• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Hatîmogûllari: Divê dewlet demildest derbasî qonaxa gavên şênber bibin

Enqere / AW

21 COTMEH 2025 - 15:37
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Tulay Hatîmogûllari ku di civîna heftane ya koma partiya xwe de axivî, diyar kir ku li Tirkiyeyê hewcehî bi guhertineke demokratîk heye û got: “divê dewlet û desthilat demildest derbasî qonaxa gavên şênber bibin.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, di civîna heftane ya koma partiya xwe de li Meclisê geşedanên di rojevê de nirxand. Tulay Hatîmogûllari, di destpêkê de helbestvanê navdar ê Kurd Cegerxwîn bi boneya salvegera wefata wî bi bîr anî û got: “Sekna wî ya şoreşger û înada wî ya di jiyanê de di dilê milyonan de dijî.”

Tulay Hatîmogûllari, hevdîtina bi siyasetmedar Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş re bi bîr xist û bal kişand ser 3 biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) yên têkildarî Demîrtaş. Tulay Hatîmogûllari, got: “Hevalên me tavilê berdin.”

Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser geşedanên di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de û 22yê Cotmehê û 27ê Sibatê weke rojên hêviya aştiyê ajdayî nirxand.

‘Hewcehî bi veguherîneke demokratîk heye’

Tulay Hatîmogûllari, anî ziman ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û şerê 50 sal in didome li pêşiya Tirkiyeyê firsendeke dîrokî heye û got: “Hewcehî bi veguherîneke demokratîk heye ku qanalên çareseriyê yên krîzên siyasî, civakî û aborî veke. Erk û berpirsyartiyên her kesî diyar in. Di serî de sererastkirinên yasayî, divê dewlet û îktîdar tavilê derbasî qonaxa gavên şênber bibin. Aştiya civakî nebûyî encamek jê dernakeve. Rêya vê jî ew e ku jin û ciwan bibin avakerên aştiyê. Berpirsyartiyeke mezin li ser milên me tevan heye. Sererastkirinên yasayî yên beriya ku budçeya sala 2026an tên Meclisê dê hem baweriyê xurt bike hem jî ji bo serketina pêvajoyê rê veke.”

‘Dema Kurdî hate parvekirin welat dabeş bû?’

Tulay Hatîmogûllari têkildarî bertekên li dijî parvekirina Meclisê ya bi Kurdî wiha got: “Dema parvekirina bi Kurdî hatî kirin çi bû? Welat dabeş bû? Naxêr. Berevajî vê, bi milyonan Kurdên li welat hatin naskirin û rêz ji zimanê wan ê dayikê re hate girtin. Nêzkirina gelê Kurd a li îdeala komara demokratîk bi tu kesekî nade windakirin. Berevajî vê, civak û demokrasî dê bi ser keve. Dê nîjadperest û yên siyaseta nîjadperestiyê dikin dê winda bikin. Binêrin, her gava nayê avêtin, her vehêlandin cisaretê dide dijberên pêvajoyê. Vaye her ku pêvajo disekine cisareta kesên şer dixwazin jî zêde dibe.

Em ê nehêlin kes sermayeyê dabeş bikin

Baş e lê kesên li dijî aştiyê derdikevin û dixwazin mirin bidomin kî ne? Van kesan, bi salan siyaseta şer kirin û ji ranta wê xwarin. Aştî jî sedema hebûna wan ji holê radike. Divê em kesên li Meclisê li dijî aştiyê derdikevin baş bibînin. Dengê van kesan ne dengê hilbijêrên wan e. Nexwe ma kîjan dayik dixwaze zarokê wê bimire? Kesek naxwaze. Li vê xakê her kes daxwaza aştî, demokrasiyê dike. Em ê destûrê nedin van provokasyonên sîstematîk. Em ê nehêlin kesên sermayeya wan tenê nefret vê civakê dabeş bikin. Bedela wê çi jî be em ê ji bo avakirina aştî û komara demokratîk heta dawiyê bixebitin û bi ser kevin. Em ê guh nedin dijberên pêvajoyê û lîstikên wan teşhîr bikin.

Desthilat şûna baweriyê zext, zor û ceza tîne

Em dîsa bi taktîkekê AKPê rû bi rû ne. Sererastkirinên ku civakê aciz dikin bi awayekî parve kirin û dixwazin rê li ber berteka civakê bigirin. Mînaka vê ya dawî jî me di 11emîn Paketa Darazê de dît. Îktîdar li şûna ji bo civakê bêhtir bawerî, çareserî, edalet û mafên mirovan bîne; bêhtir zext, zor, ceza û hwd. tîne. Di vê miswedeya bi raya giştî re hatiye parvekirin de tu xaleke pêdiviya edalet û demokrasiyê ya civakê cîbicî dike tune ye. Berevajî vê, êrişa li dijî jin û nasnameyên cuda heye. Sedema hebûna dewletê ew e ku bi awayekî wekhev hiqûqa her hemwelatiyekî biparêze. Peywira wê ne ew e ku vê cur bi curiyê ceza bike. Mecbûr e rêzê ji tevan re bigire.

Em ê ji tezkereyê re bêjin na

Dê tezkereya Iraq-Sûriyeyê îro bînin lijneya giştî. Li dijî PKKê ku biryara xwefesixkirinê daye û PYDê ku li Sûriyeyê aktoreke siyasî ya girîng e, tezkereya operasyonên derveyî welat a ji bo 3 salan pêşkeşî Meclisê kirin. Feraseta tezkereyê bi xwe re tenê bêbaweriyê tîne. Siyaseta tezkereyê ne li gorî ruhê 27’ê Sibatê ye. Ma dema tilî li ser tetîkê dê aştî çawa bibe? Pêdivî bi feraseteke demokratîk û azadîxwaz ku mafên Kurdan, Tirkan, Ereban û nasnameyên din wekhev dibîne heye. Ev jî bi tezkereyan nabe. Em ê ji vê tezkereyê re bibêjin na û bang li muxalefetê jî dikin ku bibêjin ‘na.’

Avakirina komareke demokratîk deynê stuyê me ye

Kî çi provokasyonan bike jî em bibiryar in ku vala derxînin. Avakirina komareke demokratîk ku hemû welatî tê de wekhev dijîn, deynê stûyê me ye. Çi bibe jî em ê bi vê bibiryardariyê têkoşîna xwe bidomînin.”

Etîket: civînEnqereKoma DEM PartiyêMeclîsTulay Hatimogullari
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026
Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

19 TEBAX 2026
Li Amedê rêzeçalakiyên ‘Pêngava Rabin’ berdewam dike

Li Amedê rêzeçalakiyên ‘Pêngava Rabin’ berdewam dike

17 TEBAX 2026
Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

16 TEBAX 2026
Karkerên madenê cara 3yemîn hatin binçavkirin

Karkerên madenê cara 3yemîn hatin binçavkirin

13 TEBAX 2026
Mazlûm Dînç: Pêkhatina qanûnê girêdayî şertên Serok Apo ne

Mazlûm Dînç: Pêkhatina qanûnê girêdayî şertên Serok Apo ne

13 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne