• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Şirnexê starta 25ê Mijdarê bi meşê hat dayîn

Şirnex / AW

12 MIJDAR 2025 - 16:23
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Jinên Şirnexî starta 25ê Mijdarê bi meş û daxuyaniyê dan.

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê bi tevlêbûna endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) partiyên siyasî, saziyên sivîl û Meclîsa Dayîkên Aştiyê bi boneya  25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan meş hat lidarxistin. Jinên ku li Kuçeya Alanyayê kom bûn bi pankarta, ‘Bi civaka demokratîk ber bi jiyana azad û bê tundî ve’ heya Kolana Hunerê meşiyan. Di meşê de wêneyên jinên ku ji aliyê dewleta Tirk û mêran ve hatine qetilkirin hatin hilgirtin û diruşmên, ‘jin jiyan azadî’ û ‘jin jiyan azadî, azad dike Rêbertî’ hatin berzkirin.

Beriya ku meş destpê bike polîsên mêr bi qasî saetekî jin asteng kirin û destûr nedan meşê. Li ser berteka jinan polîsên ku bend danîn pêşiya meşê neçar bûn ku destûrê bidin meşê.

Piştî ku jin gihiştin Kolana Hunerê Aktîvîsta TJAyê Rengîn Onûkê daxuyanî xwend. Rengîn Onûkê got ku ew bi têkoşîna wekhevî û azadiyê 25ê Mijdarê pêşwazî dikin û wiha axivî: “Em 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, ku bi bîranîn û berxwedana Xwişkên Mirabel bûye sembol, bi têkoşîna xwe ya wekhevî û azadiyê ya li dijî şer, tundî, newekhevî û mêtingeriyê pêşwazî dikin. Her sal li çar aliyê cîhanê bi hezaran jin di encama tundiya mêran de tên qetilkirin; li Tirkiyeyê di sala 2024an de 452 û di sala 2025an de jî heta niha 391 jin bi destê mêran hatine kuştin.”

‘Em ê jiyanê, aştiyê û azadiyê diparêzin’

Rengîn Onûk diyar kir ku ew ê li hember pergala serdestiya mêr têkoşîna xwe berdewam bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bi dengekî bilind ê ji qadan careke din diqîrin: Li dijî tundiya mêr-dewletê, em jiyanê, aştiyê û azadiyê diparêzin! Meşa me ya îroyîn, ne tenê destpêka çalakiyekê ye; ew îfadeya berxwedana jinan, piştgirî û lêgerîna azadiyê ye di her qada jiyanê de. Sîstema serdestiya mêr, tundiyê ne tenê di malan de; di dadgehan, kolanan, cîhên kar û qadên şer de jî bi awayekî organîze çêdike. Dema ku bi polîtîkayên bêcezahiştinê yên dewletê tundiya mêran mezin dikin, armanc ew e ku gotin, îrade û rêxistinkirina jinan bifetisînin. Girtina dezgehên jinan, girtina siyasetmedarên jin û polîtîkayên qeyûman mînakên herî berbiçav ên zîhniyeta mêr-dewletê û dijminatiya jinê ne.

‘Têkoşîna azadiya jinê, têkoşîna azadiya gelan e’

Rengîn Onûkê herî dawî da zanîn ku têkoşîna azadiya jinê, têkoşîna azadiya gelan e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em wekî TJA careke din destnîşan dikin: Têkoşîna azadiya jinê, têkoşîna azadiya gelan e. Mafê jiyanê yê jinan, ewlehiya aştî û edaletê ye. Em ê têkoşîna xwe ya rêxistinkirî ya li dijî tundiya mêr-dewletê mezin bikin. Em ê li her derê, di her qadê de, parastina jiyanê û bilindkirina zimanê azadiyê bidomînin. Têkoşîna jinan, ne tenê nerazîbûnek e, ew damezrandina jiyaneke nû ye. Di vê jiyanê de wê ne zimanê şer, zimanê aştiyê; ne înkar, zimanê wekheviyê; ne mêtingerî, zimanê piştgiriyê bê axaftin.
Ev dengê ku îro li Hezexê bilind dibe, wê bibe dengê hemû jinan û her gaveke ku em di vê meşê de diavêjin, wê rêya jiyana azad veke.”

Piştî daxuyaniyê çalakiya jinan bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.

Etîket: ŞirnexStarta 25ê MijdarêTevgera Jinên Azad (TJA)
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nagîhan Akarsel li Erziromê hate bibîranîn

Nagîhan Akarsel li Erziromê hate bibîranîn

5 COTMEH 2026
Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

5 TEBAX 2026
Li Şirnexê agir bi daristanê ket

Li Şirnexê agir bi daristanê ket

1 TEBAX 2026
Nobeta Aştiyê didome: Aştî bi gavên hiqûqî mîsoger dibe

Nobeta Aştiyê didome: Aştî bi gavên hiqûqî mîsoger dibe

24 TÎRMEH 2026
Li Şirnexê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

Li Şirnexê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

21 TÎRMEH 2026
ÎHDê di nobeta vê hefteyê de ji bo xwezayê edalet xwest

ÎHDê di nobeta vê hefteyê de ji bo xwezayê edalet xwest

17 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne