• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li dijî KHKê jiyaneke alternatîf ava kir

Omer Demîr / AW

21 COTMEH 2025 - 08:05
Kategorî: MANŞET
A A
Amed – Bedirxan Çetînkayayê ku di sala 2016an de bi rêya KHKê ji kar hatibû derxistin diyar kir ku li dijî vê yekê vegeriya gundê xwe û li wir jiyanek û aboriyeke alternatîf ava kiriye.

Desthilata AKPê piştî darbeya 15ê Tîrmeha 2016an bi rêya KHKyan 125 hezar û 612 kedkar ji kar derxistin. Nêzî 10 sal in berxwedana kedkaran a li dijî KHKyan didome. Di vê pêvajoyê de gelek kedkaran jiyana xwe ji dest dan û gelekan jî ji bo debara xwe bikin karên cuda kirin. Yek ji van kedkaran jî Bedirxan Çetînkayayê di sala 2001an de wekî karmendê cemaweriyê li dadgehê dest bi kar kir û di sala 2016an de ji kar hat derxistin e. Bedirxan Çetînkaya di heman de 15 salan di karên sendîka û partiyên siyasî de cih girt. Piştî ku bi rêya KHKê ji kar hat derxistin, vegeriya gundê xwe yê bi navê Fidêla ya navçeya Sûra Amedê û dest bi karê çandiniyê kir. Piştî ew ji kar avêtin Serokê AKPê yê İspartayê Osman Zabûn ji wan re got ku “Bila koka darê bixwin.” Bedirxan Çetînkaya li dijî van gotinan vegeriya gundê xwe, ji xwe re jiyaneke nû avakir û xwest bibe bersiva pergalê û van gotinan. Bedirxan Çetînkaya têkildarî pêvajoya xwe ya kar derxistinê û karê ku niha dike ji ajansa me re axivî.

‘Ji bo ku me daxwaza jiyaneke hevpar kir em ji kar avêtin’

Bedirxan Çetînkaya diyar kir ku ew 15 salan wekî kedkarê cemaweriyê xebitiye lê her dem karên ked û sendîkayê jî meşandiye û wiha got: “Li Tirkiyeyê gelek tiştên xelet çêdibûn. Em jî li dijî wan tiştan bûn. Me digot bila tu kes jiyana xwe ji dest nede, dayîk negirîn. Piştî darbeya 2016an serê meha Cotmehê ez ketim girtîgehê û paşê di 29ê Cotmehê de ez ji kar derxistim. Kesên muxalîf, aştîxwaz ji kar hatin derxistin. Daxwaza me jî her dem jiyanek hevpar û rûmet bû, ji bo na wê me jî kar avêtin.”

‘Min jiyanek alternatîf avakir’

Bedirxan Çetînkaya piştî wan ji bi bîr xist ku piştî ew ji kar avêtin AKPiyan ji wan re gotiye “bila koka darê bixwin” û ev tişt gotin: “Li dijî vê gotinê ez jî vegeriyam ser axa xwe. Min li gund darên behîv û fistikan çandin. Ev 6 sal in ez li gund dijîm. Dema ez hatim gund tu tiştê min tune bû. Min li vir her tiştê xwe avakir. Bi salan e ez li gund dixebitim. Min di gund de jiyanek û aboriyek alternatîf avakir. Ji bo li dijî pergalê em bisekinin ez li vir im. Em koka darê naxwin, me li vir dar çandin. Kok li vir e kî bixwe bila werê bixwe. Em li vir jiyanek birûmet dijîn. Pergalê em ji kar avêtin û xwest em bişikên lê min li vir jiyanek alternatîf avakir. Em ê li ser mafê xwe jî bisekinin. Em ê vegerin ser karê xwe jî û em ê jiyana xwe berdewam jî bikin. Aştî dê pêk werê, her tişt pêk werê û baş be. Ez bang li tevahî kesên ji kar hatine dûrxistin dikim ku ew jî vegerin axa xwe. Dema ez hatim gund gotin ‘tu li vir nasekinî’ lê ez li vir im.”

Etîket: Bedirxan ÇetînkayaBerxwedanGundê FidêlakedkarKHKSur
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Konsera Atolyeya Muzîkê ya Gerok li gundê Zoravayê bû

Konsera Atolyeya Muzîkê ya Gerok li gundê Zoravayê bû

1 TEBAX 2026
Ciwanên Amedê: Em ê li dijî hişbirê civakeke exlaqî û polîtîk rêxistin bikin

Ciwanên Amedê: Em ê li dijî hişbirê civakeke exlaqî û polîtîk rêxistin bikin

22 TÎRMEH 2026
Çalakiya KESKê ya li Enqereyê didome

Çalakiya KESKê ya li Enqereyê didome

18 TÎRMEH 2026
Havînê xew xweş e li Mizgefta Mezin

Havînê xew xweş e li Mizgefta Mezin

15 TÎRMEH 2026
AKP hewla darbeyê 15ê Tîrmehê ji xwe re kir amûr: Bi hezaran Kurd girt û şer berfireh kir

AKP hewla darbeyê 15ê Tîrmehê ji xwe re kir amûr: Bi hezaran Kurd girt û şer berfireh kir

15 TÎRMEH 2026
Li Amedê panela 14ê Tîrmehê: Em deyndarê berxwedana 14ê Tîrmehê ne

Li Amedê panela 14ê Tîrmehê: Em deyndarê berxwedana 14ê Tîrmehê ne

14 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne