• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Kobanê warê şînbûna yekîtiya neteweyî ye

Navenda Nûçeyan /AW

1 MIJDAR 2025 - 09:19
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Înîsîyatîfa Yekîtiya Demokratîk ku têkildarî Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyanî da diyar kir ku berxwedana Kobanê, di dîroka Kurd û Kurdistanê de warê şînbûna yekîtiya neteweyî ye û got: “Çawa ku Kobanê, duh warê vejîna yekîtiyê bû, îro jî têkoşîn û hewla yekîtiyê hêza xwe ji sekna gelê Kobanê û Rojava digire.” 
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi minasebeta 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de bi serenavê “Roja Kobanêyê ya Cîhanê Li Hemû Gelan Pîroz be!” daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk da zanîn ku ji sala 2011an heta van mehên dawî li Sûriyeyê koçberî û qetlîam tu car kêm nebûn û wiha got: “Bajar hatin rûxandin, bi mîlyonan Sûrîyeyî koçber bûn, bi sed hezaran mirovên sivîl hatin qetilkirin. Di nava vê aloziyê de DAIŞ bi hevkariya hin hêzên navneteweyî û herêmî derket holê û 11 sal berê ji Mûsilê heta Reqayê gelek bajar û gundên Iraq û Sûriyeyê bi dest xistin. Artêşa tarîtiyê ya DAÎŞê li Rojhilata Navîn bêyî astengî di Îlona 2014an de dest bi êrîşa Kobanê kir.”
‘Kirasê koletiyê veçirandin’ 
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk diyar kir ku DAIŞê di sedsala 21emîn de li ber çavên cîhanê li ser gelen Rojhilata Navîn hovîtiyeke mezin meşand, komkujiyên giran pêk anîn û wiha domand: “Bêguman armanca DAÎŞê, şikandina hêviya azadiyê ya gelan bû. Hin hêzên tarî bi destê DAIŞê xwestin ku berxwedana azadiyê ya gelê Kurd tune bikin. Lê 11 sal berê hemû êrîşên li dijî gelan li ber deriyê Kobanê bi têkoşîneke bêhempa yek bi yek têk çûn. Di serî de keç û xortên Kurd, hemû gelan bi hev re 4 meh 8 rojan li ber xwe dan û kirasê koletiyê veçirandin.”
‘Dilê her Kurdekî li Kobanê lê dide’ 
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk destnîşan kir ku berxwedana Kobanê, di dîroka Kurd û Kurdistanê de warê şînbûna yekîtiyê ya neteweyî ye û wiha pê de çû: “Ji Mehabad heta Hewlêrê, ji Amedê heta Efrînê, ji Japonyayê heta Amerîkayê dilê her Kurdekî li Kobanê lê dide. Çawa ku Kobanê, duh warê vejîna yekîtiyê bû, îro jî têkoşîn û hewla yekîtiyê hêza xwe ji sekna gelê Kobanê û Rojava digire.  Ji ber vê ye ku di pergala nû ya Sûriyeyê de parastina statuya Rojava tenê ne ji bo gelê Kurd, ji bo siberojeke demokratîk a hemû gelan daxwazeke jêveneger e.”
‘Kobanê serfiraziya hemû gelan e’ 
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk di berdewama daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Kobanê di heman demê de serfiraziya hemû gelan, baweriyan û jinan e. Kobanê bi têkoşîna xwe ya bêhampa, îro remza nirxên mirovahiyê ye, sembola jiyaneke bi rûmet e, qada xwişk û biratiya gelan e. Çîrûska rizgariyê li wir bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ veda û hê jî li seranserê cîhanê deng dide. Ji ber van sedeman 1ê Mijdarê ji aliyê gelên cîhanê, rewşenbîr, şoreşger, rêxistinên civakî yên sivîl û xelatgirên Nobelê weke Roja Kobanê hat ragihandin.
Di qonaxa îroyîn de li Rojhilata Navîn daxwaza gelan êdî bidawîbûna şer û pevçûnan e. Divê hemû hêzên navneteweyî û herêmî rêz li daxwazên gelê Kurd û gelên din bigirin û bendewariyên ji bo azadî û aştiyê êdî paşguh nekin. Bi taybetî, li seranserê Sûriyeyê avakirina pergaleke demokratîk ji bo hemû gelan pêwistiyeke jiyanî ye. Bi vê mebestê, modela ku li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî pirnasname û pirolî hatiya avakirin mînakeke berbiçav e.”
‘Divê gavên entegrasyona demokratîk werin avêtin’ 
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Em bang li Hikumeta demkî ya Sûriyeyê dikin ku di serî de Kurd, Durzî, Ereb, Elewî û Mesihî divê tu kes di pergala nû ya Sûriyeyê de tune neyên hesibandin. Di vê çarçoveyê de divê dev ji hemû polîtîkayên pişaftin û helandinê were berdan û gavên entegrasyona demokratîk werin avêtin. Lewra li Sûriyeyê û li hemû Rojhilata Navîn, siberojeke xweştir encax bi helwesteke aştiyane û demokratîk pêkan e.”
Bi van hest û nêrînan, em cardin ruhê azadiyê ku 11 sal berê li dijî êrîşên DAIŞa hov li dora Kobanê kom bûbû bi rêzdarî silav dikin û 1ê Mijdarê Roja Kobanêyê ya Cîhanê pîroz dikin.”
Etîket: 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanêberxwedana KobanêdaxuyanîÎnisiyatifa Yekîtiya Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

12 ÎLON 2026
‘Şopen darbeyê bi rakirina Destûra Bingehîn a 82yan pêkan e’

‘Şopen darbeyê bi rakirina Destûra Bingehîn a 82yan pêkan e’

12 ÎLON 2026
Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

4 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne