• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Divê sibê gelê Licê li dijî fihûş û tiryakê rabe ser pêya’

Amed / AW

13 KANÛN 2025 - 08:31
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Bi pêşengtiya Platforma Şiyar Be dê di 14ê Kanûnê de li Licêyê li dijî fihûş û tiryakê meşek bê lidarxistin. Siyasetmedar û rêveberên saziyên sivîl banga beşdariya meşê li gel kirin û gotin: “Rabin ser pêya û li Licê xwedî derkevin. Em ê li dijî fihûş û tiryakê bimeşin.”

Di 14ê Kanûnê de li Licê bi şîara “Em rê nadin tiryak, fihûş û şerên taybet” dê meşek bê lidarxistin. Meş bi pêşengiya Platforma Şiyar Be dê pêk were û gelek sazî û dezgeh tev li meşê dibin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar jî dê beşdarî meşê bibe. Ji bo meşê amadekarî tên û bang li gel tê kirin ku tev li meşê bibe.

Hevserokên Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Licê û rêveberên saziyên sivîl bang li gel kirin ku tev li meşê bibe û gotin pêwîste her kes xwedî li Licê derkeve.

‘Divê gelê Licê rabe ser pêya’

Endama Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê Yesure Tufan diyar kir ku ew ê dê di 14ê Kanûnê de li dijî fihûş û tiryakê bimeşin û got: “Ez bang li tevahî gelê Licê û Amedê dikim; bila tev li meşê bibin. Ez dibêjim gelê Licê rabe ser pêya û xwedî li Licê derkeve. Îro Licê bi destê fihûş û tirkayê tê qirêjkirin. Em naxwazin Licê xera bibe. Li Kurdistanê serhildana herî mezin li Licêye pêk hatibû. Îro jî serhildana herî mezin dê dîsa li Licê pêk were. Licê ji bo me girîng e, Licê warê şeran e. Licê li pişt vîna û hebûna xwe ye.”

‘Mil bidin milê me’

Hevseroka DEM Partiyê ya Licê Nazife Maltaş jî anî ziman ku ew ê di 14ê Kanûnê de li Licê meşekê mezin li dar bixin û wiha got: “Em gelê xwe dawetî meşê dikin. Em dixwazin gelê me tev li ve meşê bibe û mil bide milê me.”

‘Em tevahiya gelê xwe vedixwînin meşê’

Rêveberê MEBYA-DERê Halîs Aksakal jî diyar kir ku ew ê li dijî fihûş û tiryakê bimeşin û got: “Di 14ê Kanûnê de em dimeşin. Em dixwazin tevahiya gelê me were tev li meşê bibe. Em ê li dijî fihûş û tiryakê nerazîbûna xwe nîşan bidin.”

‘Ev meş ji bo tevahiya gelê Licê ye’

Hevserokê DEM Partiya Licê Berzan Peker jî bi bîr xist ku ew roja 14ê Kanûnê li dijî fihûş û tiryakê dê bimeşin û diyar kir ku ev meş ji bo tevahiya gelê Licê dê pêk were û got: “Ji bona wê divê gelê Licê tev li meşê bibe.”

Etîket: fihûşhişbirLicêPlatforma Şiyar Betiryak
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

22 ÎLON 2026
Qesr û qonaxa li Xana Kelê nayê parastin: Li benda restorasyonê ye

Qesr û qonaxa li Xana Kelê nayê parastin: Li benda restorasyonê ye

1 ÎLON 2026
Li dijî tiryakê banga piştevanî û xwedîderketina pêşerojê

Li dijî tiryakê banga piştevanî û xwedîderketina pêşerojê

29 TEBAX 2026
‘Li dijî tiryakê têkoşîneke kollektîf pêwîst e’

‘Li dijî tiryakê têkoşîneke kollektîf pêwîst e’

23 TEBAX 2026
Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Îzmîrê: Tenê bi rêxistinbûnê rizgarî pêkan e

Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Îzmîrê: Tenê bi rêxistinbûnê rizgarî pêkan e

22 TEBAX 2026
Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne