• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayikên Aştiyê: Em dixwazin biçin Îmraliyê û Serokê xwe bibînin

Bazîd Evren / AW

11 KANÛN 2025 - 09:07
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Wanê diyar kirin ku ew dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û gotin: “Heta em gotinên wî jî devê kesên cuda bibihîzin em dixwazin rasterast wî guhdar bikin.”

Meclisa Dayikên Aştiyê duh ji bo di Komîsyona Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) cih bigirin û biçin Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bang li Wezareta Dadê û wezîr kiribûn ku ji bo çûyîna Îmraliyê destûrê bidin wan.

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ku derbarê mijarê de ji ajansa me re axivîn û gotin ku divê ew Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin.

‘Em ê ji Abdullah Ocalan hêzê bigirin’

Dayika Aştiyê Zekiye Kayayê diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aştiyê bangawazîyek kir û bi lêv kir ku lewma gel hemû ji bo aştiyê rabûye ser pêyan. Zekiye Kayayê bi lêv kir ku helbet ên naxwazin aştî çêbibe jî hene û got: “Ew kes ji ber armanc û bazirganiya xwe naxwazin. Lê em bang li wan jî dikin, hindî gavek ji gavekê zutir bê avêtin dê ji bo aşitîyê ewqas baş be. Heta Serokatî azad nebe gelê Kurd jî yê Tirk jî azad nabe. Herkes bila destê xwe dane ser wijdana xwe. Em Dayikên Aştiyê jî dixwazin biçin wî bibînin, em ê jê hêzê bigrin. Bi salane ji bo herkesî destê xwe dirêjî aşitîyê dike. Mifteya aştiyê di destê Serokatî de ye.”

‘Bila êdî xwîn neyê rijandin’

Dayika Kadriye Gezîciyê jî anî ziman ku ew çend sal in ji bo aştiyê li ber xwe didin û wiha axivî: “Em çiqas hatine kuştin û girtin jî dîsa em dibêjin aştî. Divê em hemû bi hev re deng bidine vê aştiyê. Em bang li dayikên leşker û polîsan, bang li hemû Kurdên ku heta niha tiştek nekirine jî dikin bila tev li me dayikan bibin, bila destê xwe bidin vê aştiyê. Bila êdî xwîna tu kesî neyê rijandin. Em dixwazin Serokatî bibînin. Heta em dê gotinên wî jî devê kesên cuda bibihîzin em ê rasterast ji wî guhdar bikin.”

‘Em dixwazin bi Serokê xwe re hevdîtinê bikin’

Dayika Şahîne Îşleyenê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav şandin û got ku ew ji bo aştiyê çêbike dixebite. Şahîne Îşleyenê diyar kir ku di rêya aştiyê de gelek bedel hatine dayîn û ev tişt got: “Em aştiyê dixwazin, em dibêjin bila êdî dayikên Kurdan jî yên Tirkan jî negirîn. Kî dibe bila bibe em ji bo hemû kesan aştiyê dixwazin. Aştî hatiye ziman lê ti gav ji aliyê dewletê ve nehatiye avêtin. Zarokên me ji çiya hatin çekên xwe şewîtandin, lê Erdogan gavek jî ne avêtiye. Em vê yekê qebûl nakin. Em dixwazin bi Serokê xwe re hevditînê bikin. Şûna ku em ê ji kesan bipirsin û gotinên wî bibihîzin, em dixwazin ji wî bi xwe bibihîzin. Bila dayîk jî jin jî biçin cem Serok ku em bizanibin ka çi dibêje.”

‘Bila dayikên tu kesan negirîn’

Dayika Nazli Acarê ji bo Îmraliyê û hemû girtiyên siyasî silav şandin. Di berdewamiyê de Nazli Acarê diyar ku ew ji bo Serokê xwe kom bûne û wiha berdewam kir: “Em daxwaza berdana Serokê xwe dikin. Serokatî banga çek danînê kir û yên me jî çekên xwe şewitandin. Bila dewlet jî pêngavekê biavêje. Em dixwazin biçine cem Serokatî, em wî jî bi xwe re bînin cem gelê xwe. Bes e êdî bila ev xwîne bisekine. Bila dayîkên tu kesan negirîn. Her yekî ji me zarokên xwe dane. Ev çend sal in em dibêjin aştî, xwişk û biratî, lê ew çi pêngavan naavêjin.”

‘Bila Kurdên me bibin yek’

Dayika Aştiyê Rabîa Algorê jî binê wê xêz kir ku heta mirov derê mala xwe paqij neke mirov nikare derê mala kesên din paqîj bike. Rabîa Algorê bal kişand ser yekitiya neteweyî û ev tişt anî ziman: “Ez hêvî û ricayan bi dilekî sotî dikim ku bila Kurdên me bibin yek. Bi yekitiyê em ê serbikevin. Dewletê derbarê pêvajoyê de hêj çi gav neavêtine. Serokatî got çekên xwe bişewitînin û rêxistinê jî li ber çavên herkesî şewitandin. Ka qet dîsa gavek avêtin? Lê baweriya me bi me heye, em her çar parçeyên Kurdîstanê bibin yêk em ê serbikevin û aştiya me jî dê çêbe.”

Etîket: Dayikên AştiyêRêberê Gelê Kurd Abdullah OcalanWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

5 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne