• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Meşvanan  li ber meclisê bang kir: Ji şer re na ji aştiyê re budçe

Enqere / AW

14 KANÛN 2025 - 13:44
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Meşa “Ji bo nan û aştiyê budçe” ku ji aliyê DEM Partiyê ve li 4 navendan hatibû destpêkirin, piştî 2 rojan meşvanên ku Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan jî di nav de daxwazên xwe li ber meclisê anîn ziman. 

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM (Partî) bi tevlîbûna Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan di 12ê mehê de li 4 baskan ber bi Enqereyê çalakiya meşê dan destpêkirin. Girse bi şîara, “Ji bo nan û aştiyê budçe” li Êlih, Tekîrdag, Aydin û Hatayê meşiyan, îro gehiştin Enqereyê. Girseya ku Hevserokên Giştî yên DEM Partî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, parlamenter, endam û nûnerên saziyên demokratîk jî di nav de bûn li parqa Cemal Sureya ya navçeya Çankayayê ya Enqereyê hat ba hev. Girs bi otobusan hat parqê û li vir ji aliyê girseya li parqê ve bi çepikan hat pêşwazîkirin.

Girseya ku cilên li ser “Ji bo nan û aştiyê budçe” dinivisî li xwe kiribûn li vir pankart vêkirin û dirûşim berzkirin. Girse li parqê heta deriye Dîkmenê yê meclisê bi berzkirina dirûşmeyên, “Nan, aştî azadî”, “Ji sermayeyê re na ji kedkaran re budçe” û “Ji şer re na ji aştiyê re budçe” meşiya. Li ber deriyê Dîkmenê daxuyanî hat dayin.

Daxwaz bi çuwalekî teslîmî meclisê kirin

Li ber deriyê Dîkmenê yê meclisê endam û nûnerên saziyên demokratîk û partiyên siyasî, mamoste, ciwan, xwendekar, jin, cotkar û karkerên tev li meşê bibûn pirsgirêkên ku dijîn û daxwazên xwe anîn ziman. Her wiha nameyên ku ji daxwazên karker, cotkar, jin, ciwan û welatiyên ku ji meşvanan re şandibûn jî di hundirê çuwalekî de radestî parlamenteran hat kirin ku wan daxwazan bibin meclisê.

‘Tevî pêvajoya aştiyê jî ji şer re budçe hat veqetandin’

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li vir axivî û silav ji meşvanên 4 baskan meşiyan û karkeran kir. Tulay Hatîmogullari bi lêv kir ku budçe ji şer re hatiyê veqetandin û wiha axivî: “Niha li meclisê budçe tê axaftin em jî li vir dibêjin; em li vê budçeyê re dibêjin na. Di wê budceyê de mafê karker, cotkar, jin û ciwanan tune ye. Em jî ji ber wê ji vê budçeyê re dibêjin na. Di budçeyê de bijîşk û karmend tune ne. Îro li Tirkiyeyê enflasyoneke mezin heye. Ew jî tê wateya bihabûn, bêkarî û xizaniyê. Li sermayeyê bacê nagirin û hemû bar dane ser karker û cotkaran. Em vê yekê qebûl nakin. Her tim em ê bêjin ji ked û aştiyê re budçe. Em dibêjin aştî û dibêjin êdî dawî li budçeya şer bînin. Ji bo careseriya pirsgirêka Kurdan hewceye ji çekan re budçe neyê veqetandin. Lê mixabin îsal jî tevî pêvajoya astiyê jî budçeyeke zêde ji şer re hat veqetandin. Weke DEM Partî em li dijî vê derketin û me xwest ji aştî û kedê re budçe bê veqetandin.”

‘Deng û têkoşîna xwe bilind bikin’

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî anî ziman ku ew ê di meclisê de jî ji bo budçe ji aşî û kedê re bê vêqetandin têkoşîna xwe bidomînin û ev tişt gotin : “Heke em tênekoşin tu kes ji karker, cotkar, jin û ciwanan re budçe venaqetîne. Derdê desthilatê ne karker in lê sermaye ye. Derdekî meclisê wisa tune ye. Ji bo wê divê em deng û têkoşîna xwe bilind bikin ku budçe bibe ya me. Ji bo wê em li 4 baskan meşiyan ku dengê karker, cotkar, jin û ciwanan bigihînin meclisê. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Heke em dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe bidomîn bawer bikin em ê bi serbikevin.”

Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûsmeyan bi dawî bû.

 

 

Etîket: DEM ParîJi bo nan û aştiyê budçemes
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Amedê dê di 1ê Îlonê de meş bê lidarxistin

Li Amedê dê di 1ê Îlonê de meş bê lidarxistin

28 TEBAX 2026
Gelê Nisêbînê bi meşê derbasî cihê bîranînê bû

Gelê Nisêbînê bi meşê derbasî cihê bîranînê bû

27 TEBAX 2026

Dayikên Aştiyê û ciwan bi meşê serdana şîna şehîdan kirin

25 TEBAX 2026
Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

18 TEBAX 2026
Gelê Bismîlê li dijî tiryak û çetebûyînê meşiya

Gelê Bismîlê li dijî tiryak û çetebûyînê meşiya

17 TEBAX 2026
Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

17 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne