• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ayşegul Dogan: Divê qanûnên pêwîst derkevin û rêya siyaseta demokratîk vebe

Enqere / AW

9 COTMEH 2025 - 12:48
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan tekildarî geşedanan û rojeva MYKa DEM Partiyê axivî û bi lêv kir ku pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye û got: “Ji bo pevçûn bi dawî bibin û çek bêdeng bibin divê qanûn bên derxistin, rêya siyaseta demokratîk bê vekirin. Lê tiştek nehatiye kirin.”

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan derbarê geşedan û rojeva Lîjneya Rêveberiya Navendî (MYK) a DEM Partiyê li Navenda Giştî daxuyanî da. Ayşegul Doganê di daxuyaniyê de bi lêv kir ku li her derê tengasiyeke di nava aştî û şer de heye û wiha got: “Em di salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ne. Bi komploya navneteweyî xwestin şerê Kurd û Tirkan gur bikin. Lê ew armanc bi serneket. Ji bo sernekeve têkoşîneke mezin û berdêlên mezin hatin dayin. Niha jî em di pêvajoyeke krîtîk de ne. Li cihanê jî her wiha wisa ye. Birêz Abdullah Ocalan di pêvajoya komployê de ji bo armanca komployê vala derxîne tevî tecrîdê jî modela jiyana demokratik pêşkeşî hemû Rojhilata Navîn kir. Em vê komployê û hişmendiya wê ya ku xwest li vir şer gur bike, ne tenê şermezar dikin di heman demê de li dijî wê têdikoşin. Em dibînin ku ew hişmendî hê di meriyetê de ye. Erê vala hat derxistin lê hê jî hewldanên wê yên aştiyê û jiyana demokratik asteng bike hene. Ji bo wê divê hemû kes wateya pêvajoyê bizane û tiştên ku pêwist e bên kirin bike.”

Di berdewama axaftina xwe de Ayşegul Doganê tekildarî tegehên Abdullah Ocalan ên, “Entegrasyona Demokratîk, Muzakereya Demokratîk, Komunalîzma Demokratîk” axivî û got ev têgeh mifteya jiyana demokratik in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çima vîna Abdullah Ocalan a di pêvajoyê de nîşan da cîddî nêz nabin. Her dû bangên birêz Abdullah Ocalan bandor li ser jiyana bi milyonan kesan dike, tu kes nikare wisa ne ciddî nêzik bibe. Ji bo pevçûn bi dawî bibin û çek bêdeng bibin divê qanûn bên amade kirin, rêya siyaseta demokratik bê vekirin. Lê tiştek nehatiyê kirin. Tenê bi gotinê nabe, dibêjin em di pêvajoya derbasdar de ne lê hewcehiyên wê pêvajoyê hene. Qala van tiştan tê kirin lê tiştek berbiçav nayê kirin. Yanê divê em bibînin ku tecrîd bi temamî ji holê ranebûye. Divê Birêz Abdullah Ocalan hemû kesan re biaxive. Ew ne tenê berpirsyariya DEM Partiyê ye. Divê li ser van gav ben avetin.”

‘Divê komîsyon demildest biçe gravê’

Ayşegul Doganê destnîşan kir ku komîsyon divê demildest biçe Grava Îmraliyê û wiha pê de çû: “Birêz Bahçelî jî got. Em van gotinan bi wate dibînin. Lê Serokê Meclîsê hê di vê derbarê de tiştek negotiye. Divê demildest ji nêrînên Birêz Abdullah Ocalan sûd bê girtin. Sibê 10ê Cotmehê ye, ji ser komkujiyê re 10 sal derbasbûn. Birînên me hê nû ne. Ew komployek bû. Her wiha 6-8ê Cotmehê jî wisa bû. Lê hê jî ew komplo bi neberdana hevalên me berdewam dike. Gavên ku ji bo demokratîkbûnê bên avetin diyar in. Hêviya demokratikbûna Tirkiyeyê ji aştiyê derbas dibe. Doza kûmpasê ya Kobanê komployeke. Li dijî hevalên me di dosyayan de sûcek jî nehatiyê diyarkirin. Girtina hevalên me bêhiqûqî ye. Ew tenê jî destnîşan dike ku ew komplo ye. Niha li Îstînafê ye ew dosya. Divê demildest biryarên DMMEê pêk werin. Şûna ku hûn biçin îtîraz bikin, hiqûqê pêkbînin. Heke Tirkiye dixwaze bibe dewleteke demokrat û hiqûqê divê vê yekê bike. Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye û wiha axivî: “Pêvajo tenê li ser Birêz Abdullah Ocalan tê rêveberin, divê li rex hev gav bên avetin.”

‘Nameya li ser medyaya sanal tê nîqaşkirin derew e’

Piştî daxuyaniyê rojnamegeran jî pirs pirsîn. Ayşegul Doganê li ser pirsa nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di van demên dawî de li ser medyaya sanal tê nîqaşkirin jî nirxandin kir û got tu nameyeke wisa tune ye. Ayşegul Doganê teqez kir ku piştî banga 27ê Sibatê ya Aştî û Civaka Demokratîk Abdullah Ocalan ji gelek kesan re name şandiye. Yek ji wan jî Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Lê ji bilî wê nameyê tu nameyeke din tune ye. Wan jî pirsiyê û ew nameya li ser medyaya sanal tê gotin ji aliyê Abdullah Ocalan ve ji Rêveberiya Xweser re hatiyê şandin derew e.

Etîket: Ayşegul Dogandaxûyaniya ÇapemeniyêDEM PartîEnqere
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026
Otomatik taslak

Tuncer Bakirhan: Ocalan teahhud kiribe şer û pevçûn dernakeve

15 TEBAX 2026
Karkerên madenê cara 3yemîn hatin binçavkirin

Karkerên madenê cara 3yemîn hatin binçavkirin

13 TEBAX 2026
Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

DEM Partî: Di kongreya 6ê Îlonê de dê starta ji nû ve avakirinê bê dayîn

13 TEBAX 2026
Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

13 TEBAX 2026
Tîryakî: Divê birêz Ocalan di ‘Desteya 3yemîn’ de cih bigire

Tîryakî: Divê birêz Ocalan di ‘Desteya 3yemîn’ de cih bigire

13 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne