• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Wêjekarên Kurd ji bo yekîtiya demokratîk kom dibin

Amed / AW

29 TEBAX 2025 - 09:35
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Komeleya Wêjekarên Kurd dê di 30ê Tebaxê de li taxa Fîskaya ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê ji bo Yekîtiya Demokratîk rewşenbîr û wêjekarên kurd li hev kom bike.

 

Rewşenbîr û Wêjekarên Kurd dê di 30ê Tebaxê saet 10:00an de li Tesîsên Civakî yên girêdayî Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê yên li Taxa Fîskaya ya navçeya Yenîşehîr a Amedê bi pêşengtiya Komeleya Wêjekarên Kurd bi minasebeta Yekîtiya Demokratîk bên cemhev. Endamê Komeleya Wêjekarên Kurd Helbestvan Gulêcan bal kişand ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê û xwest rewşenbîr, wêjekar, sîyasetmedarên kurd hemî bi ruhê yekîtiyê beşdarî bernameyê bin.

‘Em dikarin destê Rêberê Gelê Kurd xurttir bikin’

Helbestvan Gulêcan ji bo yekîtiyê bang li nivîskar, wêjekar, helbestvan û sîyasetmedarên Kurd kir û wiha got: “Ji bo yekîtiyê, ji bo yekîtiya Kurd û Kurdistanê em dikarin çi bikin? Pêvajoyeke girîng li pêşîya me ye û berpirsyarî ya wê heye. Di vê pêvajoyê de ya herî girîng yekîtiya gelê Kurd e, divê em piştgiriyê bidin pêvajoyê. Em ji hêla xwe ve gavên xurt biavêjin û em dikarin destê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xurttir bikin. Di vê pêvajoyê de divê em wêjekar û helbestvan weke dîrokzanan bêdeng nemînin û em piştgriyeke xurt bidin vê pêvajoyê.”

‘Gavên ku hatine avêtin ne bi dilê me ne’

Helbestvan Gulêcan di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Ji destpêka pêvajoyê heya îro gavên ku hatine avêtin ne bi dilê me ne. Divê gavên xurttir bên avêtin. Astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî, wêjeya Kurdî, weşangeriya Kurdî divê yek bi yek bên rakirin. Dîsa bi hezaran girtî hene, bi hezaran girtiyên nexweş hene divê bi awayekî lezgîn ji bo wan gav bên avêtin. Ji bo wê jî di serî de pêvajo pir girîng e. Divê di pêvajoyê de ne gavên hêdî, gavên bi pîvan û bi pêş ve werin avêtin. Em ji destpêkê ve weke Komelaya Wêjekarên Kurd vê pêvajoyê dinirxînin, dişopînin. Di wî aliyî de em bi hêza xwe ji vê pêvajoyê kêm nabin. Em dixwazin gelek gav bên avêtin, piştgirîya xwe ya ji bo pêvajoyê diyar bikin.”

Bangawaziya ji bo bernamê

Helbestvan Gûlêcan di dawîya axaftina xwe de wiha got: “Em weke hevalên ku pêşengtiya bernameya di 30ê Tebaxê de were lidarxistin dikin hatin bahev û gavên ji bo neteweya Kurd, yekîtiya gelê Kurd bên avêtin nirxandin, pêşnîyarên xwe amade kirin. Me pêşniyarên ji hêla wêjekar, nivîskaran ve hatin kirin nirxandin û em ê wan bikin mijara nîqaşan û pişt re têxin meriyetê. Divê em daxwazên civaka gelê Kurd, daxwazên civaka gelê Kurdistanê êdî pêk bînin. Di fikrî, bi pratikî em wan gavan bêxin meriyetê. Ev lezgînî heye. Ez bawer im wê girseyeke baş tev li bernameya me ya 30ê Tebaxê bibe. Piştî wê bernameyê em ê ji hêla wêjeyê, ji hêla zimanê Kurdî ve gavên xurttir biavêjin. Em ê heta dawiyê piştgiriya pêvajoyê bikin û ji bo gavên xurt bên avêtin em ê xebatên xwe bimeşînin.”

 

 

 

 

 

Etîket: Helbestvan GulêcanKomeleya Wêjekarên KurdNivîskarrewşenbirYekîtiya Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Meletiyê panela Ziman û Wêjeyê: Divê her qad bibe Kurdî

Li Meletiyê panela Ziman û Wêjeyê: Divê her qad bibe Kurdî

14 HEZÎRAN 2026
Amedekariyên ‘Konferansa Veguherîna Komara Demokratîk’ bi dawî bûn

Amedekariyên ‘Konferansa Veguherîna Komara Demokratîk’ bi dawî bûn

11 HEZÎRAN 2026
Bangawaziya xurtkirina “Konseferansa Veguherîna Komara Demokratîk” hat kirin

Bangawaziya xurtkirina “Konseferansa Veguherîna Komara Demokratîk” hat kirin

21 GULAN 2026
Serlêdanên pêşbirka ‘Bi Çîrokekê Bihar Tê’ berdewam dikin

Serlêdanên pêşbirka ‘Bi Çîrokekê Bihar Tê’ berdewam dikin

10 NÎSAN 2026
Li Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo Ehmed Huseynî şîn hate danîn

Li Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo Ehmed Huseynî şîn hate danîn

12 ADAR 2026
Ji bo Ehmed Huseynî dê li Amedê du roj şîn bê danîn

Ji bo Ehmed Huseynî dê li Amedê du roj şîn bê danîn

11 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (34)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne