• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Parlamenterên Swîsreyî bang li Konseya Federal kirin: Ji bo Rojava bikevin nava tevgerê!

Navenda Nûçeyan / AW

20 KANÛN 2024 - 10:03
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Parlamenterên Swîsreyî bal kişandin ser metirsiya li ser hindikahiyên li Rojava û bang li Konseya Federal kirin ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk bikeve nava liv û tevgerê.

 

Li dijî êrîşên dewleta Tirk û komên wê yên çete SMOyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nerazîbûna li qada navneteweyî dewam dike. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) parlamenterê Parlamenta Federal ê ji Partiya Sosyalîst a Swîsreyê û endamê Komîsyona Têkiliyên Derve Fabian Molina, parlamenterê Parlamenta Federal ê ji Partiya Lîberal-Radîkal Alex Farinelli, parlamenterê Parlamenta Federal ê ji Yekîtiya Demokratîk a Federal Erich Vontobel, parlamenterê Parlamenta Federal ê ji Partiya Keskan Balthasar Glaettli û Parlamenterê ji Franksiyona Navendî (Die Mitte) Stefan Muelller-Altermatt bi pêşnûmeya ku pêşkêşî Konseya Federal kirin, bal kişandin ser êrîşan.

Parlamenterên Swîsreyî bal kişandin ser gefên êrişê yên li ser Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bang li Konseya Federal a Swîsreyê kirin ku li hemberî êrîşan bikeve nava liv û tevgerê.

‘Êrişên li ser Rêveberiya Xweser li hemberî gelan metirsiyeke cidî ye’

Di pêşnûmeyê de hate ragihandin ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser qadên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê metirsiyê dixe ser aramiya herêmê û hate gotin, “Êrîş li hemberî Kurd, Ermen, Suryan, Êzidî, Xiristiyanan metirsiyeke cidî ye.”

Êrişên li ser herêmê şaneyên DAIŞê jinûve xistin nava liv û tevgerê

Di pêşnûmeyê de hate destnîşankirin ku êrîşên li ser herêmê şaneyên DAÎŞê ji nû ve xistin nava liv û tevgerê û hate gotin, “Bêaramî di heman demê de dikare bibe sedem ku komên tundrew ên mîna DAÎŞê ji nû ve bi ser xwe de bên û bibe sedema tevgereke nû ya penaberiyê. Ji ber kevneşopiya xwe ya alîkariya mirovî û berpirsyariya xwe ya di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de Swîsre berpirsyar e ku bêyî bêalîbûna xwe binpê bike ji bo dawî li vê tundrewiyê bigire bixebite.”

Bang li Konseya Federal kirin

Parlamenteran di pêşnûmeyê de herî dawî ev bang li Konseya Federal a Swîsreyê kirin: “Konsey ji bo parastina hindikahiyên etnîkî û olî yên li Sûriyeyê û dawîanîna li êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo kêmkirina rageşiyê di çarçoveya bêalîbûna xwe de divê amûrên polîtîkaya derve hemûyan bi kar bîne.”

Ji pênc partiyên siyasî yên cuda gelek parlamenteran mohra xwe danîn binê pêşnûmeyê ku pêşkêşî Konseya Federal a Swîsreyê hate kirin.

Etîket: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyêêrişên dewleta tirkKonseya Federalparlamenterên SwîsreyîRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026
Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne