• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Bi wêneyekî kuştina Ugur Kaymaz û bavê wî hate ronîkirin

Nûda Arici - Esra Polat / AW

20 MIJDAR 2025 - 08:05
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Rojnameger Omer Tur ku yek ji rojnamegerên ku şahidiya kuştina Ugur Kaymaz û bavê wî kiribû girîngîya çapemenîya azad a di bûyerên wiha de bi bîr xist û got: “Eger me rastiya bûyera hovane ya kuştina Ugur Kaymaz û bavê wî dernexista holê û wêne belav nekira dê ev jî wek bi hezaran bûyer bihata bincilkirin.”

Ugur Kaymaz û bavê xwe Ahmet Kaymaz di 21ê Mijdara 2004an de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê li ber mala xwe ji aliyê polîsan ve hatin kuştin. Ugur Kaymazê 12 salî bi 13 guleyan hatibû kuştin. Bedena wî ji guleyan bibû serad. Polîsan piştî ku ev bûyera hovane pêk anî, çekên lûledirêj danîn ber serê Ugur û bavê wî. Medyaya alîgir bûyer berovajî serwîs kir û bi nûçeyên derew, bûyer xist stûyê PKKê. Her çend medyaya alîgir û waliyê Mêrdînê yê wê demê digotin, “Du terorîst hatin kuştin” jî lê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), rastî derxist holê û nûçeyên medya alîgir û daxuyaniya walî derewand. Nûçegihanê DÎHAyê yê Mêrdînê Omer Tur roja bûyerê wêne û dîmenên rasteqîn ê Ugur Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymaz ji raya giştî re ragihand. Omer Tur bi nûçe û dîmenên ku belav dike, aşkere kir ku Ugur û bavê xwe sivîl in û bi awayek hovane hatine kuştin.

Rojnameger Omer Tur bi minasebeta salvegera 21emîn a kuştina Ugur û bavê wî axivî û şahidiya roja bûyerê vegot.

Di bûyerê de rol û girîngiya Çapemeniya Azad

Rojnameger Omer Tur qala roja wê bûyera hovane kir û got: “Buroya me ya DÎHAyê li Qoserê bû. Bes wê çaxê hê jî bandora faîlên nediyar berdewam dikir. Kes zêde newêribû biçe cihên bûyeran. Ez û hevalekî xwe me bi lez û veşartî xwe gihand cîhê bûyerê û nexwaşxaneyê, cenaze li nexweşxaneyê bûn. Me xwe gihand rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD). Wan jî nedizanî kuştî kî ne. Me li ser bûyerê lêkolîn kir. Çapemeniya alîgir berî ku bûyer were zelalkirin, li gorî daxuyaniya waliyê Mêrdînê nûçe serwîs kirin û bi sernav û manşetên wek, ‘Du terorîst hatine kuştin’ nûçe çêkirin. Me bîhîst ku yên hatine kuştin yek zarok e. Me got ne pêkane ku ev kes ‘endamê PKKê’ be. Parêzer û rêveberên ÎHDê li cihê karûbarên otopsiyê amade bûn; gotin ‘ew zarokekî 12 salî ye, navê wî Ugur Kaymaz e û bi 13 guleyan hatiye kuştin. Yê din jî bavî wî Ahmet Kaymaz e. Ez bi lez li şefê xwe yê ofîsê geriyam, min got ku ew daxuyaniya hatiye dayîn şaş e û her du kesên hatine kuştin jî sivîl in û welatiyên ji Qoserê ne. Me nûçe amade kir û bi sernavê, ‘Li Qoserê 2 welatî hatin qetilkirin’. DÎHAyê piştî nûçe belav kir, nûnerên rojname û ajansên li vir hemû şaş man. Wê çaxê me ji wan re got ku hûn tenê nûçeya xwe bi gotina walî çêdikin lê hûn lêkolînê nakin. Tevî ku agahiyên rast hîn bûn û bûyer piştrast bû jî lê dîsa di gotina xwe ya ‘2 terorîst’ de israr kirin û nûçe neguhurandin.”

‘Wênekêş û wêneyê rastî derxist holê’

Omer Tur destnîşan kir ku di berdewamiyê de jî wan dest ji ronîkirina bûyerê berneda û wiha got: “Her kes li wêneyê bûyerê û her du qurbaniyan digeriya. Me hewl da ku em xwe bigihînin malbatê. Lê belê polîsan mal û tax hemû dorpêç kiribûn. Me hewl da ku em xwe bigihînin wêneyeke Ugur Kaymaz. Me ew wêneyê Ugur Kaymaz ku cilên dibistanê lê ne, bi zor û zehmetî peyda kir. Me ew roj heta nîvê şevê hewl da wêne peyde bikin. Cara ewil ew wêneyê Ugur û bavê wî ajansa me belav kir. Wêne û wênekêşa me ji bo raya giştî ya Kurd û Kurdistanê gelek bi wate bû. Ew hezar bûyerên bi awayî ku qewimîn, ji ber wêne nebûn, hemû qurbanî hatin tawanbarkirin. Eger ew wênekeşa me nebûya, me wêne belav nekira wê bûyera Ugur Kaymaz û bavê wî jî wek bûyerên din bihatina veşartin. Wê ew bûyer jî bihata bincilkirin û raya giştî pê nedihesiya ku zarokek 12 salî bi 13 guleyan hatiye qetilkirin.”

Etîket: Ahmet KaymazÇapemeniya AzadUgur Kaymaz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Denîz Firat bi kameraya xwe bû dengê jinan 

Denîz Firat bi kameraya xwe bû dengê jinan 

8 TEBAX 2026
Doza 20 rojnamevanên Kurd ber bi qonaxa biryarê ve diçe

Doza 20 rojnamevanên Kurd ber bi qonaxa biryarê ve diçe

9 TÎRMEH 2026
Hevserokên DEM Partiyê Paşînyan pîroz kirin

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Dev ji astengkirina çapemeniya Kurdî berdin

3 TÎRMEH 2026
‘Çapemeniya Azad dê van sansuran ji holê rake’

‘Çapemeniya Azad dê van sansuran ji holê rake’

3 TÎRMEH 2026
Kedkarê Çapameniya Azad Bayram Balci: Ji sala 1991î ve tu carî pênûsa heqîqetê nedanî

Kedkarê Çapameniya Azad Bayram Balci: Ji sala 1991î ve tu carî pênûsa heqîqetê nedanî

23 HEZÎRAN 2026
Bingeha Çapemeniya Azad: Serxwebûn

Bingeha Çapemeniya Azad: Serxwebûn

3 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne