• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

Amed / AW

1 ÎLON 2025 - 08:39
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyek weşand û got: “Banga Aştî û Civaka Demokratîk a birêz Abdûllah Ocalan ji bo hemû gelan deriyê siberojeke aştiyane vekiriye. Banga me li dewlet û hikumetê ye ku ji bo aştiyeke mayînde demildest gavên berbiçav biavêjin.”

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi serenavê “1ê Îlonê li hemû gelên cîhanê pîroz be!” daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk di daxuyaniyê de diyar kir ku ji destpêka mirovahiyê heta îro şerxwazî, zext û zordarî tu car li rûyê erdê kêm nebûne û wiha got: “Herwiha têkoşîna aştiyê jî li hemberî mejiyê şerxwaziyê her tim domiyaye. Ji aliyekî ve bi pevçûn û şeran mirovahi, xweza û çand rastî êrîşan hatiye, ji aliyekî ve jî bi hewldanên lihevhatinê deriyê jiyanê hatiye vekirin. Lê hê jî di hiş û bîra gelek gelan de bandora şer û êrîşên hovane cihê xwe girtiye, hê jî nehatiye jibîrkirin. Lewra şer pirrî caran di destê zaliman de bûye amûrek û li dijî demokrasî û azadiyê hatiye bikaranîn.”

‘Girîngiya aştiyê bi awayekî zelal derket holê’

Înîsiyatîfê di berdewama daxuyaniya xwe de wiha got: “86 sal berê 1ê Îlonê bi êrîşa Naziyan a li dijî Polonyayê şerê 2yemîn ê cîhanê dest pê kir, di nava 6 salan de ji 50 milyonî zêdetir kesan jiyana xwe ji dest dan. Bêguman encama vî şerî ji bo hemû mirovahiyê giran bû, lê di heman demê de girîngiya aştiyê jî bi awayekî zelal derket holê. Lewra bi awayekî trajîk hat tecrubekirin ku di şer û pevçûnê de tenê kuştin, xirabî û xizanî heye; berevajî vê, di aştî û lihevkirinê de jiyan, qencî û pêşketin heye.

Di polîtîkayên şer de tu berjewendiyên gelan nîne

Lê mixabin ku di serî de li Rojhilata Navîn, li her aliyên cîhanê hê jî gengeşî, pevçûn û şer didomin. Heta ku êdî xetereya şerê 3yemîn ê cîhanê tê nîqaşkirin, çekdarbûna dewletan roj bi roj zêdetir dibe. Em dizanin ku di polîtîkayên şer de tu berjewendiyên gelan nîn e. Ji ber vê banga me li hemû gelan e ku li herêm û welatê me dengê aştiyê were bilind kirin. Nemaze di vê pêvojoyê de meşandina têkoşîna yekîtiyê û geşkirina daxwaza aştiyê erkeke girîng û jiyanî ye.”

‘Her gava ji bo aştiyê dê baweriya pêvajoyê jî geştir bike’

Înîsiyatîfê bal kişand ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt got: “Gelên Tirkiyeyê 1ê Îlonê îsal bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêşwazî dikin. Bêguman hêviya aştiyê, ji bo hemû gelan cihê kêfxweşiyê ye. Lewra Banga Aştî û Civaka Demokratîk a birêz Abdûllah Ocalan ji bo hemû pêkhate, bawerî û gelan deriyê siberojeke aştiyane vekiriye. Banga me li Dewlet û Hikumetê ye ku ji bo aştiyeke mayînde û bi rûmet demildest gavên berbiçav bên avêtin. Lewra bi her gava ji bo aştî û demokrasiye, dê baweriya pêvajoyê jî geştir bike, her gav dê bibe mîsogeriya çareseriya demokratîk.”

‘Em ê hewldana xwe ya ji bo siberojeke aştiyane texsîr nekin’

Înîsiyatîfê daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Herwiha em yekîtî, piştevanî û desthevgirtina gelê xwe jî, wek aştiya gelan stratejik dibînin. Bi vê mebestê, banga me li hemû gel û saziyan e ku bila werin di bin sîwana yekîtiya neteweyî de kom bibin û mil bidin têkoşina aştiyê ya navxweyî. Lewra mifteya aştiyê, yekîtiya me ya neteweyî ye. Em jî di 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de soz û sekna xwe ya ji bo aştî, azadî, edalet, yekîtî û demokrasiyê dubare dikin, careke din binî xêz dikin ku em ê tu car ked û hewla xwe ya ji bo siberojeke aştiyane texsîr nekin. Bi van nêrîn û hêviyan Roja Aştiyê ya Cîhanê li hemû gelan pîroz be!”

Etîket: 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya CîhanêAştiyeke mayîndedaxuyanîÎnisiyatifa Yekîtiya Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026
Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

19 TEBAX 2026
Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

18 TEBAX 2026
Li Erxeniyê li dijî şerê taybet banga ‘Rabin’ hate kirin

Li Erxeniyê li dijî şerê taybet banga ‘Rabin’ hate kirin

16 TEBAX 2026
Alîgirên Amedsporê: Em ê li dijî hişbir, fihûş û çetetiyê li ber xwe bidin

Alîgirên Amedsporê: Em ê li dijî hişbir, fihûş û çetetiyê li ber xwe bidin

16 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne