• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şara ji Tirkiye bêzar bû û ji Îngilîstan û Amerîkayê alîkarî xwest

Enqere / AW

22 KANÛN 2025 - 12:17
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Derket holê ku pêdankirinên hefteya borî ji hêla Ingilîstanê ve li ser komên girêdayî Tirkiyê hatin danîn li ser daxwaza Serokkomarê Demkî yê Sûriyê Ahmet eş-Şara pêk hatine. Li gorî agahiyan Şara ku ji destwerdana Tirkiyeyê bêzar bûye, giliya Tirkiyeyê ligel Îngîlistan û Amerîkayê kiriye û alîkarî xwestiye. Hate zanîn ku pêdankirinên li ser komên girêdayî Tirkiyeyê jî wekî mîsîlmeya Îgîlistanê pêk hatiye.

Li Sûriyê pêvajoya ji nûve sazkirinê ligel mûzakereyên hundirîn û derveyî re jî pêş nakeve û hatiye asta xitimînê. Di demek welatên derveyî yên wekî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) pêdankirinên li ser Sûriyê rakirin û soza alîkariya pêwist da. Îngîlistan jî bi pêdankirinên nû komên girêdayî Tirkiyeyê yên di nav hikûmeta û artêşa demkî ya Sûriyê de dan. Li pişt vê biryara balkêş ya Îngîlistanê sedemên balkêştir ên têkildarî Tirkiyeyê derketin. Li gorî kûlîsên Şamê tehemûla li hemberî destwerdana Tirkiye û komên wê hatiye radeya dawiyê. Rayedarên Hikûmeta Demkî û çavkaniyên Şamê vê destwerdana Tirkiyeyê wekî pirsgirêka herî esasî dinirxînin. Li gorî kûlîsên Şamê kar û barên hikûmetê ne Şara û wezîrên wî lê Tirkiye raste rast dimeşîne. Li gorî çavkaniyan Tirkiye bêyî rêzê ji rayedarên Hikûmeta Demkî re bigire rastre rast hikûmetê rêve dibe û wiha dibêjin: “Tirkiyê ekîbên xwe yên taybet anîne û li her wezaretan bi cih kirine. Taybetî wezaretên parastina, îstîxbarat û ragihandinê bi temamî di destê Tirkiyeyê de ne. Wezaretên din jî ji hêla ekîbên Tirkiyeyê ve tên meşandin. Bi taybetî îstîxbarata Tirkiyê mîna Hikûmeta Demkî tevdigere û miameleya wilayetek Tirkiyê li Sûriyê dike. Ev yek hem di nav wezîfedarên wezaretan de dibe sedema bertekek mezin e û hem jî dibe sedema nerazîbûna Şara û hikûmeta wî.”

Tirkiyê komên xwe li cihên stratejîk bi cih kirine

Li gorî çavkaniyan Tirkiyeyê komên girêdayî xwe di nav hemû wezaretan de li cihên herî stratejîk bi cih kirine û ev tişt gotin: “Ji xwe pergalek dewletê li holê nemaye. Kaosek mezin di nav wezaret û hemû saziyan de heye. Xizmet nayê dayîn û bertekên gel her roj zêde dibin. Ev yek çewsek mezin li ser Şara û hikûmeta wî dike. Ji bo wê pêwistiya wî bi alîkariya Tirkiyeyê heye. Bes Tirkiye jî vê yekê wekî kozek bikar tîne û her tiştê dixwaze dike. Kom û kesên girêdayî xwe tîne cihên herî stratejîk. Bi destê wan hewl dide her tiştî li gorî xwe bi rê ve bibe.”

Şara ligel Îngîlistanê û DYAyê giliyê Tirkiyeyê kir

Li gorî çavkaniyan destwerdana Tirkiyeyê hatiye astek wisa ku Şara bi tevahî bêzar bûye. Çavkanî dibêjin ku Şara ev mijar du caran aniye rojeva Nûnerê Taybet ê Trump ji bo Sûriyê Tom Barrack û ji vê rewşê gilîdar bûye. Çavkaniyan anî ziman ku bi boneya têkilî û nêzîkatiya Şara a bi Îngîlistanê re heman mijar ji Nûnera Taybet a Îngilîstanê ji bo Sûriyê Ann Snow re ragihandiye û ji Îngîlistanê alîkarî xwestiye û ev agahî dan: “Îngîlistanê ev gazincên Şara bi rêya sefirê Tirkiyeyê yê Sûriyê Nuh Yilmaz û rêyên din ên fermî ji Tirkiyeyê re ragihandine.”

Ji Tirkiyê bersiva klasîk: Em ji serweriya Sûriyê re rêzdar in

Çavkaniyan ragihand ku Tirkiyê ev hewldana Îngîlistanê zêde li ber çavan negirtiye û bersiva, “Em ji serweriya Hikûmeta Sûriyê û lîderê wê Ahmet eş-Şara re rêzdar in. Tişta em dikin alîkariya cîrantiyê ye” daye. Her wiha çavkaniyan anî ziman ku Tirkiyeyê heman helwest domandiye û ev yek jî bûye sedema nerazîbûna Îngîlistanê. Çavkaniyan daxuyand ku li hemberî vê helwestê Londrayê wekî bersiv komên girêdayî Tirkiyeyê hedef girtine û wiha got: “Komên hedef hatine girtin niha ji rêzê nînin. Bi taybetî Tûgaya Sultan Sûleyman Şah û serokê wê Abû Amşat, tûmena Hamza û serokê wê Seyf Bûlad û Tûmena Siltan Mûrad kom û kesên ku Tirkiye niha siyaseta xwe li ser wan dimeşîne û dixwaze di pêşerojê de bi destê wan Sûriyê bi rê ve bibe, pêk tê. Bi vê yekê Îngîlistanê peyamek gelek zelal da Tirkiyê.”

Îhtîmal kûrbûna qeyranê heye

Têkildarî encamên vê rewşê jî çavkanî anî ziman ku ger Tirkiye helwesta xwe ne guhere îthîtala kûrbûna qeyranê heye û wiha domand: “Igilîstan di derbarê HTŞê de gelek hassas e. Ji bo wê bi Îsraîlê re jî ket nav nakokiyê. Li hemberî Tirkiyê jî bêhelwest namîne. Li Qibrisê û rojhilatê Deryaya Spî razemenî û hebûna wê ya leşkerî gelek stratejîk e. Ji bo vê Sûriye jî wekî perçeyek vê stratejiyê ye. Di ketina Esad re rolek girîng lîst û bi Tirkiyeyê re jî nêzîk xebitî. Lê Tirkiye niha bi sepandinên xwe yên li Sûriyê berteka hemû welatan di kişîne.”

Çavkaniyên Rêveberiya Xweser: Hikûmeta Sûriyê bûye pêlîstoka Tirkiyê

Rayedar û çavkaniyên Rêveberiya Bakur Rojhilatê Sûriyê jî heman nirxandin kirin û anîn ziman ku Hikûmeta Demkî ya Sûriyê wekî pêlîstoka Tirkiyeyê lê hatiye. Çavkaniyan anî ziman ku bi vê boneyê heta niha ligel mûzakereyan jî heta niha tu encam nehatine girtin. Li gorî çavkaniyan di mûzakereyan de Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ji gelek mijaran re vekirî xuya dike lê piştî demekê ji hemû gotinên xwe paşve gav diavêje. Çavkaniyan destnîşan kir ku ji ber zextên Tirkiyê tu îradeya Serokomarê Demkî yê Sûriyê Ahmet eş-Şara nemaye û di destê Tirkiyeyê de vegeriyaye amûrekê.

Pêşnûmaya ji HSDê re şandîn ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye nivîsandin

Çavkaniyan bi bîr xist ku demek berî niha belgeyek li ser navê Hikûmeta Demkî ji rayedarên Rêveberiya Xweser re hatiye şandin û balkişandin ser naveroka balkêş a belgeyê û ev tişt gotin: “Hem ji zimanê belgeyê hem jî ji naveroka wê xuya ye ku ji destê rayedarên Tirk derketiye. Tu eleqeya wê bi Peymana 10ê Adarê re nîne. Mîna lîsteyek ji daxwazên Tirkiyeyê pêk tê.” Çavkaniyan da zanîn ku astengiya li pêşiya Sûriyê ya herî mezin destwerdana Tirkiyeyê û heta Şara xwe ji vê rewşê xilas neke, Sûriye nikare ji kaosê derkeve.

 

Etîket: Ahmed ŞaraAmerîkaDYAHikûmeta Demkî ya ŞamêÎngilîstanSûriyeTirkiye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Serokwezîrê Iraqê: Hêzên Hevpeymaniyê dawî li erka xwe anîn

Serokwezîrê Iraqê: Hêzên Hevpeymaniyê dawî li erka xwe anîn

30 ÎLON 2026
Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

Pentagon: Me dawî li ‘Operasyona Biryardariya Xwezayî’ ya li Iraqê anî

30 ÎLON 2026
Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

27 ÎLON 2026
DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

26 ÎLON 2026
Pezeşkiyan îdîa kir ku wan êrişî herêmên cîran nekirine

Pezeşkiyan: Qedandina şer girêdayî DYAyê ye

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne