Amed – Beden ango sûrên Amedê li hafa Çemê Dîcleyê ne û bi sedsalan e li dijî demê li ber xwe didin. Lê bi destê mirovan tên wêrankirin û qirêjkirin. Bedenên Amedê yên ku bi rengê kevirê bazalt ê xurt û qatranî hatine xemilandin û taxên Sûrê bêxwedî mane û ev dîroka kevnar bûye cihê çop, bikaranîna madeyên hişbirê û qirêjiyê.
Em hinekî qala bedenên Amedê bikin û balê bikişînîn ser rewa bedenan a îroyîn. Ev bedenên qedîm ên ku gavên pêşî di salên 3000î de di serdemiya Huriyan de hatine avêtin, di sedsala 4an de di serdemiya Împeratorê Romayê Constantiusê 2yan de gihîştine forma xwe ya heybetî ya îro. Ji Romayê heya Bîzans, ji Ebasiyan heya Selçûqiyan, ji Artuqiyan heya Osmaniyan bi dehan şaristaniyan mora xwe li van kevir û bedenan xistine, bi nexş, kîtabe û fîguran ji mîrateya mirovahiyê re malovaniyê kirin e. Ev mîrateya bêhempa ku ji ezmanan ve dişibe “Masiya Mertalî”, wekî rêzefasîla bedenan a herî dirêj û herî saxlem a cîhanê ya piştî Bedena Çînê di sîngê dîrokê de bi şanazî radikeve. Lê belê ev hafizeya mezin a ku bi sedsalan li dijî dorpêçên giran û şerên bêaman li ber xwe daye, di sedsala dawî de bi xeteriya hilweşînê re, di bin xemsarî, bêagahî û xerakirina mirovan re rû bi rû maye.
Ji dîroka qedîm re rêz nayê girtin
Îro gelê Amedê ku dixwaze bêhnê bistîne û xwe bispêre wê siya şîfadar a li Sûrê, derkeve ser bircan û ji jor ve li bajêrê qedîm binêre, dema ku digihîjin ber bedenan, cihê wê heyraniya dîrokî xwe ji siya xemgîn a êşê re dihêle. Bi taybetî di 10-15 salên dawî de xera kirin, şikandin û bêxwedîtiya ku çêbûye, bêhna van bircên bi hezarên salan çikandiye. Şûşeyên bîrayê yên ku li bin keviran hatine belavkirin, çop, tevlihevî û xerakirina ku di her goşeyî de dixuye, delîlên eşkere yên rêznedana mezin a li hemberî dîrokê ye.
Mirov dema ku diçin derûdorên bedanan-sûran, lê temaşe bike û bêhna xwe li berê bide, ruhê xwe hênik bike û bi heybeta bircan bêhnê bistîne, lê berevajî vê bêhnstendinê sîng û bêhna mirovan hîn bêtir teng dike. Çimkî her qoziyek Sûrê û qoziyek bedenan bûye cihê bikaranîna madeyên hişbir-tiryakê.
Gotinên ‘xwedîderketinê’ tenê di gotinan de dimîne
Piştî şerê li Sûrê yê di navbera sala 2015-2016an de şêniyên vir neçar man ku koçî derveyî navçeyê kirin. Piştî şer rawestiya fîrma û şirketên nêzî desthilatê ketin nava Sûrê û ev cihê qedîm, dîrokî, bedew û leheng xira kirin û ji dirûvê wê yê berê derxistin. Dema mirov berê xwe dide Sûrê li ber bircan digere heya devê rêyan çop, şûşeyên araqê, qirêjî û xemsarî li ber çavan e û xwe nîşanî mirovan dide. Sazî û dezgehên Amedê hem yên siyasî hem jî yên civakî di serê her hevok û binê her hevokê de qala xwedîderketina li sûran û dîroka wê dikin, di her çalakiyan de sozên mezin ji bo Sûrê didin lê mixabin ev yek di pratîkê de xwe we nîşan nade û “xwedîderketin” tenê li ser gotinan dimîne.
‘Li ser navê dîrokê ti tişt nehiştin’
Alî Ozmez jî yek ji şêniyên navçeya Sûrê ye. Dema mirov kadraja xwe dizivirîne rûyê Alî Ozmez ew dilşikestina di çavên wî de û xemsariya li hemberî Sûra qedîm dibîne. Alî Ozmez destnîşan dike ku nirxdayîna dîrok û Sûra qedîm ne ev e û dibêje; “Li ser navê dîrokê ti tişt nehiştin, hemû ji bo berjewendiyên xwe tevgeriyan. Niha ev cihê ku çêkirine ne mal in wek girtîgehê ne. Berê em li vir bi şêniyên taxê re rûdiniştin û me bi hev re xwarina dixwar. Êş û aşê me yek bû. Ne hewce bû ku şaredarî bê û paqijiyê bike me hemûyan bixwe paqijiya xwe dikir.”
‘Ev e dîrok, gelo ev e nirxa em didinê?’
Alî Ozmez diyar dike ku dema mirov îro mêze li Sûrê mêze dike bûye cihê hişbir, fihuş û qirêjiyê û di vê derbarê de nêrîna xwe wiha tîne ziman: “Ciwanên me hemû ketine nav hişbirê û ev taxên ku hatine wêrankirin ji xwe re kirine mesken. Dema em van pirsgirêkan tînin ziman her kes bêdeng dimîne û ti dengî dernaxe. Ev e dîrok, gelo ev e nirxa ku em didin Sûrê?”
Galeriya wêneyan:















