• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Havînê xwe kuşt an çawişê pispor ew kuşt?

Mahmût Altintaş / AW

29 KANÛN 2024 - 08:29
Kategorî: DARAZ, JIN
A A
Şirnex – Havîn Tektaş di 24ê Kanûne de bi awayekî biguman li Îzmîrê jiyana xwe ji dest da. Lê malbata Havîn Tektaş ji hevjînê wê yê çawişê pispor Îbrahim Tektaş bi guman in û diyar dikin ku xwekuştina Havînê ne pêkan e.

Jina bi navê Havîn Tektaş(25) ku li Îzmîrê dijî di 24ê Kanûnê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Havîn Tektaş ji navçeya Elkê ya Şirnexê ye. 4 sal berê bi çawişê pispor Îbrahim Tektaş re zewicî. Pitika wê ya bi şîr heye. Piştî ku zewicî mala xwe bir Îzmîrê û li Îzmîrê bi cih û war bû. Di 24ê Kanûnê de agahî gihişt malbatê û gotin ‘Keça we xwe bi desmalekê bi deriyê odeyê ve daliqandiye.’ Havîn Tektaş piştî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wê şandin nexweşxaneyê û otopsî kirin. Piştî otopsiyê cenaze birin malbata dayik û bavê wê Elkê. Lê hevjînê we Îbrahim Tektaş bi cenaze re nehat. Malbat ji hevjînê wê Îbrahîm Tektaş bi guman e ku wî keça wan kuştiye.

Malbatê piştî bûyerê serî li dozgeriyê dan û der barê Îbrahim Tektaş de gilî kirin ku lêpirsîn bê destpêkirin. Malbata Havîn Tektaş ku li gundê Tivor a Elkê dijî, têkildarî bûyerê ji Ajansa Welat re axivîn û xwestin bûyer bê ronîkirin û Îbrahim Tektaş bê cezakirin.

‘Em bi guman in ku Îbrahîm Tektaş keça me kuştiye’

Dayika Havîn Tektaş, Hatice Aşkan diyar kir ku ew ji ber mirina keça xwe bi guman in û got: “Pitikê wê yê bi şîr heye. Wê çawa xwe bixeniqîne. Keça min xwe ne xeniqandî ye. Tiştek bi serê keça min hatiye. Me li Dozgeriya Şirnexê gilî kir. Ez bi guman im ku Îbrahîm Tektaş keça min kuştiye. Îbrahîm Tektaş bi cenaze re nehat. Hem gotin keça we xwe bi derî ve daliqandiyê, hem jî bi cenaze re nehat. Ev gumanên me zede dike. Em bawer nakin ku keça me xwe daliqandibe.”

‘Bila bûyer bê ronî kirin’

Hatice Aşkan destnîşan kir ku xwesteka wan ew e ku bûyer bê ronîkirin û bi lêv kir: “Em dixwazin ku bûyer bê zelalkirin. Heke wî kuştibe bila bêcezakirin. Em ê heta dawiyê li pey doza keça xwe bin. Me çend caran ji keça xwe re got tu pirsgirêkên te hene got na. Ku pirsgirêkê wê tune be çima xwe bikuje. Bila lêpirsîn bê destpêkirin. Heke wî nekuştibe bila bê ronîkirin em jî bizanin. Lê heke wî kuşti be jî bila bê cezakirin.”

Bav Mûstafa Aşkan jî diyar kir ku keça wî ne keseke ku xwe bixeniqîne bû û wiha got: “Keça min pir baş bû. Ne jineke ku xwe bixeniqe bû. Em bawer nakin ku xwe xeniqandibe. Pitikê wê hebû. Çima xwe bixeniqîne. Bejna keça min bi qasî derî ye. Dê çawa xwe bi derî ve daliqîne. Me gilî kiriye. Em dixwazin rastî ronî bibe û kujer bê cezakirin. Em ji Îbrahîm bi guman in. Ez ê heta dawî dozê bişopînim.”

 

 

Etîket: çawîşê pisporElkêHavîn TektaşÎbrahîm Tektaşİzmir
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

22 ÎLON 2026

Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi serdanan didome

9 ÎLON 2026
‘Seba veradîyayîşê Mehmet Saît Yildirimî qanûnê neweyî hewce nêkenê’

Tehliyeya Mehmet Saît Yildirim cardin hate astengkirin

7 ÎLON 2026
Li Îzmîr û Manîsayê 3 kes hatin binçavkirin

Li Îzmîr û Manîsayê 3 kes hatin binçavkirin

3 ÎLON 2026
ÎHD: Girtiyên nexweş ên giran Yanik, Maral û Aktaş berdin

ÎHD: Girtiyên nexweş ên giran Yanik, Maral û Aktaş berdin

22 TEBAX 2026
Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Îzmîrê: Tenê bi rêxistinbûnê rizgarî pêkan e

Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Îzmîrê: Tenê bi rêxistinbûnê rizgarî pêkan e

22 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne