• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rêya girtîgehan bûye rêya mirinê

Navenda Nûçeyan /AW

15 KANÛN 2025 - 09:19
Kategorî: CIVAK, MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Di 2 salên dawî de 3 malbatên ku çûbûn girtîgehan, dema ji girtîgehan vedigeriyan qeza derbas kirin. Di van qezayan de 6 kesan jiyana xwe ji dest da. Balkêş e girtiyên hemû malbatan jî li girtîgehên bi sedan kîlometre dûrî malbatan bûn.

Li gorî daneyên Mudûriyeta Malên Tevkîf û Cezayê yên herî dawî ku di 7ê Nîsana 2025an de parve kiriye li Tirkiyeyê 263 girtîgehên girtî hene. Li aliyê din 98 girtîgehên vekirî, 4 girtîgehên zarokan û 13 girtîgehên girtî yên jinan û 8 girtîgehên vekirî yên jinan û 9 girtîgehên girtî yên zarok û ciwanan hene. Bi giştî li Tirkiyeyê 395 girtîgeh hene. Kapasîteya girtîgehan jî 299 hezar û 881 kes in. Lê li 395 girtîgehan bi giştî 403 hezar û 060 girtî hene. 94 hezar û 889 girtî li girtîgehên vekirî û 308 hezar û 171 girtî jî li girtîgehên girtî têne ragirtin. Ji tevahiya girtiyan 346 hezar û 442 girtî hatine cezakirin. 56 hezar û 618 girtî jî hîn darizandina wan didome. Ji tevahiya girtiyan 1 hezar û 453 girtî rastî cezayê heta heta hatine. Bi hezaran girtî jî li girtîgehên dûrî malbat û bajarên xwe girtî ne. Gelek girtiyên ku malbatên wan li Wan, Agirî, Colemêrgê ne, li girtîgehên Trakya û Egeyê têne girtin. Gelek girtiyên ku malbatên wan li Mêrdîn, Şirnex û Amedê ne, li girtigehên Samsûn, Gumuşxane, Antalya û Tekîrdagê têne girtin. Malbat ji bo biçin dîtina zarokên xwe bi hezaran kîlometre rê diçin. Malbatên ku bi hezaran kîlometre diçin, hem di aliyê aboriyê de zahmetiyê dijîn, hem jî di rêde gelek caran qeza derbas dikin. Tenê di 2  salên dawî de 3 malbatên ku ji bgirtîgehan vedigeriyan qeza derbas kirin.

Di 2 salên dawî de 3 malbatên ku çûn girtîgehan di vegera ji girtîgehê de qeza derbas kirin. Di 3 qezayên cuda de 6 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn. Dîsa di van 2 salan de di vegera darizandina li dadgehê de 2 dayikên aştiyê bi giştî 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Di 11ê kanûnê de li navçeya Mehsertê malbata Fîdan dema ji Girtîgeha Bakirkoyê vedigeriya qezaya trafîkê derbas kir. Di qezayê de dayika girtî Rûkiye Fîdanê Sûna Fîdan, xwişk-birayên wê û Gulbahar û Ramazan Fîdan û mamê wê Mehmet Nûr Fîdan jiyana xwe ji dest dan.

Di 4ê sibata 2025an de malbata Guneş ku ji Girtîgeha Erzînganê vedigeriya Amedê li Dêrsimê qeza derbas kirin. Di qezayê de kesek mir û 4 kes jî birîndar bûn.

Di 15ê tebaxê de 23 kes li Colemêrgê hatibûn binçavkirin. Piştî danişîn li Colemêrgê pêk hat, di 23ê Tebaxa 2023an de jî Dayikên Aştiyê Adalet Safali, Perîşan Akçelîk û kurê Perîşan Akçelîkê Cîhan Akçelîk dema ji danişînê vedigeriyan navçeya Geverê, di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan. Parêzer Erdal Safali jî birîndar bû.

Di 18ê Tebaxa 2023an de malbata ku ji Girtîgeha Xarpêtê ji serdana girtiyan vedigeriyan Mêrdînê qeza kir. Di qezayê de dayika girtî Seyîtxan Yaman Garîbe Aslanê jiyana xwe ji dest da. Bav Kemal Yaman û kur Metîn Yaman jî birîndar bûn.

Ev 3 mînak nîşan didin ku sedema dûrbûna girtîgehan a ji malbatan dibe sedema qezayan û heta niha hesab ji bo vê yekê ji kesî nehatiye pirsîn.

 

 

Etîket: girtîgehQezaya trafîkê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Li ber Wezaretê bang kirin: Rêya aştiyê ji girtîgehan derbas dibe

6 COTMEH 2026
‘43 salên Cuma ne tenê dîroka kesekî ye’

‘43 salên Cuma ne tenê dîroka kesekî ye’

3 COTMEH 2026
Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

19 ÎLON 2026
‘Seba veradîyayîşê Mehmet Saît Yildirimî qanûnê neweyî hewce nêkenê’

Tehliyeya Mehmet Saît Yildirim cardin hate astengkirin

7 ÎLON 2026
‘Di nexweşxaneyê de li girtiyê siyasî Nevzat Oren xistin’

‘Di nexweşxaneyê de li girtiyê siyasî Nevzat Oren xistin’

19 TEBAX 2026
Çar wesayît li hev qelibîn: Dê û kurê xwe jiyana xwe ji dest dan

Çar wesayît li hev qelibîn: Dê û kurê xwe jiyana xwe ji dest dan

3 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne