• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Divê gelên Sûrî biryara siberoja Sûriyê bidin

Navenda Nûçeyan / AW

21 KANÛN 2024 - 17:00
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Meclîsa Jinên Sûriyê bi dekrarasyonek daxwazên jinan ên ji bo avakirina Sûriyeyek demokratîk, dadperwer û azad aşkera kir û xwest ku di qada navnetewî de bihîstyariyek bê nîşandan. Meclisê xwest gelê Sûrî biryara siberoja Sûriyê bidin.

Meclîsa Jinên Sûriyê, derbarê rewşa dawî ya Sûriyê de deklerasyonek parve kir. Melisa Jinan li Parka 4ê Nîsanê ya Hesekê ya Kantona Cizîre bi amadebûna endamên Meclîsa Jinên Sûriyê deklerasyon aşkere kirin. Deklarasyon ji aliyê Koordînasyona Giştî a Meclisa Jin a Sûriyê Suhêr Senûh ve hate xwendin. Suhêr Senûh li ser navê meclisê çavdêrî û fikarên xwe yên piştî hilweşîna rejîma Esad, aşkera kir û daxwazên jinan anîn ziman. Suhêr Senûh bi bîr xist ku jinên li Sûriyê salên dirêj di bin zexta nîjadperestî û polîtîkayên tekperestî yên rejîma BAASê yên ku îradeya jinan tune dihesibandin de jiyaye û got: “Gelên Sûriyê di sala 2011an de li dijî rejîma otorîter serî hildaye, di van 13 salên dawî de bi şer, koçberî, dagirkerî û zilma DAIŞê re rû bi rû maye.

Pêşengtiyê bigirin ser xwe

Suhêr Senûh naveroka deklarasyonê parve kir û wiha got: “Di vê pêvajoyê de herî zêde jinan êş kişand. Me hem li hemberî rejîma BAAS’ê, hem jî li hemberî DAIŞ’ê, li hemberî her cureyê zilmê û hewldanên kolekirinê, li ber xwe da. Me bedêlên giran dan, lê me hêviya xwe ya ji jiyana li Sûriyeyek demokratîk û azad, wenda nekir. Me wek jinên Sûriyê yên ji hemû pêkhateyên etnîkî, çandî û baweriyan, Meclîsa Jinên Sûriyê ava kir. Armanca me, avakirina pêşerojeke azad a ji bo hemû gelên Sûriyê bû. Em biryardarî û vîna xwe teqez dikin ku em dikarin ji her demê zêdetir di pêvajoya niha de rolekî aktîf a pêşengiyê bigirin ser xwe.”

Avakirina pergalek nû

Suhêr Senûh destnîşan kir ku piştî rejîma BAASê hilweşiyaye, li Sûriyê ji bo avakirina pergalek nû xebat tên meşandin û wiha berdewam kir: “Lê pêwîst e ku di vê pêvajoyê de îradeya jinan li ber çav were girtin û beşdariya jinan bi awayekî wekhev û adil were temsîlkirin. Ji ber ku jin ji nîvê zêdetir civaka Sûriyê ne. Avakirina welatekî demokratîk, dadperwer û bi ewle yê em bi hesreta wî ne, tenê bi beşdarbûna wekhev û hevbeşbûna jinan û hemû pêkhateyên cihêreng ên bawerî, çand û etnîkî yên Sûriyê dikare pêk were.”

‘Destkeftiyên girîng bi dest xistin’

Suhêr Senûh anî ziman ku di van 13 salan de jinên têkoşer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemû qadên jiyanê de xwe birêxistin kirine û destkeftiyên girîng bidest xistine û wiha pê de çû: “Dem hatiye ku hemû jinên Sûriyê ji van destkeftiyên jinan sûd werbigirin. Ji ber van destkeftiyan bi fedekarî û bedêlên mezin çêbûn, parastina wan gelekî girîng e. Yek ji şertê herî girîng ê rewabûna sîstema nû ya li Sûriyê were avakirin di asta herêmî û navneteweyî de wê misoger bike, rola jinan a di avakirin û pergala nû ya Sûriyê de ye.”

Sûcên li hember jinan didomin

Suhêr Senûh da zanîn ku hêjayî gotinê ye ku rûxandina rêjîma Esed bûyereke erênî bûye û fikarên ji bo pêşerojê wiha rêz kirin: “Lê mixabin li Idlibê, Efrîn, Cerablûs, Bab, Girê Spî û Serêkaniyê sûcên li dijî jinan, wek revandin, kuştin û bêparkirina jinan ji mafên bingehîn û azadiyê bi dawî nebûn. Li van cihan û niha jî li Minbicê hin komên çekdar bi piştevaniya Tirkiyê sûcên xwe û dagirkeriya xwe hê jî didomînin.Van rojên ku em hilweşîna rejîma BAASê pîroz dikin, em dibînin ku kiryarên tundî li dijî jinan û komên bawerî û çandî bi taybetî li dijî Xiristiyan, Elewî û Durziyan li herêmên başûr û sahil (herêma peravê Surî) zêde bûne. Êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Surî û serjêkirina jinan wekî li Til Rifatê ji aliyê komên çete yên bi piştgiriya Tirkiyê ve, berdewam dikin.”

Biryardayîna pêşeroja Sûrî

Suhêr Senûh pêşniyar û daxwazên ku di deklerasyonê de cih digirin bi van xalan anî ziman:

“*Divê Sûrî biryara pêşeroja Sûriyê bidin.

* Pabendbûna bi peymanên aştiyê û bidawîkirina şer û pevçûnên li herêma me didomînin; girtina qada asmanî ya Sûriyê ji tevgerandinên leşkerî re; rawestandina hemû êrîşan li ser xaka Sûriyê û vekişandina hemû artêşên dagirker.

* Demildest serbestberdana hemû jinên ku hîna di girtîgehên komên çekdar de li Idlibê, Efrîn, Cerablûs, Bab, Girêspî û Serêkaniyê dîl tên girtin.

* Avakirina komîteyek bi tevlîbûna bandordar a jinan ji bo misogerkirina vegera ewle ya koçberên Sûriyê û bidawîkirina dagirkeriya axa Sûriyê.

* Misogeriya beşdarbûna jinan û rêxistinên jinan ji hemû herêmên Sûriyê, bi nûneratiyeke adilane, di avakirina Sûriyeke demokratîk û di Komîteya Destûrî ya nû de.

* Pêkanîna Biryara 1325 ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY); girtina tedbîrên ji bo misogerkirina beşdariya jinan di pêvajoyên aştiyê de; li pêşiya pevçûnan û tundiya li ser jinan di dema pevçûnan de û piştî pevçûnan girtin; cihgirtina bi bandor a jinan di pêvajoyên biryargirtinê, pêkanîn û hesab xwestinê de.

* Sazkirina komîteyên heqîqet û edaletê, lêkolînkirin û darizandina hemû tevahî sûcên şer, sûcên li hemberî jinan û mafên mirovan.

* Misogerkirina beşdariya wekhev û azad a jinan di hemû mekanîzmayên biryardayînê, di qadên siyasî, perwerde, zanist û aborî de.

* Naskirina qanûnî ya mafê xweparastina jinan.

* Tam pêkanîn û misogeriya a mafên mirovan ku di peymanên navneteweyî yên wekî CEDAWê (Peymana Rakirina Hemû Cureyên Cûdahiya Li Dijî Jinan) de hatine destnîşankirin.

* Misogerkirina mafên bingehîn û civakî yên jinan. Avakirina komîteyek ji bo diyarkirina îradeya jinan li ser esasê nûnertiya wekhev di saziyên siyasî û giştî de.

* Sazkirina komîteyên edaletê ji bo zarokên ku di vê pêvajoyê de ji aliyê derûnî û fizîkî ve di nava şer û şîdetê de zirar dîtine.

* Avakirina komîteyeke jîngehparêziyê ji bo lêkolînkirina sûcên wêran û hilweşandina jîngehê, darizandina sûcdaran û wergirtina tedbîrên pêwîst.”

Etîket: Meclisa JinanSuhêr SenûhSûrîSûriye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
Îsraîl bandora xwe li ser başûrê Sûriyeyê zêde dike

Îsraîl bandora xwe li ser başûrê Sûriyeyê zêde dike

12 ÎLON 2026
Doç. Dr. Yilmaz: Polîtîkaya Amerîkayê ya derbarê Kurdan de tune ye

Doç. Dr. Yilmaz: Polîtîkaya Amerîkayê ya derbarê Kurdan de tune ye

8 ÎLON 2026
Amerîka mekanîzmaya astengkirina şerê navbera Îsraîl-Tirkiye-Sûriyeyê ava dike!

Amerîka mekanîzmaya astengkirina şerê navbera Îsraîl-Tirkiye-Sûriyeyê ava dike!

19 TEBAX 2026
Di 24 saetan de li Sûriyeyê 11 kes hatin kuştin

Di 24 saetan de li Sûriyeyê 11 kes hatin kuştin

29 TÎRMEH 2026
Piştî 17 salan Sekreterê Giştî yê NYyê Guterres dê serdana Sûriyeyê bike

Piştî 17 salan Sekreterê Giştî yê NYyê Guterres dê serdana Sûriyeyê bike

22 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne