• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Jinan cangorî bi bîr anîn û ber bi Xelfetiyê ve bi rê ketin

Riha / AW

2 COTMEH 2025 - 12:59
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
Meşa hêviyê ya ku ji Amedê destpê kir di roja duyem de li Rihayê didome. Meşvanên hêviyê li Curnê Reş çûn ser gorên cangoriyan wan bi bîr anîn. Piştî merasîmê meşvanên hêviyê ber bi Xalfetiyê ve bi rê ketin.

Meşa TJAyê bi dirûşma “Bi hêvî em ber bi azadiyê ve dimeşin” daye destpêkirin di roja 2yemîn de li navçeya Curnê Reş a Rihayê didome. Jinên ku hatin ber avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Curnê Reş kom bûn li vir stran gotin û dirûşmên “Jin jiyan azadî, azad bikin Rêbertî”, “Bijî Serok Apo” berz kirin. Jin dûre derbasî Goristana Asrî ya Curnê Reş bûn û li vir kesên di têkoşîna azadiyê û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn.

‘Em ê têkoşîna wan bidomînin’

Piştî deqîqeyekê rêz hat girtin û jinan dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kirin. Dûre aktîvîsta TJAyê Fatma Ablay li vir axivî. Fatma Ablay diyar kir ku karwana hêvî û azadiyê ber bi Enqereyê ve diçe û wiha got: “Îro her gava ku jin li vê erdîgariyê diavêjin girîng e. Em îro li ser gora Xelîl, Cûma, Fîdan, Sûltan, Memed in û wan bi bîr tînin. Heta ku azadiyeke mayînde pêk were wê berxwedan hebe. Em ê têkoşîna wan bidominin.”

‘Divê mafê hêviyê neyê taloqkirin’

Fatma Ablay di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Îro meşa me ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan e. Azadiya wî azadiya jin û ciwanan û hemû gelan e. Îro her gava ku em diavêjin dibe wesîle ku aştî pêk were. Îro em ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan ber bi Enqereyê ve diçin. Lê ew azadiya xwe di azadiya gelan de dibîne. Îro behsa mafê hêviyê tê kirin lazime mafê hêviyê neyê taloqkirin demildest pêk were û bingehe aştiyê were danîn.”

Dûre jin ji goristanê heta avahiya DEM Partiyê ya Curnê Reş meşiyan. Jin ji wir jî bi dirûşm, tilîlî û gotina stranan heta derketina Curnê Reş meşiyan. Li vir endama TJAyê Çîmen Fîdan axivî û wiha got: “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin. Em li warê têkoşînê ne ku agirê azadiyê lê hat vêxistin. Meşa li vir hêzeke pir xurt da me. Berî 40 salan birêz Abdullah Ocalan bi hevalên xwe re li vir dest bi meşa azadiyê kir. Bi dehan sal bi ser wê rojê re derbas bûn. Bedelên mezin hatin dayîn. Lê ev meş her ku çû mezin bû. Em weke TJAyê gotina xwe dîsa dubare dikin. Me di 27ê sibatê de got em ê pêşengiya vê pêvajoyê bikin û îro em dîsa li ser gotina xwe ne. Divê demildest mafê hêviyê pêk bê. Em silavên xwe ji vir heta Îmraliyê dişînin. Me ji paytexta Kurdistanê dest bi meşê kir û em ê heta paytexta Tirkiyeyê bimeşin û azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk bînin.”

Jinan piştî axaftinê dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin û ber bi Xalfetiyê re bi rê ketin.

 

Etîket: camgorîCurne ReşmesXalfetî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Amedê dê di 1ê Îlonê de meş bê lidarxistin

Li Amedê dê di 1ê Îlonê de meş bê lidarxistin

28 TEBAX 2026
Gelê Nisêbînê bi meşê derbasî cihê bîranînê bû

Gelê Nisêbînê bi meşê derbasî cihê bîranînê bû

27 TEBAX 2026

Dayikên Aştiyê û ciwan bi meşê serdana şîna şehîdan kirin

25 TEBAX 2026
Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

18 TEBAX 2026
Gelê Bismîlê li dijî tiryak û çetebûyînê meşiya

Gelê Bismîlê li dijî tiryak û çetebûyînê meşiya

17 TEBAX 2026
Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

17 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne