bo êrişî Rojava bikin xwestin rewabûnekê çêbikin. Lê em dizanin ev vala ne. Hemû operasyonên şerê taybet in. Ev kesên li Yalovayê hatine girtin û berdan. Ji bo ku kes behsa wan neke xwestin serê wê bigirin. Lê di destê wan de teqiya. Dîtin ku ev hucreyên DAIŞê êdî ji bo civakê xetere ne. Di qada navneteweyî de li dijî Tirkiyeyê bertekeke mezin heye. Dixwazin vê bertekê veguherînin bertekeke li dijî gelê Kurd û Rojava. Lê vala ye ji ber ku her kes dizane ev kes çend caran hatine girtin û berdan, bi konvoyan li nava bajêr geriyane. Di medyaya dîjîtal de dema kesek li dijî Erdogan û Tirkiyeyê tiştekê dibêje tên girtin lê ev DAIŞî û cîhadîst ew qas propaganda dikin nayên girtin. Ew dizanin ev kes kî ne çi ne. Ji bo ku xwe cuda bidin nîşandan têkiliya bi DAIŞê re qebûl nakin. Lê têkiliya wan a bi DAIŞê re aşkere ye. Dixwazin van hêzan li dijî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî bikar bînin.”

Etîket: DAIŞRojnameger Sekfan KobanêTêkilkiya DAIŞê û Tirkiyeyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

Pentagon: Me dawî li ‘Operasyona Biryardariya Xwezayî’ ya li Iraqê anî

30 ÎLON 2026
Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

18 ÎLON 2026
‘Hacer û hevalên xwe nehişt DAIŞ bikeve Kobanê’

‘Hacer û hevalên xwe nehişt DAIŞ bikeve Kobanê’

1 ÎLON 2026
‘Dewlet dizane ku komkujî çawa pêk hatiye lê rastiyê nabêje’

‘Dewlet dizane ku komkujî çawa pêk hatiye lê rastiyê nabêje’

20 TÎRMEH 2026
Endamên DAIŞ’ê ji ber jenosîda li Êzidiyan hatin cezakirin

Endamên DAIŞ’ê ji ber jenosîda li Êzidiyan hatin cezakirin

13 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne