Bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ya Amedê li taxa Alî Paşa ya Sûrê li dijî hişbirê daxuyanî hate dayîn û wiha hat gotin: “Em ê li gorî giyanê ciwanan û têkoşîna wan di xeta xwe ya exlaqî û polîtîk de civakeke rêxistinkirî ya li dijî madeyên hişbir biafirînin.”
Bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Amedê li taxa Alî Paşa ya Sûrê li dijî hişbirê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de “Li dijî hişbirê û çetebûnê em xwe bi rêxistin dikin” hate daliqandin. Gelek ciwan û welatî tev li daxuyaniyê bûn. Beriya daxuyaniyê ciwanan li ber stranên Kurdî govend gerandin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “ “Bê Serok Apo jiyan nabe” berz kirin. Metna daxuyaniyê bi Tirkî, aliyê endamê Meclîsa Ciwana a DEM Partiyê Suleyman Yildiz ve hate xwendin.
‘Em ê li dijî hişbirê li ber xwe bidin’
Suleyman Yildiz diyar kir ku ew dijî madeyên hişbirê li vir kom bûne û wiha got: “Her çend me gotibe civak tenê dikare bi awayekî exlaqî û polîtîk hebûna xwe bidomîne jî, nêçîrvanên mirovahiyê û sermayeyê bi tevgereke çetewarî li ser ciwanan lîstikên xwe dilîzin û wan ji cihê wan ê di nav civakê de qut dikin. Ev ne tenê lîstikeke ku li ser ciwanan tê lîstin; ev lîstikeke li ser bingehên rabirdûyê û li ser berxwedana ku dê bibe keleha paşerojê tê meşandin. Îro em bi rastiya madeyên hişbirê re rû bi rû ne ku ne tenê bedenê, di heman demê de giyan û civakê jî dirizîne. Em wekî ciwanên welatparêzên Amedê radigihînin ku em ê li dijî vê yekê li ber xwe bidin, di nav her cure çalakiyên ku armanca wan gihandina paşerojeke li ser bingehê rastiyê ye de cih bigirin, bibin rêhevalên ciwanan û bibin xwedî hişmendiyeke ku mizgîniya jiyaneke alternatîf dide.”
‘Em ê li Kurdistanê rê nedin madeyên hişbir, çetetî, ajantî û fuhûşê’
Suleyman Yildiz da zanîn ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî madeyên hişbirê bi çand, huner, spor û çalakiyên cihêreng mezin bikin û wiha bi dawî kir: “Em radigihînin ku em ê li ser kolan, kuçe û parkan, heta di nav malan de jî li dijî hemû tevgerên çetebûnê bisekinin. Heta ku em civaka ku hişê wê hatiye tevizandin bikin lîstikvana sereke ya vê têkoşînê, em ê bi awayekî ku li gorî giyanê ciwanan be û têkoşîna wan watedar bike, di xeta xwe ya exlaqî û polîtîk de civakeke rêxistinkirî ya li dijî madeyên hişbir biafirînin. Em radigihînin ku em ê li Kurdistanê rê nedin madeyên hişbir, çetetî, ajantî û fuhûşê.”





















