• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tîryakî: Em dipên ku komîsyon bi Birêz Ocalan re hevdîtin bike

Mahmût Altintaş / AW

27 TEBAX 2025 - 08:45
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere-Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Mehmet Rustu Tiryakî bi lêv kir ku ew texmîn dikin ku di demên pêş de Komîsyon bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bike.

Li Meclisa Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de Komîsyona Demokrasî, Xwîşkûbiratî û Hevgirtina Mîllî hat avakirin. Komîsyon bi beşdarbûna 51 endamên partiyên siyasî xebatên xwe didomîne. Komîsyonê heta niha 5 civîn li darxist û vê hefteyê jî wê civîna 6 û 7an li darbixê. Civîna komîsyonê ya 6em îro di seat 14:00an de bi guhdarkirina Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê û serokên baroyên Enkere, Çewlîg, Amed, Hatay, Stenbol, Meletî, Mêrdîn, Mersîn, Wan û Sêwasê berdewam bike. Komîsyon dê civîna xwe ya 7emîn jî sibê di seat 11:00an de li darbixê û di civînê de serokên berê yên meclisê ben guhdarkirin.

Cîgirê Hevserokên Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mehmet Rustu Tîryakî têkildarî xebatên komîsyonê û pêvajoyê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Hêza komîsyonê mezin e’

Mehmet Rustu Tîryakî bi lêv kir ku bi avabûna komîsyonê re pêvajo derbasî merhaleyeke fermî bû û ev tişt gotin: “Ew pêvajo ji aliyê dewletê û tevgera Kurd ve dimeşiya. Piştî avabûna komîsyonê êdî pêvajo fermî bûye. Ji ber wê jî avabûna komîsyonê girîng e. Di komîsyonê de jî ji bilî partiyekê hemû partî cih digrin. Tevlêbûna partiyan hêza komîsyonê mezin dike. Komîsyonê heta niha 5 civîn li darxistin û vê hefteyê jî wê civînên xwe yên 6 û 7an li darbixîne. Her wiha heta niha di komîsyonê de çi biryar hatinê standin bi nêrînên hemû partiyan hatine standin, yanî di komîsyonê de di navbera partiyan de pirsgirêk tune ye. Civîn dê bi guhdarkirina nûnerên saziyên sivîl, keseyat û rewşenbîran berdewam bike.”

‘Bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk neyne xebata komîsyonê wê kêm bimîne’

Mehmet Rustu Tîryakî diyar kir ku hêvî û baweriya wan heye ku komîsyon bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê ew komîsyon bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Di hevdîtinê de jî hemû partiyên ku di komîsyonê de ne cih bigrin. Yanê bêjin bila DEM Partî tenê biçe ew jî ne rast e. Heke ew komîsyon neçe Îmraliyê û bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk neyne xebata komîsyonê dê kêm bimîne. Yanê hûn ê ji aliyekî guhdar bikin û nêrîn bistînin lê li aliyê din yên ku bi we re şer kirine, ser navê wan hûn bi Birêz Abdullah Ocalan re neaxivin ev komîsyon wê rol û mîsyona xwe nekare bi cih bîne. Ew pêvajo bi rêbertiya Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin, heke Birêz Abdullah Ocalan peyam neşanda vê pêvajoyê ne destpêdikir û ne jî dihat vê aste. Ji ber wê jî divê bi Birêz Abdullah Ocalan re komîsyon hevdîtin bike. Bawerî û hêviya me ew e ku komîsyon bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Lê dem hê nediyar e. Piştî civînên komîsyonê di vê mehê de dibe an meha din de dibe hevdîtinek wê pêk were. Weke partî jî hem di komîsyonê de û hem jî derveyî komîsyonê ew pêşniyar û fikra xwe me aniye ziman.”

‘Divê mafê Kurdan di mekazagonê de bi cih were’

Mehmet Rustu Tiryakî li ser xebatên komîsyonê jî destnîşan kir ku komîsyon piştî civînan wê pêşniyarên qanûnan bibe parlamentoyê û wiha got: “Ew komîsyon nikare qanûnan derxe û makazagonê biguherîne, tenê dikare pêşniyaran bigre û wan pêşniyaran di parlementoyê de bike qanûn. Divê hinek qanûn bên guhertin. Yanê dema PKKê dev ji çekan berda bi hezaran şervan hene rewşa wan dê çi bibe. Bi hezaran kes di girtîgehê de ne rewşa wan dê çi bibe. Ji ber ku derheqê wan de doz hatine vekirin bi sed hezaran kes li derveyî welat in, rewşa wan dê çi bibe. Divê ji bo van qanûn bên derxistin. Ew komîsyon dê di vî warî de rol û mîsyona xwe bi cih bîne. Lê mesela Kurdan ne tenê ew e. Ji vê kurtir e. Yanê PKK xwe fesix bike jî çekan berde jî mesela Kurdan çareser nabe. Divê ji bo wê jî, ji bo bi destxistina mafê Kurdan jî makazagon biguhere. Mafê Kurdan di makezagonê de cih bigre. Heke pirsgirêk û provakasyon dernekevin em di wê baweriyê de ne ev komîsyon dê rola xwe pêkbîne.”

‘Divê Tirkiye destê biratiyê dirêjî Rojava bike’

Di dawiya axaftina xwe de jî Mehmet Rustu Tîryakî bal kişand ser aloziyên li Suriyeyê û wiha pê dê çû: “Tirkiye li her derê Kurdan ji bo xwe xetere dibîne. Ne tenê çar aliyên Kurdistanê jî li derveyî welat jî Kurd dema mafê xwe bi dest bixin, dewleta Tirk li dij derdikeve. Lê hebûna Kurdan ji bo Tirkiyeyê û gelê Tirk ne xetere ye. Divê Tirkiye destê biratiyê bide Rojava. Lê Tirkiye naxwaze gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê xwedî maf be. Vê yekê weke tehdît dibîne. Ew ne rast e. HTŞ ne dostê Tirkiyeyê ye. Hakan Fîdan û koma wî dibêjin bila Kurd çekan berdin. Lê li Suriyeyê hê pergalek rûneniştiye. Rewşa Durzî û Alewiyan ber bi çavan e. Îro derfet tune ye ku gelê Kurd çekan dayne. Em dixwazin Tirkiye jî bi wî çavî mijarê binêre. Heke Tirkiye vê siyaseta xwe li Rojava bimeşîne dê ne tenê Kurdan winda bike û dostaniyên dewletên Ewropa jî dê winda bike. Divê Tirkiye li Suriyeyê ne ji bo şer ji bo aştiyê xebatên xwe bimeşîne.”

Etîket: EnqerekomkisyonpêvajoTîryakî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

1 TÎRMEH 2026
MYKa DEM Partiyê dê sibe bicive

MYKa DEM Partiyê têkildarî pêvajoyê civiya

1 TÎRMEH 2026
Wanî: Keştiya Serokatî bi bawer e û li benda gel e

Wanî: Keştiya Serokatî bi bawer e û li benda gel e

28 HEZÎRAN 2026
Li Enqereyê hejmara girtiyan derket 103 kesan

Li Enqereyê îro jî 55 kes hatin girtin

26 HEZÎRAN 2026
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê: Ji bo aştiyê divê gavên berçav bên avêtin

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê: Ji bo aştiyê divê gavên berçav bên avêtin

26 HEZÎRAN 2026
Li Enqereyê hejmara girtiyan derket 103 kesan

Li Enqereyê hejmara girtiyan derket 103 kesan

25 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (38)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne