• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bayindir: Em li ber azadiyê ne Hatîmogûllari: Provokatoran her der tijî kiriye

Colemêrg / AW

1 MIJDAR 2025 - 20:22
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di merasîm û şahiya vekirina avahiya nû ya DEM
Partiyê de axivî û diyar kir ku gelê Kurd li ber azadî û aştiyeke birûmet e û ji bo vê yekê jî xebat lazim e. Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogûllariyê jî bal kişand ser pêvajoyê û got provakatoran her der tije kiriye.

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Colemêrgê, bi boneya vekirina
avahiya xwe ya nû merasîmeke girseyî pêk anî û şahiyek li dar xist. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê
Tulay Hatîmogûllari û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir tev li
merasîma vekirinê û şahiyê bûn. Merasîm bi coşeke mezin dest pê kir û avahiya nû ya DEM Partiyê bi
çepik û tilîliyan hat vekirin. Parlementerên DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Coşkûn Parlak, Oznûr
Bartin û Onûr Duşunmez, Hevseroka Şaredariya Colemêrgê Viyan Tekçe ku qeyûm tayînî cihê wê
hatiye kirin, rêxistinên DEM Partî û DBPê yên navçeyên Gever, Şemzînan û Çelê, nûnerên saziyên sivîl
û gelek welatî tev li merasîma vekirinê bûn.

‘Ji bo pêşketina pêvajoyê xebat lazim e’

Piştî merasîma vekirinê girse derbasî cihê şahiyê bû. Bi hezaran welatî beriya şahiyê qad tijî kir û
govend gerand. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir li vir axivî û got ku îro roja Kobanê ye û ji
yên ku ala azadiyê bilind kirin re silav şand. Keskîn Bayindir anî ziman ku ew ji qontara Çiyayê Simbil
silavan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dişînin û got: “Birêz Ocalan digot; Rojekê ez
derbikevim ez ê berê xwe bidim Çiyayê Cîloyê û jiyaneke demokratîk ava bikim. Em li Colemêrgê û
welatê xwe rê nadin tiştên xerab û tiryakê. Divê em soz bidin ku em nahêlin şerê taybet bikeve di
nava kolanên me. Em ê welatê xwe li ser rihê welatparêziyê ava bikin. Malbat û eşîrên me gelek bi
qîmet in. Heke eşîrtî parastina nasname û çanda xwe û gelê xwe bike li ser çavên me. Lê niha hinek
kes bi taximên reş û tisbîhan xwe weke axa nîşan didin û ji xwe re dibêjin mezin. Mezinatî bi xwedî
derketina çand, gel û nasnameya xwe çêdibe. Colemêrg cihê Kurdewarî, welatparêziyê û neteweyiyê
ye. Em bi cil û bergên xwe Kurd in û li Kurdistanê ne. Rêber Ocalan pêvajoyek daye destpêkirin. Êdî
em li ber azadî û aştiyeke birûmet in. Lê ji bo vê yekê xebat lazim e.”

‘Provokatoran her der tijî kiriye’

Dû re Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari axivî û wê jî Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz
kir. Tulay Hatimogûllariyê anî ziman ku ew bi dilsoziyeke mezin hewl didin ji Banga Aştî û Civaka
Demokratîk re bibin bersiv û wiha got: “Weke hûn jî dizanîn di 27ê Sibatê de LRêzdar Abdullah Ocalan banga Aştî û Civaka Demokratîk kir û Tevgera Azadiya Kurdistanê jî bi gavên girîng bersiva vê bangê da. Di vê pêvajoyê de berbirsiyariyeke mezin dikeve ser milê hikûmet, muxalefet û herkesî û divê herkes peywira xwe bi cih bîne. Divê qanûnên entegrasyona demokratîk ku Birêz Ocalan jî behs dikir, qanûnên azadiyê û
qanûnên taybet bên derxistin. Pravakatoran her der tijî kiriye û divê em lez bikin. Garantiya vê
pêvajoyê gel û têkoşîna azadiyê ye û pûsûlaya me jî aştî ye. Gelî ciwanan, Birêz Ocalan ji bo we di
nava bendewariyeke mezin de ye. Divê ciwan xwedî li vê pêvajoyê derbikevin.”

Piştî axaftinan hunermend Xêro Abbas derket ser dikê bi stranên xwe qad coşand. Xêro Abbas jî bal
kişand ser pêvajoyê û got ku Kurdan ti carî dest ji daxwaza xwe ya aştiyê berneda.

Piştî konsera Xêro Abbas bername bi dawî bû.

 

Etîket: BayindirColemêrgHatîmogullarişahî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

6 COTMEH 2026
Qeyim li Colemêrgê tax bêav hişt: Kes guh nade gazincên welatiyan

Qeyim li Colemêrgê tax bêav hişt: Kes guh nade gazincên welatiyan

21 ÎLON 2026
Bîranîna şehîdan ya li Colemêrgê bi serdanan didome

Bîranîna şehîdan ya li Colemêrgê bi serdanan didome

9 ÎLON 2026
Li Colemêrgê bîranîna şehîdan dest pê kir

Li Colemêrgê bîranîna şehîdan dest pê kir

8 ÎLON 2026
Li Nehriyê çend mîrateyên giranbiha: Qesra Qayme, Qesra Kelat û Pira Bêgirdî

Li Nehriyê çend mîrateyên giranbiha: Qesra Qayme, Qesra Kelat û Pira Bêgirdî

8 ÎLON 2026
Keskîn Bayindir: Ocalan navê Kurdan di qanûnan de bi cih kir

Keskîn Bayindir: Ocalan navê Kurdan di qanûnan de bi cih kir

3 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne