• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şertê komên ku li Iraqê çekan berdin derketina artêşa Tirk e

Navenda Nûçeyan / AW

21 KANÛN 2025 - 12:26
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Îraqê ku piştî gefên operasyonên yên Amerîkayê, bi navbeynkariya Hikûmeta Federal a Iraqê beşek komên girêdayî Îranê yên di bin baneya Haşdî Şabî de daxuyandin ku dê çekan berdin. Hind koman ji bo danîna çekan derketina leşkerên NATO û artêşa Tirk wekî şert ragihandin.

Li Iraqê nîqaş û qeyrana komên Îranê berdewam dike. Piştî gefên Îsraîlê û hişyariyên Amerîkayê beşek komên girêdayî Îranê daxuyandin ku dê dest ji çekan berdin û hind koman jî şertên xwe aşkera kirin. Di nav du rojan de Tûgayên Îmam Elî, Tevgera Asaîb Ehl el-Hak û Ensarûllah el-Evfiya daxuyandin ku dê çekên xwe radestî Hikûmeta Iraqê bikin. Her wiha Partiya Tevgera Zanyariyê ku di bin baneya Çerçeveyo Koordînasyonê ya wekî kombûna partiyên siyasî yên nêzîk Îranê tên zanîn jî bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo peyama çek berdanê anî ziman.

Kom teva hemfikir nînin

Di aliyê çek berdanê de di navbera komên Haşdî Şabî de cudahî jî berdewam dikin. Tûgayên Hîzbûlê daxuyand ku anca bi şertê Amerîka bi tevahî ji Iraqê derkeve dê çekên xwe danên. Di daxuyaniyê di wiha hate gotin: “Heta serwerî û ewlehiya welat neyê misogerkirin çek nayê danîn. Ji bo parastina gel û cihên pîroz jî çek wekî pêwistiyekê ne. Dema ewlehiya gel û cihên pîroz, serwerî û yekîtiya axê hate misogerkirin em dê çekan radestî hikûmetê bikin.” Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku berxwedan mafek û ji ber vê yekê dê çekên di destê şerkerên wan de bimînin.

Divê artêşa Tirk jî derkeve

Di daxuyaniya Tûgayên Hizbûllahê de hebûna artêşa Tirk a di nav axa Iraqê de hate bi bîr xistin û ev tişt hatin gotin: “Di çarçoveya mûzakereyên ji bo çekdanînê bi hikûmetê re tên kirin de divê mijara leşkerên NATO û artêşa Tirk jî li ber çavan bê girtin. Heta NATO û artêşa Tirk ji Iraqê bi tevahî dernekeve em çekên xwe radest nakin.” Her wiha di daxuyaniyê de hate angaştin ku îhtîmala êrîşek ji Pêşmerge û komên girêdayî Tirkiyeyê yên li Sûriyê bê jî heye û hate xwestin ku li hemberî vê yekê jî ewlehiya parastinê bê dayîn.

Çewsên DYA û gefên Îsraîlê didomiyan

Ev demek bû Îsraîlê komên di bin baneya Haşdî Şabî de wekî hedef nîşan dida û bi riya Amerîkayê dixwest ku ev hêz çekên xwe danên. Di mehên mijdar û kanûnê de li ser hev Nûnerê Taybet ê Iraqê yê Trump Marc Savaya, Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Trump Tom Barrack û rayedarên leşkerî yên Pentagonê li Beşdayê bi Serokwezîrê Iraqê Mûhammed Şia Sûdanî û rayedarên Hikûmeta Navendî re hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtina rayedarên Amerîkî asta hişyarî û gefên operasyonê bilind kirin û ji Sûdanî hate xwestin ku ev hêz bên bêçekirin.

Îran neçar e ku qebûl bike

Nîqaşên li ser bêçekirina hêzên girêdayî Îranê ev demek de mijarek sereke ya çapemeniya Iraqê ye. Li gorî nûçe û dahurandinan Îran li hemberî hemleyên Îsraîl û DAYyê zêde nekarî gavên micid bavê û neçar ma ku gav paşve bavêje. Ji ber ku Îran ji hundirê xwe bawer nake û ji guherînên hundirîn ditirs e, li hemberî hêzên derveyî siyasetek tawîzkar tercîh dike. Li gorî çavkaniyên Iraqî riya herî baş ji bo Îranê ew e ku çekdanîna çekên girêdayî xwe qebûl bike. Li gorî dahurînên ewlehiyê ancak bi vê yekê dikarin pêşiya mûdahaleyek Îsraîl û DYAyê bigire.

Bandora Îranê li Iraqê zeîf dibe

Bi çek danîna van koman bandora Îranê li Iraqê qelstir dibe û çav li rê ye ku bandorên vê yên siyasî jî li ser siyaseta Iraq û Rojilata Navîn çê bibin. Her wiha li gorî hind şîroveyan jî ev rewş di heman demê de tê wateya nîqaşkirina hebûna artêşa Tirk a li nav axa vî welatî. Bi taybetî Îran, komên çekdar û siyasî yên nêzîk Îranê dê di vê mijarê de zêdetir israr bikin.

Hebûna artêşa Tirk dagirkerî ye

Li Iraqê gelek komên siyasî û leşkerî hebûna Tirkiyeyê wekî dagirkeriyê pênase dikin û mîna talûkeya herî mezin a li hemberî gel dibînin. Êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî sivîlan jî wekî nîşaneya fikarên xwe raber dikin û diyar dikin ku heta Tirkiye dest ji dagirkeriyê berne de dê çekan daneynin.

Etîket: Artêşa TirkHaşdî ŞahbîIraq
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Serokwezîrê Iraqê: Hêzên Hevpeymaniyê dawî li erka xwe anîn

Serokwezîrê Iraqê: Hêzên Hevpeymaniyê dawî li erka xwe anîn

30 ÎLON 2026
Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

Pentagon: Me dawî li ‘Operasyona Biryardariya Xwezayî’ ya li Iraqê anî

30 ÎLON 2026
Cenazeyê 153 qurbaniyên dê li Silêmaniyê veşêrin

Cenazeyê 153 qurbaniyên dê li Silêmaniyê veşêrin

26 ÎLON 2026
Doç. Dr. Yilmaz: Polîtîkaya Amerîkayê ya derbarê Kurdan de tune ye

Doç. Dr. Yilmaz: Polîtîkaya Amerîkayê ya derbarê Kurdan de tune ye

8 ÎLON 2026
Rêveberê Ofîsa Wezareta Veguhestinê ya Iraqê hate binçavkirin

Rêveberê Ofîsa Wezareta Veguhestinê ya Iraqê hate binçavkirin

18 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne