• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tuncer Bakirhan: Ne tenê gotin divê gavên pratîk jî bên avêtin

Amed / AW

28 ÎLON 2025 - 13:44
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civîna têkildarî “pêvajoyê” tê lidarxistin de axivî û got: Ne tenê gotin, divê êdî gavên pratîk jî bên avêtin.”

Baroya Amedê bi tev li bûna Hevserokê giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Parlementerê DEM Partiyê yê Amedê Cengîz Çandar, Endama Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî Parlementera û DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş û gelek nûnerên saziyên sivîl, oteleke li Amedê civînek li dar xist. Moderatoriya civînê Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç kir.

‘Divê qanûnên çareseriya demokratîk bên amadekirin’

Abdulkadîr Guleç di destpêkê  de diyar kir ku li ser banga Dewlet Bahçelî ya 1ê Cotmeha 2024an û bi Manîfestoya Birêz Abdullah Ocalan ya 27ê Sibatê pêvajoyek dest pê kir û wiha got: “Dû re dîsa li ser banga Abdullah Ocalan PKKê bi komeke sembolik çekên xwe şewitand. Lê mixabin heta niha dewletê di warê qanûnî û hiqûqî de tu gav neavêtine. Divê demildest qanûnên ku mafê gele Kurd yê çandî û nasnameyî înkar dikin bên rakirin. Li Tirkiyeyê hê Destûra Bingehîn ya darbeye di meriyete de ye. Em wek Baroya Amedê dibêjin divê tavilê qanûnên çareseriya demokratîk bên amadekirin.”

‘Diviya heq, hiqûq, edalet di salekê de baştir bûna’

Tuncer Bakirhan jî destnîşan kir ku ji bo axaftin û pêkanîna aştiyê Amed ciheke sereke ye û wiha axivî: “Em ê biaxivin, nîqaş bikin ka em ê aştiyê çawa pêk bînin. Ev saleke em têdikoşin ka em çawa aştiyê ji civakê re bikin mal. Ev salek e ev nîqaş tên kirin. Ev saleke zemîna diyalogê didome, şer û pevçûn kêm bûne, sekna Birêz Abdullah Ocalan û tevgera wî pir girîng e. Lê dema mirov dinêre di nav salekî de diviyabû di warê heq, hiqûq û edaletê de em di rewşeke baştir da bûna. Ji bo vê yekê em ê xebatên xwe bidomînin.”

‘Guhdarkirin bes e, em kanûnan amade bikin’

Di berdewama axaftina xwe de Tuncer Bakirhan da zanîn ku Komîsyona li Meclisê ava bûye xebatên xwe didomîne û wiha pê de çû: “Ji bilî hin kêmasiyên ku heta niha di civînên komîsyonê de rû dane, xebatên komîsyonê girîng in. Lê divê êdî komîsyon dev ji guhdarkirinan berde, qanûnên demokratîk yên çareseriyê amade bike. Qanûnên ku aştî û demokrasiye pêş bixin, rêveberiyên xwecihî xurt bikin amade bike. Ev daxwazên hemû civakê ne.”

‘Çareseriya Sûriyeyê dê bibe mînak’

Tûncer Bakirhan ser geşedanên li Sûriyeyê jî sekinî û têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Li Sûriyeyê jî rewş diyar e. Divê rewşa li Sûriyeyê li pêşiya pêvajoya li Tirkiyeyê wek astengî neye dîtin. Çareseriya ku li wir pêk were dê ji bo Tirkiyeyê jî bibe mînak.”

‘Divê Abdullah Ocalan azad bixebite’

Di dawiya axaaftina xwe de Tuncer Bakirhan da zanîn ku ji bo karibe wek azad ser pêvajoyê bixebite, divê şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werin guhertin û wiha derbirî: “Birêz Ocalan ev 26 sal in di girtîgehê de, di bin tecrîdê de ye.  Divê di vê mijarê de êdî tenê gotin na, gavên pratîk jî bên avêtin. Wekî Birêz Bahçelî jî di banga xwe de got bila mafê hêviyê êdî bikeve pratîkê.”

Piştî axaftina Tuncer Bakirhan civîn, ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

Etîket: Cengîz ÇandarHevserokê DEM Partiyê Tuncer BakirhanMeral Daniş BeştaşSerokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Cenazeyê Basrî Firat hat veşartin: Tu carî li ber zilmê serî netewand

Cenazeyê Basrî Firat hat veşartin: Tu carî li ber zilmê serî netewand

31 TÎRMEH 2026

‘Yek mûhattap heye ew jî birêz Abdullah Ocalan e’

28 HEZÎRAN 2026
‘Em di têkoşîna li dijî tiryakê de bi biryar in’

Bîranîna Bûldan, Yildirim û Karay: Têkoşînek bi rûmet hiştin

3 HEZÎRAN 2026
‘Em ê bi yekîtiya Kurdan jiyaneke nû ava bikin’

‘Em ê bi yekîtiya Kurdan jiyaneke nû ava bikin’

22 ADAR 2026
Li Stenbolê amadekariyên Newrozê: Hedef milyonek kes e

Li Stenbolê amadekariyên Newrozê: Hedef milyonek kes e

18 ADAR 2026
Li Erziromê piştî 12 salan Newroz hat pîrozkirin: Êdî divê birêz Ocalan azad bibe

Li Erziromê piştî 12 salan Newroz hat pîrozkirin: Êdî divê birêz Ocalan azad bibe

17 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne