• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Herêma Geliyê Dîcleyê û Pîra Dehderî hatiye texrîbkirin

Amed / AW

8 KANÛN 2025 - 14:31
Kategorî: ROJANE
A A
Amed – Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi daxuyaniyekê ragihand ku qeyûman destûr daye ku li Geliyê Dîcleyê avahî bên çêkirin û bi vê yekê re Herêma Geliyê Dîcleyê û Pîra Dehderî hatiye texrîbkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, kargehên li Pira Dehderî ku xelkê bajêr ji ber dagirkirina qada cemaweriyê û fiyetên biha bertekê nîşan dide, daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyaniya şaredariyê wiha ye:

“Pira Dehderî ya ku di serdema Merwaniyan de di sala 1065an de li ser Çemê Dîcleyê hatiye çêkirin, di heman demê de mircaneke dîmena xwezayî ya Amedê ye ku heta roja me ya îro maye. Wêneyên ku bi rêya Google Earth hatine girtin, eko-qirkirina li dora pirê û pirê bi xwe darîçav dikin. Pira Dehderî ya ku sala 1065an di serdema Merwaniyan de ji aliyê mîmar Yûsif Kurê Ubeyd ve li ser Çemê Dîcleyê hatibû çêkirin û heta îro hêj jî ser pêya ye, di bin xetereya eko-qirkirina ku roj bi roj bi destê mirovan tê meşandin de ye.

Avahî bi tayînkirina qeyûm re hatin çêkirin

Avahiyên li her du aliyên pirê, ku di heman demê de mircana dîmena xwezayî ya ku ji aliyê Geliyê Dîcleyê û Baxçeyên Hewselê ve hatiye avakirin, di sala 2016an de bi tayînkirina qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir. Di wêneyên ku ji Google Earth hatine girtin de, tê dîtin ku di sala 2014an de li derdora pirê tu avahî çênebûne, lê bi qeyûmên ku di sala 2016an de hatine tayînkirin re, roj bi roj dîwarên beton bilind bûne.

Faûna vê biheşta sirûştî roj bi roj xera dikin

Di lêkolînên zanistî de yên ku li herêma Geliyê Çemê Dîcleyê û Baxçeyên Hewselê hatine kirin de, derdora 607 cureyên riwekan û nêzî 635 cureyên ajalan hatine tespîtkirin. Li vê herêmê ku stargeha çûkan, guhandaran û cureyên bêhestî ye, gelek cureyên wan di xetereya nemabûnê de ne. Nemaze li derdora Pira Dehderî, moloz û kertolên ku li rêgeha çem hatine reşandin û dîwarên beton ên ku bilind dibin, faûna (gişta heywanatê) vê biheşta sirûştî roj bi roj xera dikin.

Qirêjiya dengî gihîşte asta ku nema tehamûl bê kirin

Bi destûrên karsaziyê yên ku ji aliyê qeyûmên ku li şaredariyên bajarê mezin û navçeyan hatine tayînkirin ve hatine dayîn, gera mirovan li herêmê zêde bû û qirêjiya dengî gihîşte asta ku nema tehemûla wê tê kirin. Bi hebûna eywanên dawetan di nav karsaziyên ser pirê de, fîşekên hewayî yên ku tên teqandin, riyên derbasbûna 180 cureyên cuda yên çûkan ên ku li herêmê dijîn diguherînin û dibin sedema mirina çûkan jî.

Eko-qirkirin heye

Berevajî îdiaya xwediyên karsaziyan ku li herêmê darçandin heye, guhertina di herêmê de ya ku her roj zêde dibe û sînorên xwe fireh dike, bi vî awayî di wêneyên Google Earth de yên bi salan re xuya bûye.”

Etîket: Baxçeyê HewselêEko-qirkirinGeliyê Çemê DîcleyêPira DehderîSaredariya Bajare Mezin a Amede
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

1 COTMEH 2026
Ji Şaredariya Amedê kursên pirzimanî

Ji Şaredariya Amedê kursên pirzimanî

2 ÎLON 2026
Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

30 TEBAX 2026
Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

20 TEBAX 2026
Şaredariya Bajarê Mezin ji bo bîranîna 5ê Hezîranê cihê bîranînê ava dike

Şaredariya Bajarê Mezin ji bo bîranîna 5ê Hezîranê cihê bîranînê ava dike

18 TEBAX 2026
Li Bîstanên Komunê yên jinan berhemên ewil hatin çinîn

Li Bîstanên Komunê yên jinan berhemên ewil hatin çinîn

13 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne