• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Civîna Komîsyona Meclisê: Kurd ji sedî 90 perwerdehiya bi zimanê dayikê dixwazin

Enqere / AW

24 ÎLON 2025 - 16:49
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Ji SAHAMê Yuksel Genç ku di rûniştina 2yemîn a civîna 12an a Komîsyona Meclise de axivî. Yuksel Genç daneyên ku li ser pêvajoyê dane hev ji komîsyonê re parve kir û da zanîn ku Kurd ji sedî 90 perwerdehiya fermî ya bi zimanê dayikê weke şertê bingehîn dibînin.

Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî ku di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclisê hatibû avakirin, civîna xwe ya 12emîn li dar xist. Komîsyonê di rûniştina yekem a civînê de Navenda Lêkolîna Aborî û Siyasî (SETA), Navenda Lêkolînên Civakî ya Dicleyê (DİTAM), Lêkolîna Rawest, Navenda Lêkolînên Kurdî (KSC) û Weqfa Lêkolîn Perwerde û Çandê ya Ekopolîtîk (EKEAV) guhdar kir. Di rûniştina duyem de jî Enstîtuya Enqereyê, Navenda Lêkolînên Saha Sosyo-Siyasî (SAHAM), Weqfa Lêkolînên Polîtîkayên Aborî ya Tirkiyeyê (TEPAV) Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn (ORSAM) û Lêkolîn,Perwerde û Şewirmendî ya GENARê hatin guhdarîkirin.

‘Pêvajo dê bi qanûnan pêş bikeve’

Rûniştina 2yemîn bi guhdarkirina ji Enstîtuya Enqere Hatem Ete ve dest pê kir. Hatem Ete anî ziman ku bi banga Devlet Bahçelî re di siyeseta Tirkiyeyê de jî pêngaveke nû dest pê kir û wiha got: “Ji destpêka pêvajoyê heta niha hem li welatê me hem jî li derveyî welat guherînên dîrokî pêk hatin. Lê pêvajo ji van guherînan bandor nebû. PKKê biryara xwe fesîhkirinê ragihand û piştre jî çekên xwe şewitandin. Piştî vê sererastkirineke qanûnî, dê pêvajoyê behtir xurt bike. Her çend piştgirî zêde be jî, baweriya bi vê pêvajoyê kêm e. Li gorî min, dermanê vê bêbaweriyê gavên berbiçav in. Dema civak bibîne ku ev mesele bi ser dikeve, bawerî jî dê çêbibe. Girêdana vê pêvajoyê bi Sûriyeyê re ne pragmatîk e. Ji ber ku demên Tirkiye û Sûriye cuda ne, û Tirkiye li Sûriyeyê ne aktorê tenê ye.  Bingeha qanûnî girîng e lê ev qanûn divê ne tenê ji bo çekdanînê be lê entegrasyona civakî û demokratîkbûna Tirkiyê jî armanc bike.”

‘Sedî 90ê Kurdan perwerdehiya Kurdî dixwazin’

Piştrê jî ji SAHAMê Yuksel Genç axivî. Yuksel Genç bi lêv kir ku banga Abdullah Ocalan û biryara çek şewitandinê ya PKKê zemîneke xurt ji bo aştiyê datînê û ev pêşniyarên ji lêkolînan berhev kirinê parve kir: “Ji %65 guhertinên di qanûna înfazê de hêvî dike.Ji %60 rakirina Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê dixwaze. Ji %68.5 serbestberdana girtiyên nexweş dixwaze. Ji %66.7 serbestberdana bê şert a girtiyên ku cezayên xwe temam kirinen dixwaze. Ji %64.9 naskirina mafê hêviyê yê bi qanûnî, ji %66.7 ji bo ciwakê amadekirina qanûnên ewlehiyê, ji %71.2 bidawîkirina sepana qeyûman, ji %60 jî efûyeke siyasî ya lezgîn dixwaze. Her wiha li gor lêkolînan, ji sedî 90ê Kurdan perwerdehiya fermî ya bi zimanê dayikê weke şertê bingehîn dibinin.”

Ji TEPAVê Guven Salkê jî li ser pêvajoyê û tekiliya wê ya aboriyê rawestiya û nêrîn û fikren xwe ji komîsyonê re parve kir.

‘Mekanîzmayên dîplomasiyê vekin’

Ji ORSAMê Kadîr Temîz jî qala guherîn û pêşketinên li Rojhilata Navîn kir û ev pêşniyar kirin:

“*Divê Tirkiye bi Kurdên Bakurê Iraq û Sûriyê re kanalên dîplomatîk ên fermî an nefermî veke.

*Diyaloga stratejîk; Bi aktorên wek ENKS, eşîran û partiyên herêmî re têkiliyên domdar bêne avakirin.”

‘Divê komîsyon pirsgirêkên hiqûqî çareser bike’

Herî dawî jî ji GENARê Îhsan Aktaş axivî û diyar kir ku ev pêvajo ji gelek xalan ve ji pêvajoyên berê cûdatir e û wiha axivî: “Lêkolînên me jî nişan didin ku di navbera Kurd û Tirkan de mesafeyeke kûr tune ye. Divê komîsyon agahî bide û partiyên dijber jî bêne qayîlkirin. Komîsyon divê pirsgirêkên hiqûqî çareser bike. Ev yek dê encamên erênî bîne. Divê Destûra Bingehîn yeke nû bê çêkirin, ne tenê ji bo Tirkiyeyê lê ji bo herêmê ku Kurd, Tirk, Elewî û hemû gelan bigire nav xwe, wekî destûreke ‘împaratorî’. Vîzyona Tirkiyeyê ya mezin, bi demokratîkbûnê û xurtkirina xwişk-biratiyê, dê pirsgirêkên berê çareser bike.”

Piştî guhdarkirinan civîna vê hefteyê bi dawî bûn.  Tê payîn ku dê heftaya bê saziyên jinan û ciwan  bên guhdarkirin.

Etîket: Aştî û civaka demokratîkDİTAMEKEAVGuven SalkÎhsan AktaşKadîr TemîzKSCORSAMSAHAMSETAYuksel Genç
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
‘Entegrasyona demokratîk li Rojhilata Navîn aştiyê misoger dike’

‘Entegrasyona demokratîk li Rojhilata Navîn aştiyê misoger dike’

23 ÎLON 2026
Karasû: Bêyî azadiya Rêber Apo pêvajo bi encam nabe

Karasû: Bêyî azadiya Rêber Apo pêvajo bi encam nabe

8 ÎLON 2026
Gelê Amedê: Bi tenê derketina qanûnê nabe divê gav bên avêtin

Gelê Amedê: Bi tenê derketina qanûnê nabe divê gav bên avêtin

13 TEBAX 2026
Kurtulmuş: Divê bi zimanê xwişk-biratiyê bê axaftin

Kurtulmuş: Divê bi zimanê xwişk-biratiyê bê axaftin

12 TEBAX 2026
‘Qanûna Çarçoveyê ji bo derbasbûna ji paradîgmaya ewlekariyê gaveke baş e’

‘Qanûna Çarçoveyê ji bo derbasbûna ji paradîgmaya ewlekariyê gaveke baş e’

8 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne