• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Nûnerê MSDê: Em li ser xweseriyê pêk hatin, dora bicihanîna wê ye

Qamişlo / AW

17 KANÛN 2025 - 09:23
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Ofîsa Têkiliyên Giştî yê MSDê Hesen Mihemed Elî diyar kir ku bi Hikûmeta Demkî re li ser entegrasyona HSD û Sûriyek bênavend pêk hatine. Mihemed Elî got ku êdî tişta mayî hûrgiliyên pêvajoyê û bicihanîna wê ye. Fermandar Mazlûm Ebdî jî hefteya çûyî diyar kiribû ku dê hind pêşketinên erênî yên li ser hin xalan bi raya giştî re parve bike.

Hevserokê Ofîsa Têkiliyên Giştî yê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî li ser têkiliyên di navbera Rêveberiya Xweser a Başûr Rojhilatê Sûriyê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de daxuyaniyên girîng dan. Alî di bernameyek televîzyonê de bi bîr xist ku hevdîtinên mi Şamê re berdewam dikin û wiha got: “Wekî rêgezî mûtabaqat heye ku HSD wekî sê tûmenan tev li artêşa Sûriyê ya nû bibe. Lê di warê pênaseya mîsyona van tûmenan de hemfikirî nîne. Nîqaş li ser vê mijarê kûr bûne. Di navbera komîteyan de nîqaşa li ser vê mijarê berdewam dike.”

Wekî rêgez bênavendîbûn tê qebûlkirin

Li ser mijara pergalek bênavendîbûnê jî Mihemed Elî destnîşan kir ku Hikûmeta Sûriyê wekî rêgez li dijî bênavendîbûnê dernakeve û wiha domand: “Lê di vê mijarê de jî di aliyê konsepta pêkanînê de Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî cuda difikirin. Nîqaş û mûzakereyên têkildarî vê mijarê jî berdewam dikin.” Alî derbirî ku DYA, Ingilîstan û Fransa jî di aliyê pergalek bênavendî de xwedî nêzîkatiyek hevpar in. Alî anî ziman ku Serok Dewletê Sûriyê Ahmed el-Şara jî di vê mijarê de xwediyê helwestek erênî ye bes zêdetir pêwistî bi nîqaş, guft û goyan heye.

‘Dora bicihanîna peymanê ye’

Mihemed daxuyand ku peyman dê xirab nebe bes ji bo bicihanîna wê pêwistî bi demê heye û ev tişt gotin: “Di aliyê dema bi cinanînê de jî sînorek nîne. Teqwîmek mîna dawiya mehê nehatiye zelalkirin. Îhtîmal heye ku dem dirêj bibe. Fermandarê Giştî Mazlûmm Ebdî jî hefteya borî destnîşankiri bû ku dê pêvajoya peyman çêkirinê pêş bikeve û dê têkildarî pêşketinên erênî yên li ser hind xalan bi raya giştî re par ve bike.

Netanyahû: Em û DYA li ser mijara Sûriyê hemfikirin

Têkildarî pêşketinên Sûriyê ligel hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî de trafîka dîplomasiyê ya li herêmê jî zêde bû. Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Trump Tom Barrack di 15ê Kanûnê de bi Serokwezîrê Sûriyê Tom Barrack re hate cem hev. Di hevdîtina kabîneya Îsraîlê jî tevlê bû de hate daxuyandin ku rewşa Sûriyê û Gazeyê hatiye nirxandin. Di çapemeniya Îsraîlê de hate destnîşankirin ku Îsraîlê xetên xwe yên sor bi zelaltir anîne ziman. Netanyahû jî di daxuyaniye piştî hevdîtinê kirî de derbirî ku bi DYAyê re li ser mijara Sûriyê hemfikirin.

Israra Tirkiye encam nade, Erdogan gefan dixwe

Barrac li dû hevdîtina li Israîlê di 16ê Kanûnê de vegeriya Enqereyê û bi Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan re hate cem hev. Piştî hevdîtinê daxuyanî nehat dayîn lê Erdogan di civîna sefîrên Tirk de axivî û zimanek gefdar bikar anî. Erdogan bi gotina, “Ji perçebûna Sûriyê kê fayde digire, diyar e” îşaret bi Îsraîlê kir. Her wiha Erdogan îdîa kir ku ji bo li Sûriyê entegrasyon pêk bê şîretan dikin û bi gotina, “Ger entegrasyon pêk neyê dê dijwarî derkevin” gef li kurdan xwar. Li gorî çavkaniyên ewlehiyê Barrack pemanên Îsraîlê gihandin Enqereyê lê di mijarên Gaze û Sûriyê de her du dewlet ji hevlêkirinê dûr in. Çavkaniyan anî ziman ku israra Tirkiyeyê ya bêsatatû hiştina kurdan jî êdî encam nade.

Etîket: Hesen Mihemed ElîMSDRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026
Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne