• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Apê Mûsa li ser gora xwe hate bîranîn

Navenda Nûçeyan / AW

20 ÎLON 2025 - 19:23
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rojnamevan û nivîskar Mûsa Anter (Apê Mûsa) ku di sala 1992an de ji aliyê JÎTEMê ve hate qetilkirin, di salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe ya li Nisêbînê hate bîranîn. Di bîranînê de wiha hate gotin: “Tovê ku Apê Mûsa çandiye bi ser ket.”

Rojnamevan û nivîskar Mûsa Anter (Apê Mûsa) ku di 20ê Îlona 1992yan de ji aliyê JITEMê ve li Amedê hate qetilkirin, di salvegera mirina xwe de li ser gora xwe hate bîranîn. Bernameya bîranînê ji aliyê MEBYADER û Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) ve li taxa Sîtîlîlê ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hate organîzekirin.

Di bîranînê de wêneyên Apê Mûsa li dora gorê hatin daliqandin. Girse bi berzkirina dirûşma “Şehîd namirin” ber bi mala Anter ve meşiya, bername dest pê kir. Rêxistinên bajar û navçeyan ên DEM Partiyê, parlamentera Mêrdînê ya DRM Partiyê Salîha Aydenîz û xizmên Mûsa Anter jî beşdarî bîranînê bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, axaftin dest pê kirin. Hevseroka MEBYADER^ê Makbûle Okmen pêşî axivî û têkoşîna Mûsa Anter vegot. Piştre kurê wî Dîcle Anter axivî û bal kişand ser girîngiya parastina bîranîna bavê xwe û got, “Divê zarokên Kurd bi Kurdî mezin bibin û divê di her malê de bi Kurdî bê axaftin” û spasiya beşdaran kir.

‘Tovê ji aliyê Apê Mûsa ve hat çandin bi ser ket’

Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz, kurê Apê Mûsa Anter Anter bi bîr anî û got ku Mûsa Anter “dengê heqîqetê” bû. Aydenîz diyar kir ku qetilkirina  Anter hewldanek ji bo bêdengkirina heqîqetê bû û wiha domand: “Di 33 salên borî de gelek komkujî çêbûn û bedelên giran hatin dayîn. Lê tovê ku ji hêla Apê Mûsa ve hatî çandin ewqas xurt bû ku, tevî hemû komkujiyan, mezin bû û bi ser ket. Ger Kurd îro li çaraliyê cîhanê têne nasîn, ev bi saya têkoşîna wî û têkoşîna kesên ku rêya wî şopandine ye. Generalên wî yên piçûk mezin bûn û têkoşîn dijwartir kirin. Rehet razê Apê Mûsa, gelê Kurd xurt e û li ser piyan e.”

‘Em ê rojnamegeriya aştiyê bikin’

Rojnamevan Huseyîn Aykol jî wiha vegot: “Îro, maseya aştiyê ya ku wî xeyal dikir hatiye danîn. Belê, bi êş û zehmet bû, lê em li vir in. Ev pêvajoya ku ji hêla gerîlayan ve hatiye meşandin, radestî me hatiye kirin. Wekî rojnamevanan, me heta niha çi ji destê me hat kir û em ê rojnamevaniya aştiyê bikin. Divê ev bar tenê nekeve ser milê dayikên aştiyê; werin em hemû xwedî lê derkevin.”

Bernameya bîranînê bi danîna gulên li ser gorê û xwendina duayan bi dawî bû.

Etîket: Apê MûsaBîranîngorNisêbîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Berîvan Meryem Uzkaş bi girseyî hat bîranîn

16 TEBAX 2026
Cangoriyên gundê Koço hatin bibiranîn

Cangoriyên gundê Koço hatin bibiranîn

15 TEBAX 2026
Li Şengalê komkujiya Koço hat şermezarkirin

Li Şengalê komkujiya Koço hat şermezarkirin

15 TEBAX 2026
Şanoger Yalçinkaya li ser gora xwe hat bibîranîn

Şanoger Yalçinkaya li ser gora xwe hat bibîranîn

11 TEBAX 2026
Têkoşîna Nisêbînê ya nav kirine yek: Akîf Botan

Têkoşîna Nisêbînê ya nav kirine yek: Akîf Botan

11 TEBAX 2026
Di Mîhrîcana Tetwanê de Aram Tîgran hat bîranîn

Di Mîhrîcana Tetwanê de Aram Tîgran hat bîranîn

9 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne