• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Gulistan Tara û Hêro Behadîn hatin bibîranîn

Navenda Nûçeyan / AW

22 TEBAX 2025 - 22:56
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn di salvegera qetilkirina xwe de li cihê ku lê hatin qetilkirin hatin bibîranîn. Di bîranînê de soza “Em ê tu carî dest ji têkoşînê bernedin” hate dayîn.

Li Silêmaniyê bi boneya salvegera qetilkirina rojnamevanên Ragihandina Azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn ên di encama bombebarana dewleta Tirk a li gundê Tepereş ya navçeya Seyîdsadiq jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê hevrê, hempîşe û rojnamevanên Ragihandina Azad ve li cihê ku lê şehîd bûne, hatin bibîranîn. Beşdarên bîranînê li cihê ku her du rojnamevanên Ragihandina Azad lê hatin qetilkirin 364 mûm pêxistin û bi rêzdarî bibîr anîn.

Rojnamevan Hawrê Karwan li cihê bîranînê axaftinek kir û got: “Salek bi ser şehadeta Gulistan Tara û Hêro Behadîn re derbas bû. Wekî hevrê û hempişeyên herdu rojnamevanan, me bi boneya salvegera şehadeta wan, ew bi pêxistina 364 mûman bibîr anîn. Li vir em peyamek ji hişmendiya yekparêz dişînin ku ji bilî ya xwe hemû raman û bîrdoziyên azad red dikin;  Em li virin û em şehîdên xwe bibîr tînin. Têkoşîna wan dê her û her di bîra me de bimîne.”

Hawrê Karwan wiha domand; “Me çawa ev mûm pêxistine ku ronahî û şewqê didin me, şehîdên me jî weke ronahiyê ne û tim rêya me ya têkoşînê ronî dikin. Ronahiya wan qet venamire. Em, wekî hempîşeyên wan, dê bi heman ruhê Gulistan Tara û Hêro Behadîn têkoşîna xwe bidomînin. Emê li ser tiştê ku ji bo doza rewa ya gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê pêwîste, bixebitin. Em natirsin, em li vir wek çiyayan asê ne, emê heta nefesa xwe ya dawî ji bo têkoşîna van şehîdan şerê azadiyê bikin.”

Rojnamevan Hawrê Karwan li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî ec tişt anî ziman: “Pêvajoya aştiyê ku niha li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dest pê kiriye, ew berhema xwîna van şehîdan e. Bi heman awayî, li rojavayê Kurdistanê jî xwerêveberî heye. Em ê bi heman ruhê şehîdan xebatên Ragihandina Azad û têkoşîna hevkarên xwe bidomînin.”

Rojnamevan Hewar Mihemed û hevrêya Şehîd Gulistan Tara û Şehîd Hêro Behadîn jî li cihê bîranînê axaftinek kir û got; “Îro li cihê şehadeta Gulistan Tara û Hêro Behadîn, ku ji aliyê dewleta Tirk ve bi alîkariya xeta xiyanetê ya navxweyî hatin şehîdkirin, me bi vêxistina 364 mûman xwest peyama ku rêya wan ya têkoşîna azadiyê her û her berdewam dike. Her wiha rêya şehîdan ronî ye ku li ser heman armanca wan ji bo wê têkoşîn kiriye. Emê xebata Ragihandina Azad li ser bîranîna şehîdan bidomînin û têkoşîna wan heta azadiyê bidomînin.”

Bîranîn bi berzkirina dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.

Etîket: BîranînGulistanHêroRojnamevan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

21 TEBAX 2026
Otomatik taslak

Berîvan Meryem Uzkaş bi girseyî hat bîranîn

16 TEBAX 2026
Cangoriyên gundê Koço hatin bibiranîn

Cangoriyên gundê Koço hatin bibiranîn

15 TEBAX 2026
Li Şengalê komkujiya Koço hat şermezarkirin

Li Şengalê komkujiya Koço hat şermezarkirin

15 TEBAX 2026
Şanoger Yalçinkaya li ser gora xwe hat bibîranîn

Şanoger Yalçinkaya li ser gora xwe hat bibîranîn

11 TEBAX 2026
Di Mîhrîcana Tetwanê de Aram Tîgran hat bîranîn

Di Mîhrîcana Tetwanê de Aram Tîgran hat bîranîn

9 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne