• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

MEBYA-DER li Meclisê ye: Di serî de birêz Ocalan re hevdîtinê bikin

Enqere / AW

8 COTMEH 2025 - 19:20
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
MEBYA-DER di rûniştina 2an a civîna 14an a Komîsyona Meclisê de hat guhdarkirin, daxwazên xwe pêşkeşî komîsyonê kirin. Hevseroka MEBYA-DERê ya Şaxa Êlihê Nezahat Toprak Hasan xwest ku komîsyon bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.

Di rûniştina 2an a civîna 14an a Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî de Komeleya Piştgirî û Yekitiyê ya ji bo Kesên Xizm û Nasên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirinê re (MEBYA-DER), Komeleya Yekitî û Demokrasiyê (DEMBÎRDER), Komeleya Xebatên Demokrasî û Polîtikayê (PODEM), Komeleya Însiyatîfa Mafan, Komeleya Aştiyê, Komeleya Lihevkirina Civakî (TMD) hatin guhdarkirin.

Di civînê de ewilî ji MEBYA-DERê Ramazan Dengîz axivî. Ramazan Dengîz qala êrişên li dijî cenazeyên gerîlayên kir û wiha got: “Dema malbat cenazeyên zarokên xwe digrin jî ambulans û wesayitê nadin wan. Goristan hatin bombebarankirin. Cenaze li pişt wesayîtan giredan. Cenaze di hûndirê qutiyê de radestî malbatan hat kirin. Gelek caran destûr nedan ku malbat cenazeyên xwe bispêrin axê. Êrişî şînê kirin. Gelek caran ji aliyê malbatan ve ji me re serîledan hatinê ku malbat li pêy cenazeyên zarokên xwe ne, li pêy hestiyên zarokên xwe ne. Wê rojê dayikek jî serî li komeleya me da. Dayika ku li pêy hestiyên zarokê xwe ye, hûn dikarin ji vê dayikê re çi bejin?”

‘Ji bo goristanên bêkesan divê komîsyon ava bibe’

Ramazan Dengîz di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku ji bo goristanên bêkesan hewcehî bi komîsyonekê heye û ev daxwaz kirin: “Bi sedan gor hene. Ji ber vê yekê em daxwaza avakirina bankeke DNA ya hevbeş ji bo malbatan dikin. Malbatên me yên kal û pîr zarokên xwe winda kirine û li ser vê yekê, ji bo tazmînatê bi milyaran lîreyan doz li wan tê vekirin. Malbatên me tên cem me û dipirsin em çi dikarin bikin. Divê ev doz werin betalkirin. Divê statuya qanûna goristanê bidin goristanan. Li herêma me gelek goristan hene. Divê ev statu ji wan re were dayîn. Di komeleya me de kes tune ku lêpirsîn lê nehatiye vekirin, yan ceza li wan nehatiye birîn. Em daxwaz dikin ku ev doz tavilê werin betalkirin. Em piştgiriya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dikin.”

Abdullah Ocalan re silav şand

Piştre jî Hevseroka MEBYA-DERê ya Şaxa Êlihê Nezahat Toprak Hasan axivî. Nezahat Toprak Hasan qala êriş pêkanînên li dijî cenazeyên gerîlayên PKKê kir û komîsyon vexwend bajarên Bakurê Kurdistanê. Nezahat Toprak Hasan destnîşan kir ku weke malbat di serî de daxwaza wan ew e ku komîsyon bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bi hemû hestên xwe yên dilsoz ên ji bo aştiyê we vedixwînin bajarên xwe ku hûn guhdarî bikin, lêkolîn bikin. Bêyî ku hûn vê qîrînê bibihîzin, bêyî ku vê qîrînê bigirîn, ez bawer nakim ku em li vir bigihîjin encamekê. Divê birêz Abdullah Ocalan weke muxatabê serekê yê pêvajoyê were dîtin. Her wiha divê di bin banê vê komîsyonê de komîsyoneke lêkolîna heqîqetan were avakirin. Em silavên ewe ji mîmarê vê pêvajoyê, yê ku ji rêxistinê çek da berdan û ew komîsyon da ava kirin ji Birêz Abdullah Ocalan re dişînin.”

Etîket: cenazeguhdarkirinkomîsyonMEDYA DER
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Fetî Yildiz: Komîsyona çavderiyê dê di nava 10 rojan de bê avakirin

Fetî Yildiz: Komîsyona çavderiyê dê di nava 10 rojan de bê avakirin

1 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Cenazeyê 153 qurbaniyên dê li Silêmaniyê veşêrin

Cenazeyê 153 qurbaniyên dê li Silêmaniyê veşêrin

26 ÎLON 2026
Ramazan Dengîz: Divê teqez tespîta gor û cenazeyan bê kirin

Ramazan Dengîz: Divê teqez tespîta gor û cenazeyan bê kirin

25 TEBAX 2026
Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

18 TEBAX 2026
Mazlûm Dînç: Pêkhatina qanûnê girêdayî şertên Serok Apo ne

Mazlûm Dînç: Pêkhatina qanûnê girêdayî şertên Serok Apo ne

13 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne