Enqere – Hevserokê Giştî ya DADê Zeynel Kete anî ziman ku ew dixwazin di bin banê koordînasyona ku Meclîsê bê avakirin de cih bigirin û wiha got: “Em wek beşekî civaka demokratîk dixwazin tev li avakirina Komara Demokratîk bibin.”
Bi bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27ê Sibatê ve li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê ew nêzîkî 2 sal in Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tê meşandin. Bi derketina Qanûna Çarçoveyî ve ew pêvajo gihişt asta hiqûqî. Li gor qanûna çarçoveyî ji bo rêvebirina pêvajoyê 4 kordînasyon bên avakirin. Yek kordînasyon jî di bin banê Meclîsê dê bê avakirin avakirin. Ew kordînasyon partiyên siyasî û beşên civakî yên demokratîk di nav xwe de bihewine. Yek jî wan beşên civakî yên demokratîk Komaleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) e.
Hevserokê Giştî ya DADê Zeynel Kete derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û daxwaza wan a tevlibûna rêvebirina pêvajoyê de ji ajansa me re axîvi.
Zeynel Kete destnîşan kir ku aştî di serî de di nav civaka Elewî de tê avakirin û wiha axivî: “Ji avabûna komarê ve komkujî li ser Elewiyan kêm nebûye. Komar xwe li ser înkar û tunehesibandina Kurdan û Elewiyan ava kiriye. Dema ku me çand, bawerî, ziman û xweseriya xwe anî ziman jî li ser me komkujî meşandin. Ji Koçgiriyê dest pê dike û heta îro jî domiyaye. Îro jî bi komkujiya çand û hunerê heye. Bi bangawaziya 27ê Sibatê re çêk hatin şewitandin û ew gavekê mezin bû ji bo aştiyê. Civaka Elewî jî bi çand, dîrok û baweriya xwe ve bi xwezayî giredayiyê aştiyê ne. Elewî dema diçîn cihe xwe ye pîroz û bimbarek, pêşî di nav xwe de aştiyê ava dikin. Di mal de aştî, di nav komê de aştî piştre derûdora xwe xwezayê re aştî ava dikin. Em dixwazin Elewî alikariyekê mezin bidin pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Ji ber çi em vê ya dipejirînin, ji ber ku civaka aştî çêbibe ew komkujiya li ser Elewiyan jî ji holê rabe.”
‘Divê Elewî piştgirî bidin pêvajoya demokratîkkirina komarê’
Di berdewam axaftina xwe de Zeynel Kete anî ziman ku piştgiriya Elewiyan ji bo avakirina komara demokratîk pewîsteyek e û wiha domand: “Elewî jî di nav xwe de xweserî çêdikin, dibin xwe û xweza. Divê qedexeya li ser ol û baweriya rabe. Ji bo vê jî divê peymanekê demokratîk were qebûlkirin. Aştî û Civaka Demokratîk divê xwe li ser komînalîteyê ava dike. Xwe li ser entegrasyona pozîtîf ava bike. Komînalîte di dîroka Elewiyan de bingeke mezin e. Çend hezar sal in di nav dîrokê de Elewî wek civakeke komînal jiyaye. Ez hêvîdar im ku komale û saziyên demokratîk ên Elewiyan piştgirî bidin vê pêvajoya demokratîkkirina komarê. Divê çiqas Elewî hebin dest bidin hev û ew aştiyê bikin civakî. Ne tenê bi Elewî her çiqas beşên ku ji ber zilma dewletê mane divê bi hev re giradenek çêbikin. Vê demê aştî çêbibe.”
‘Em dixwazin di bin banê koordînasyona ku Meclîsê bê avakirin de bi cih bigirin’
Zeynel Kete bi lêv kir ku ew jî dixwazin wek civaka Elewî di bin banê koordînasyona ku meclîsê bê avakirin de cih bigirin û wiha pêde çû: “Her çiqas beşên civakî yên demokratîk hene, çawa dixwazin di bin banê koordînasyona ku meclîsê bê avakirin de bin, em jî di vê heviyê de ne. Divê ew kordînasyon berfirehtir bibe. Bila me guhdar bikin. Ka em çi dixwazin. Em tiştên dixwazin bînin ziman û ji bo çareseriyê bixebitin. Wek Komaleya Demokratîk a Elewiyan jî me çand cara anî ziman, divê em jî di wan koordînasyonan de cih bigirin.”
‘Divê sazî û komaleyên Elewiyan bi yekparêbûnê xebata aştiyê bimeşînin’
Her wiha Zeynel Kete bal kişand ser girîngiya yekparebûna sazî û komaleyên Elewiyan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em vê demên ku tê de derbas dibin wek demên dîrokî dibînin. Me ji bo yekparebûna sazî û komaleyên Elewiyan çend civîn çêkirin. Gelek akademîsyen û pîr û murşît jî daxwaza yekparebûnê anîn ziman. Em dibêjin aştî dermanê herî bi bandor e. Ji ber vê jî divê çiqas komalê û saziyên Elewî hene divê ben cem hev û bi hev re bin. Em bi hev re aştiye ava bikin. Kesên ku di rêya azadî û rêya heq de bi jiyana xwe dest danê wan jî bi rêzdarî bi bîr tînim. Bawerî li ser aştiyê hatiye çêkirin. Her wiha divê 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê her kes ji bo aştiyê bikeve nav liv û tevgerê.”













