• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Meşa KESKê li Edeneyê ye: Heta ku her kes vegere ser karê xwe em ê têbikoşin

Edene / AW

15 COTMEH 2025 - 13:54
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Edenê – Meşa KESKê ya di roja seyemîn de didome gihişt Edeneyê. Hevseroka Şaxa SESê ya Edeneyê Şukran Guzel diyar kir ku heta ku her kes vegerê li ser karê xwe em ê têbikoşin.

Konfederasyona Sendikaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li dijî bêhiqûqiya KHKyan bi dirûşma “Em ê karê xwe bi paş ve bistînin” di 13ê Cotmehê de ji Amedê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kir. Meş di roja seyemîn de didome û meşvan gihiştin Edeneyê. Meşvan li Edeneyê ji aliyê nûner û endamên saziyên girêdayî KESKê yên li Edeneyê, rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê, saziyên civakî û gelek kesan ve pêşiya Qada Îstasyonê hatin pêşwazîkirin. Girseyê li vir govend gerand.

Girse paşê heta Parka Ataturk meşiya. Di meşê de dirûşma “Bijî Berxwedana Kedkaran û dê KHK herin em ê bimînin” hate berzkirin. Girse dema ku hat Parka Ataturk daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Şaxa SESê ya Edeneyê Şukran Guzel ve hat xwendin.

‘Biryarên KHKê siyasî bûn’

Şukran Guzel diyar kir ku îro ew ji bo kesên bêhiqûqî ji kar hatine avêtin li vir in û got: “Di 10 salan de, gelek kes ji karê xwe dûr hatin xistin. Dengê gelek kesan hat qûtkirin. Me di serî de got; KHK zilm in. Bi hezaran kes şevekî ji karê xwe dûr hatin xistin. Em dizanin ku biryarên KHKê siyasî bûn. Heta ku her kes vegere ser karê xwe em ê têbikoşin.”

‘Em ê li ber xwe bidin’

Paşê Hevserokê KESKê yê Giştî Ahmet Karagoz axivî û da zanîn ku ew ji bo KESKiyên ku ji karê xwe hatine dûr xistin dimeşin û wiha got: “Ji sala 2016an ve qeyim tayinî vîna gel tê kirin. Li Wanê Abdullah Zeydan, li Edeneyê Zeydan Karalar ji pêywîrên xwe hatin dûr xistin. Dema em ji karên xwe hatin dûr xistin gotin ‘têkiliya wan bi terorê re heye’. Têkiliya me bi kê re heye? Têkiliya me bi şaredariyên qeyim hatine tayînkirin re, bi gelê ku mafê wan hatiye binpêkirin re heye. Têkiliya desthilatê jî bi kesên ku mafê gel binpêkirine re heye. Em ê li ber xwe bidin.”

Piştî daxuyaniyê meşvan ber bi Mêrsînê ve bi rê ketin.

 

Etîket: Ahmet KaragozEdeneKESKmesŞukran Guzel
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Osmaniye û Edeneyê li dû hev erdhej çêbû

Li Osmaniye û Edeneyê li dû hev erdhej çêbû

4 COTMEH 2026
‘Divê jin bi temsîliyeta wekhev di desteyan de cih bigirin’

‘Divê jin bi temsîliyeta wekhev di desteyan de cih bigirin’

6 ÎLON 2026
Komcivîna 3yemîn a KESKê ya jinan dest pê kir

Komcivîna 3yemîn a KESKê ya jinan dest pê kir

4 ÎLON 2026
Li Amedê dê di 1ê Îlonê de meş bê lidarxistin

Li Amedê dê di 1ê Îlonê de meş bê lidarxistin

28 TEBAX 2026
Gelê Nisêbînê bi meşê derbasî cihê bîranînê bû

Gelê Nisêbînê bi meşê derbasî cihê bîranînê bû

27 TEBAX 2026

Dayikên Aştiyê û ciwan bi meşê serdana şîna şehîdan kirin

25 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne