Amed – Odeya Avahîsazan a Amedê da zanîn ku li Sûrê avahiyên qaçax zêde dibin û restorasyonên bêtedbîr xetereyê li ser jiyana welatiyan çêdikin. Hevserokê Odeyê Şerefxan Aydin destnîşan kir ku ji bo parastina vê mîrateya pênc hezar salî ya mirovahiyê, pêwîstî bi nexşerêyeke hevpar û komxebateke bilez heye û got: “Sûr nirxê hemû mirovahiyê ye.”
Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê, derbarê rûxandin, pirsgirêkên bajarî û pêşniyarên çareseriyê ên li navçeya Sûrê “Rapora Çavdêrî û Pêşniyaran a Sûrê” bi daxuyaniyekê di 9ê Tîrmehê de li avahiya xwe ji raya giştî re ragihand. Di daxuyaniyê de bang li hemû dînamîkên bajêr hat kirin ku ji bo parastina navçeyê di nav liv û tevgerê de bin.
Hevserokê Odeya Avahîsazan a Amedê Şerefxan Aydin hûrgiliyên “Rapora Çavdêrî û Pêşniyaran a Sûrê” bi Ajansa Welat (AW) re parve kir.
‘Li Sûrê avahiyên qaçax tên lêkirin’
Hevserokê Odeya Avahîsazan a Amedê Şerefxan Aydin bal kişand ser girîngiya dîrokî ya navçeyê û destnîşan kir ku Sûr di sala 2015an de ji aliyê UNESCOyê ve wek mîrateya hemû mirovahiyê hatiye tescîlkirin. Şerefxan Aydin diyar kir ku Sûr hem ji bo Amedê û hem ji bo herêmê û hem jî ji bo tevahiya cîhanê cihekî taybet e û di dema dawî de li wir tiştên ne rast diqewimin. Şerefxan Aydin bal kişand ser çêkirina xaniyên qaçax û wiha got: “Mixabin wek em dibînin gelek xaniyên, avahiyên qaçax tên lêkirin. Divê pêşî şaredarî, ji bo ku saziya berpirsiyar a yekem ew e, pêşî li vê yekê bigre, divê nehêlin avahiyên qaçax bên çêkirin.”
‘Xebatên restorasyonê ji bo welatiyan xetere ye’
Şerefxan Aydin di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser xebatên restorasyonê yên ku nîvco mane û diyar kir ku ev xebat divê bênavber bidomin û demildest bi dawî bibin. Şerefxan Aydin anî ziman ku kêmasiyên ewlehiyê ên di qada xebatê de ji bo gel pirsgirêkên mezin in û got: “Ev restorasyon, amûrên restorasyonê yên mîna îskele û sacan xetereyên mezin ji bo welatiyên ku di nav Sûrê de digerin. Bêyî ku tedbîrên pêwîst bên girtin xebatên restorasyonê tên kirin.”
Banga komxebatê û nexşerêya hevpar
Şerefxan Aydin bi bîr xist ku wan di rapora xwe de bi berfirehî behsa pirsgirêk û pêşniyarên çareseriyê kiriye û destnîşan kir ku divê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şaredariya Sûrê û Lijneya Mîmarî ya Parastina Jîngehê li ser vê mijarê werin cem hev û ev yek anî ziman: “Divê nexşerêyek bê avakirin ji bo siberoj û parastina Sûrê. Me komxebatek pêşniyar kir da ku ev tiştên em dibêjin bi her awayî bên nîqaşkirin. Ji bo çareseriyê kîjan rê rast e divê em bi awayeke hûr û kûr li ser bisekinin, ji ber wê pêwîstî bi komxebatekê heye.”
‘Sûr nirxê hemû mirovahiyê ye’
Şerefxan Aydin bal kişand ser dîroka pênc hezar salî ya Sûrê û anî ziman ku beriya Kurdan jî gelek şaristaniyan li vî bajarî jiyana xwe hûnandiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Sûr bi hezaran salan e heye, kîjan netewe hatiye vir, nexşên jiyana xwe li ser avahiyan çêkirine. Kurd jî bi sedan salan e li vir dijîn, lê beriya Kurdan jî gelek şaristanî li vir jiyan e. Ji ber wê, divê baş bê zanîn ev nirx, nirxê hemû mirovahiyê ye.”












