• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Mazlûm Ebdî: Rojeva esasî vegera koçberan e

Navenda Nûçeyan / AW

13 COTMEH 2025 - 16:22
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî di 12 Cotmehê de bi şandeya Komîteya Koçberên a Serêkaniyê re hevdîtin kir. Mazlum Ebdî diyar kir ku rojeva wan a esasî vegera koçberan e.

Fermandarê giştî yê HSDê Mazlum Ebdî bi koçberên li Serêkaniyê re hevdîtinek kir. Di hevdîtinê de rewşa koçberên li kampan û navendên bicihbûnê û girîngiya bicihanîna pêdiviyên wan ên sereke hatin nîqaşkirin.  Girîngiya piştgiriya hewldanên birêxistinkirina vegera ewle ya bi garantiyên qanûnî ya koçberan li herêmên wan ên resen hat vegotin.

Fermandarê giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî diyar kir ku vegera koçberan a li warên wan yek ji armancên pêşîn ên siyasetên HSD’ê ye.

Mazlûm Ebdî bal kişand ser peymana 10’ê Adarê û bi bîr xist ku yek ji bendên peymanê vegera ewle ya koçberan e.

Mazlûm Ebdî diyar kir ku divê ev bend bi awayekî aktîf were pêkanîn û  got: “Mafê vegerê nayê jidestdayîn. Em ê xebata siyasî û meydanî bidomînin ta vegera ewle û bi rûmet ya tevahî şêniyan bo herêmên xwe yên resen were mîsogerkirin.”

Mazlûm Ebdî anî ziman ku Serêkaniyê jî di nav de, dosyaya herêmên dagirkirî rojeveke sereke ya hevdîtinên û dan û standinên pêş li der barê siberoja Sûriyeyê de ye.

Ebdî got, fermandariya QSD’ê ji bo dîtina çareseriyeke giştî û mayînde ji dosyaya koçberan re bi aliyên herêmî û navnteweyî re dixebite.

Mazlûm Ebdî bi domdarî got: “Vegera koçberan dê bi awayekî rêxistinkirî be. Ne bi awayekî ferdî û an jî bê serûber be. Veger dê bi garantiyên aliyên xwecih û rêxistinên navneteweyî be, da ku senaryoyên berê bi serê sivîlan ve hatine, dûbare nebin.”

Mazlûm Ebdî destnîşan kir ku pêdiviya vegera koçberan bi demê re heye ta astengiyên siyasî, ewlehî û îdarî werin çareserkirin û anî ziman ku ji bo dîtina çareseriyekê ku rê li ber vegera bi rêxistinkirî û ewle veke, xebat dewam dikin.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî wiha got “HSD pêşniyar û nêrînên zelal pêşkêşî Şamê kir û jê xwest ku bi cidiyet û bi berpirsyarî nêzî dosyayên koçberên ji hemû deverên Sûriyeyê bibe.”

Mazlûm Ebdî anî ziman ku domandina xebatên hemahengî û entegeryî saziyên leşkerî, ewlehî û rêveberî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava hikumeta veguhêz de dê bandorek erênî li dosyaya koçberan û siberoja herêmên dagirkirî bike.

Etîket: koçberMazlum EbdîSerêkaniyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji Mazlum Ebdî peyama ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî

Ji Mazlum Ebdî peyama ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî

29 ÎLON 2026
Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

16 ÎLON 2026
Mazlum Ebdî diçe Kobanê

Mazlum Ebdî diçe Kobanê

12 ÎLON 2026
Qefleya duyemîn a koçberên Serêkaniyê diçe gundewarên xwe

Qefleya duyemîn a koçberên Serêkaniyê diçe gundewarên xwe

8 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026
Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne