• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Wê rojê cîhan li dora şervanên kurd bûn yek

Mehmet Elî Ertaş / AW

30 COTMEH 2025 - 08:03
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Navenda Nûçeyan – Şervanên YPGê û YPJê li dijî DAIŞê 134 rojan li ber xwe dan û li dijî DAIŞê Kobanê parastin. Piştî berxwedana xurt a YPGê û YPJê ya li dijî DAIŞê di 1ê Mijdarê de li gelek welatên cîhanê Kurd û dostên Kurdan daketin kolanan û piştgirî dan Kobanê.

* 11 sal berê gelên cîhanê li zêdetirî 40 welatan ji bo Kobanê daketin kolanan û bi yek dengî gotin “Bijî Berxwedana Kobanê”. Piştî ku di 1ê Mijdarê de li gelek welatên cîhanê gel ji bo piştgiriya Kobanê daket kolanan, ev roj wekî Roja Kobanê ya Cîhanê tê pîrozkirin.

1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ye. DAIŞê di 14ê Îlona 2014an de êrîşî Kobanê kir. Xwest bi piştgiriya hikûmeta AKPê Kobanê dagir bike. Lê li dijî van êrîşan şervanên Kurd 134 rojan li dijî DAIŞê şer kir. Di şerê dijwar de êrîşên DAIŞê şikandin û DAIŞ têk bir. Vê têkoşîn û berxwedana şervanên Kurd bala hemû cihanê kişand. Li ser banga xwediyên Xelata Aştiyê ya Nobelê, akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar û rêxistinên civakî yên demokratîk, 1ê Mijdara 2014an wek Roja Piştevaniya Cîhanê ya bi Kobanê re hat îlankirin.

Li ser vê yekê li tevahiya cîhanê bi taybet jî gel, çîn û beşên bindest û azadîxwaz yên civakê û jinên têkoşer bi çalakiyên curbecur piştgiriya xwe ji Kobanê û berxwedaniya bêmînak ya Kobanê re raber kirin. Berxwedan ji tax, çeper û kolanên Kobanê derbasî hemû cîhanê bû. Piştî gelên cîhanê ferq kirin ku DAIŞî, li dijî mirovahiyê xeterî û metirsiyeke mezin in, piştgirî dan têkoşîna Kobanê. Gelê cîhanê dîtin ku DAIŞî dijminê maf, azadî, demokrasî, hebûn û jiyana birûmet e li dijî DAIŞê derketin kolanan.

Li hemû kolan û qadên cîhanê, dil û mêjî di 1ê Mijdara 2014an de bû yek. Ji Japonya heya Efxanistan û Îranê, ji Latîn Amerîka heya Awisturalyayê, ji welatên Ewropayê heya Rojhilata Navîn bi yek dengî piştgî dan berxwedana Kobanê. Welatî û nûnerên rêxistinên civakî yên ku daketin kolanan, bawer kirin ku şervanên Kurd li Kobanê li dijî koletî û bindestiyê; azadî û rûmeta mirovahiyê parast. Dîtin ku jinên Kurd, şervanên azadiyê û gelê Kurd canê xwe kirin mertal û li dijî hovîtiya DAIŞê di nav şert û mercên bêmêzîn de şer kirin.

Rewşenbir û siyasetmedar destnîşan dikin ku yê ruhê berxwedana Kobanê xist meriyetê û rê li pêşiya 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê vekir, fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Kurd ji çar aliyan herikîn Sînorê Kobanê

Li aliyê din piştî êrîşên DAIŞê yên li dijî Kobanê dest pê kir; gelê Kurd di serî de ji bajarên bakurê Kurdistanê, ji Başûr, Rojhilat berê xwe dan ser sînorê Kobanê û bi mehan li ser sînor nobet girtin. Gel bi şev û roj piştgirî dan şervanên YPG û YPJê û ew tenê nehiştin.

Şervanên Kurd berxwedana dirokî nîşan dan

Şervanên Kurd di şerê Kobanê de nîşan dan ku vîna mirov dema ku bi eşqa azadiyê re bibe yek, tu tişt, tu kelem û tu dijmin nikare pêşiya serketinê bigire. Bi vê berxwedana şervanên kurd re, gelên cîhanê di 1ê Mijdarê de li hemû kolanên cîhanê dirûşmeyên “Bijî berxwedana Kobanê” berz kirin. Şervanên YPJ-YPG, piştî vê rojê bêtir darbeyên giran li DAIŞe xistin û berxwedana xwe cîhanî kirin. Piştî gelên cîhanê di 1ê Mijdarê de daket kolanan, ev roj bû roja yekgirtin û hevgirtina gelan.

 

Etîket: 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya CîhanêBerxwedanDAIŞYPGYPJ
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

Pentagon: Me dawî li ‘Operasyona Biryardariya Xwezayî’ ya li Iraqê anî

30 ÎLON 2026
Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

18 ÎLON 2026
Mahîr Dogan: Ji sêdarê ber bi maseya mizakereyê ve xeta berxwedanê biser ket

Mahîr Dogan: Ji sêdarê ber bi maseya mizakereyê ve xeta berxwedanê biser ket

17 ÎLON 2026
‘Hacer û hevalên xwe nehişt DAIŞ bikeve Kobanê’

‘Hacer û hevalên xwe nehişt DAIŞ bikeve Kobanê’

1 ÎLON 2026
Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne